ROJANE
*Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, diyar kir ku tecr3ida ku ji sala 2015'an ve tê pêk anîn tê wateya bi saxî veşartin û wiha got: "Ev jî halê herî hovane yê îşkencê ye. Asta polîtîkayên bi demê re kuştinê ye."
*Yek ji sepandinên demên darbeyan jî "derxistina jihevwelatîbûnê" ye û niha ev sepandin ji nû ve ketiye rojevê. Li gor daneyên fermî, di 10 salên dawî de 17 hezar kes ji mafê xwe yê hevwelatîbûyînê bûn û 12 hezar sûriyeyî jî wek hevwelatî hatin qebûlkirin. Di 12'ê Îlonê de 14 hezar ji hevwelatîbûnê hatibûn derxistin.
*Nexweşê KOAH'ê Şemsettin Kalkan ê 66 salî ku li Girtîgeha Kurkçulerê tê ragirtin, diyar kir ku şert û mercên girtîgehê nexweşîna wî dijwartir dikin. Kalkan, anî ziman ku nexweşxaneya zanîngehê rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" û Saziya Tiba Edlî jî rapora "dikare li girtîgehê bimîne" dane wî. Kalkan got ku, her diçe rewşa min xerabtir dibe.
*Parêzer Mert Evrenkaya, diyar kir ku ji bo astengkirina îstismar û îhmalkariya zarokan divê ekîbeke ku ji bijîşk, hemşîre, pisporên xizmeta civakiyî û şêwirmendê derûnî pêk tên bê avakirin û wiha got: "Bi sererastkirinên zagonî re, divê Peymana Mafên Zarokan bi awayekî çalak bê sepandin."
*Der barê nûçegihanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Nedim Turfent ku 13 meh in girtî ye de, bi daxwaza 22 sal û nîv cezayê girtîgehê îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de, Turfent ji ber fealiyetên xwe yên rojnamgeriyê tê tawanbarkirin.
*Bin hinceta tevlî bîranîna Roboskiyê û pîrozbahiya Newrozê bûne, muduriyeta polîsan dosye ji yûrdê re şand û der barê xwendekaran de lêpirsîn hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de xwendekarek ji yûrdê hat avêtin û yê xwendekarekî jî bûrsa wî hat birîn. Xwendekarê Fakulteya Huqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê Lokman Emen, diyar kir ku li ser daxwaza muduriyeta polîsan yûrdê ew avêtiye.
* Li Edeneyê welatiyên ku li 20 malên li ber wan santrala betonê hatiye çêkirin bi gotina "em nikarin bêhnê bigirin" nerazîbûna xwe nîşandan û xwestin santral bê rakirin.
* Doza têkîldarî kuştina Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Agosê Hrant Dînk dê li 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
POLÎTÎKA
* Parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir ku di 7'ê Hezîranê de mirovan daxwaza xwe ya ji bo aştiyê nîşan dane û vê jî komên "neteweperest, gladyoyê" tirsandiye û wiha axivî: "Li ser vê li dra Erdogan koalîsyonekî îslamperest-îtihatperest pêk hat."
ANALÎZ
*Rûsya, ku li Îdlîbê li hemberî DYA'yê bi paş ve gav avêt, li xaka Sûriyeya Bakur bi destê rejîmê "Tehdîda Tirkiyeyê" bi kar tîne û bi vî awayî dixwaze çalak be.
EKOLOJÎ
* Di projeya "ji bo hilberîna enerjiyê xebata sondajê" ya ku li Seferîhîsar, Urla û Guzelbahçe ya di asta yekemîn de herêma erdhejê ye tê kirin de walîtiyê xetereya erdhejê nedîtî ve hat. Ekolojîst Ertugrul Burka bal kişand li ser xetereya xebatên sondojê ya li ser erdhejê û hişyar kir.
HERÊMÎ
*Li Colemêrga ku gelek deverên wê hatine qedexekirin, niha welatî dawiya heftê berê xwe didin Sûlava Horê ku yek ji wan cihên neqedexekirî ye.