ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2017'AN

ROJANE

*Taxên Alîpaşa û Lalebey ku bi kuçeyên xwe navdar in, niha di nav pençikên "veguherîna bajarvaniyê" de ne. Niştecihê taxê ji bo Sûr a ku lê ji dayik bûne û mezin bûne wiha dipirsin: "Em ê bi ku ve biçin? Ji tîna mişkan jî kuçe terikandin" û wiha lê zêde dikin. Lê em ê terk nekin."

*Bi fermana qeyûmê Şaredariya Farqînê, di navê Navenda Jinê ya Meyayê de peyva "jinê" jê hat derxistin û navê wê wek Navenda Piştevaniya Malbatê ya Meyayê hat guherandin.

*Şirnexa ku piştî pevçûnên di dema qedexeyan de ji sedî 70'yê wê hat serobinokirin, vê carê bi derxistina ji statuya bajêr ket rojevê. Şirnexiyan li hemberî vê bertek nîşan da û wiha gotin: "Îktîdar ji bo berjewendiyên xwe tiştekî wisa xist rojevê. Dê ev biryar di warê aborî de Şirnexê biqedîne."

*Cigirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Nadîr Yildirim diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neyê rakirin behsa çareseriyê nayê kirin û betek nîşanî gotinên demên dawî yên "dibe ku pêvajoya çareseriyê ji nû ve destpê bike" da.

*Parêzer Gulşen Ozbek ji bo binpêkirinên mafan ê li dijî 41 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê bên lêkolînkirin serî li Wezareta Dadê da, diyar kir ku midûrê girtîgehê li gorî rêveberiyên veşartî tevdigere û xwest ku tevgera midûr bê lêkolînkirin.

* Panaberên Xisîstiyan ên ji Sûriyê hatin Hatayê, diyar kirin ku ji ber baweriya xwe li vir cara duyemîn rastî zext û tundiyêtên. Penaberan anîn ziman ku rastî êrîşên komên radîkal tên û rewşa Tirkiye bi qasî ya Sûriyeyê ye.

*Esnafên Bazara Turîstan a bajarê sanayî û zenginiyê Dîlokê li ber îflasê ne wiha gotin: "Di aliyê aboriyê de Dîlok tune bû."

*Hevjînên hev Ahmet Babur û Ruşen Yakut, bi hejik û êzingên ku berhev dikin hunerê îcra dikin.

*Yekemîn danişîna doza Surmî Înce ku di 18'ê Tîrmeha 2016'an de li bajaroka Xirvatê ya Gevera Colemêrgê dema ku tevî hevserê xwe xwarin ji zarokê xwe re dibir ji aliyê leşkerên ku ji wesayitên zirxî derketin ve hat gulebarankirin û di gulebaranê de jiyana xwe ji desta da, dê li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê bê dîtin. (09:30)

*Doza cînayeta Rêveberê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dink dê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin (10.00)

* Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, bi Parlamneterê Mêrdînê Mîthat Sancar û Parlamenterê Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, bi Heyeta Meclîsa Parlamenterên AGİT’ê li salona Civînê ya Rêveberiya Komê bên cem hev. (10.45)

* Doza Hevşaredarê Hênê Abdurrahmab Zorlu ku qeyûm tayînî cihê wî hat kirin û 65 sal ceza jê re tê xwestin dê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (11.00)

* Çalakiya parêzera ya “Nobeta Edaletê” dê di hefteya 10’emîn de li ber Edliyeya Çaglayanê berdewam bike. (11.30)

* Komîsyona Xebata Jiyanê ya ÎHD’a Stenbolê dê derbarê binpêkirinên mafan a meha Gulanê de li avahiya xwe daxuyaniyekê bide çapemeniyê. (12.00)

* Egîtîm Sen’a Enqereyê dê derbarê rapora nirxadina sala 2016-2017’an li navenda giştî daxuyaniyekê bide çapemeniyê. (12.30)

POLÎTÎKA

*Der barê 21 parlementerên HDP'î de bi daxwaza "rakirina destnedayînê" fezleke hatin amadekirin. Hemû liv û tevgerên parelementeran bûne mijara fezlekeyan. Di nav îdiayên ku tên kirin de, nameyên ji girtîgehan re hatine şandin, li Cizîrê beşdarbûyîna merasîma cenazeyê Mehmet Tunç û kesên din jî cih digirin.

EKOLOJÎ

*Serokê Şaxa ZMO ya Edeneyê Semih Karademir, bertek nîşanî biryara îmarê ya ji bo qadên zeytûnan da û got ku, milyonek mirov debara xwe bi van qadên zeytûnan dikin. Karademir, dest nîşan kir ku heke ev qad ji bo îmarê bên vekirin, dê rê li ber Soma û Ermenekên nû vebibe.

ABORÎ

*Li Colemêrgê ji ber valakirina gundan, operasyonên leşkerî, qedexekirina çûyîna zozan û çêreyan sewalkarî li ber qedandiniyê ye û her wiha hindik maye ku qesab jî kargehên xwe bigirin.