ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2017'AN

ROJANE

*Li Giyadînê qereqol gefan li welatiyên ku amadekariyên çûyîna zozanan dikin dixwe. Ligel gefa fermandarê qereqolê ya "Ez ê we biqelihînim, hela derkevin bê çi tînim serê we" jî, ji gundê Darikê Nazim Peker berê xwe da zozana Qendîlê û wiha got: "Nexweşîna zereyê li heywanên me peyde bû, telef bûn. Heke dikuje jî bila bikuje."

*Girtiyê bi navê Tamer Yilmaz ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tê ragirtin, ji ber ji xwe ve diçe, kevir di gurçikên wî de hene û laşê wî diwerime çû nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê heba êşê danê û ew şandin girtîgehê. Hevjîna wî Leyla Yilmaz, anî ziman ku hevjînê wê nikare di girtîgehê de bimîne.

*Ji fermandarên QSD'ê Clara Reqa wiha got: "Ji bo me ya esas ne azadkirina erdnîgariyê bû. Ya esas tunekirina feraseta ku DAIŞ'ê pêşengiya wê dike."

*Girtiyê bi navê Giyasettin Sevmiş, ku li Girtîgeha Jimare 4 a Şakranê tê ragirtin ji ber ku nexweşîna wî dijwar bû rakirin nexweşxaneyê. Niha Sevmiş li ûnîteya giran tê ragirtin û rapora wî ya "Nikare di girtîgehê debimîne" heye.

*Der barê lêpirsîna gulebarankirina mînîbusa rêwiyan ku dema ji Licê ber bi navenda bajêr ve diçû hatibû gulebarandikrin de biryara "neşopandinê" hat dayîn. Dozger, îdia kir ku dibe ku PKK'yiyan gule berda be, lê belê leşkerê li ser wesayîtê jî wiha gotibû: "Bêhemdî çek teqiya. Tiştek ji destê min nedihat."

*Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku yekemîn rojnameya kurdane ku dest bi weşanê dike, yê Amedê Hafiz Akdemîr 8 roj piştî derketina rojnameyê ji paşve hat gulebaran kirin û qetilkirin. Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan diyar kir ku zîhniyeta Akdemîr qetil kir îro jî berdewam dike.

*Dê yekemîn danişîna doza Surmî Înce ya ku li Geverê di gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da, di 8'ê Hezîranê de bê dîtin. Her wiha dê kurê Surmî Înce, parêzeriya dozê bike.

*Li Hatayê di operasyona 25’ê Gulanê de 12 xwendekar hatin binçavkirin û hemû çalakî, şahî û daxuyaniyên wan ên di saka 2011’an li bajar pêk anîne wekî sûc hatin hesibandin.

** Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DİSK), dê derbarê tazmînata qidevê vegerandina fona hebûnê de li ber Midûryeta Saziya Kar û Xebatê ya Bajar a li Tophaneya Stenbolê ye daxuyaniyekê bide çapemeniyê. (12:30)

JIN

*Helbestvan Saffena Îsmaîl Sedta a ku hêj 6 salî bû jiyana wê ya koçberiyê ji Urdun, Cezayîr, Misir, Sûriye û bi şer re gihişt Tirkiyeyê diyar kir ku ew ditirse ku derbarê tiştên li Tirkiyeyê tê jiyîn de helbest binivîse.

*Jinan diyar kir ku bi KHK û fermanên qeyûman girtina saziyên jinan û rawestandina fealiyetên wan, bi xwe re îstsmarên zayendî zêde kirin. Jinan got ku bi vê yekê tê xwestin ku dîroka jinê bê tunekirin.

ABORÎ

*Rayedarên hikûmetê daxuyandibûn ku "Peqîna turîzmê xwe dide der". Bi van daxuyaniyan re careke din turîzma ku li navçeya Sûrê hema bêje qediyaye ket rojevê. Li navçeya Sûrê ku yek ji navendên turîstên xwecihî û biyanî bû, niha esnaf tu karî nakin. Esnaf bi gotina "Kes nayê û naçe" bersiva daxuyaniyên rayedarên hikûmetê didin.

JÎNGEHA KEDÊ

*Karkerên ku li Artemêtanê ji bo debara xwe li nav zeviyên sîran dixebitin, her yek ji wan xwedî çîrokeke cuda ye. Ji karkeran hin jê bi darê zorê ji gundên xwe hatine derxistin, hin jê mamosteyên ku nehatine tayînkirin û hin jê jî xwendekar in. Karker her roj bi beramberiya 40-50 lîreyî eşêfiyê dikin.

ÇAND Û HUNER

*Mehmet Klay ku hema bêje hemû jiyana wî bi muzîkê derbas bûye wiha got: "Bi qasî ku dewlet destûrê dide huner tê kirin."