ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2017'AN

ROJANE

*Mûrat Eltîmûr, ku li Girtîgeha Hejmare 5 a Sîlîvriyê tê ragirtin, ji ber tedawiya wî ya fizîkî tê astengkirin masûlkeyên wî lawaz bûne û ji ber vê yekê niha bi rîska ku ji milê xwe yê rastê bibe heye. Rêveberiya girtîgehê daxwaza tedawiyê ya Eltimûr nabersivîne.

*Hat ragihandin ku, Tûfan Îlbaş û hevalên wî yên ku di dema "qedexeya derketina kolanan" a Nisêbînê de bi birîndarî hatin binçavkirin û paşê hatin girtin, nabin nexweşxaneyê. Hat gotin ku, ev saleke ku girtî nayên tedawîkirin.

*Li Geverê Qulûba Cîlo Trekkîng ku ji aliyê xwezahezan ve hat avakirin, fealiyetên çiyagerî, kişik, kaşûn û çandî bi rê ve dibe. Xwezahez, ji ber qedexeyan tenê dikarin biçin cihên diyarkirî û dema bixwazin biçin gundan divê destûrê ji cerdevanan wergirin û wiha gotin: "Nahêlin em li welatê xwe jî bigerin."

*Hîn jî qedexeya li ser goristana ku li Taxa Kişla ya Nisêbînê ye didome. Bi hinceta muhîmat di goran de hene, gorên hatine rûxandin nayên çêkirin. Her wiha kesên dimirin jî, di bin venêrîna polîsan de tên veşartin. (BI DÎMEN)

*"Te dît digotin Tercal. Aha Tercal ev Tercal e. Welleh û billeh trîlyonan jî bidin, dîsa jî ez ê ji mala xwe dernakevim. Ez li vir çêbûme û mezin bûme. Ma ez ê çawa biçim?" Xwediyê van gotinan jineke ji Taxa Alîpaşayê ye, ku naxwaze mala wê bê rûxandin...

*Der barê Osman Baydemîr de, bi hinceta bêyî bedêl 10 salan Mala Cemê tahsîsî elewiyan kiriye fezleke hat amadekirin. Ji bo fezlekeyê hikma "Di dema sepandina vê protokolê de heke nelihevkirinek derkeve holê, pêşî divê li gor baweriya elewîtiyê alîgir biçin Mala Cemê û nelihevkirinê bi axaftinê çareser bikin" wek hincet hat nîşandan. Dema Baydemir Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû, avahiya Cemê tahsîsî PSAKD'yê kiribû.

*Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin dê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê cara 637'emîn bên cem hev. (12.00)

*Li Amed û Îzmîrê dê xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan çalakiyên xwe yên heftane li dar bixin.

POLÎTÎKA

*Bi serokatiya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu heyeta CHP'ê serdana HDP'ê kir. Di serdanê de rewşa parlemeneterên girtî jî hat axaftin. Heyeta HDP'ê anî ziman ku parlementer bi operasyoneke berhêlîkirî hatine girtin û di vê mijarê de pêşniyara avakirin û lêkolînkirina dosyeyan li CHP'ê kir.

ÇAND Û HUNER

*Peykertiraş Bahattin Şeren, ku li Mîlasê tevî 6 hevalên xwe mala hunerê ava kiriye û feraseta "Hunera ji bo civakê" esas digire, hunera xwe wek "Her ku em çakûç lê didin, xeyalên me derdikevin holê" pênas kir.

EKOLOJÎ

*Li Çetîllî Bûrnûyê, li gel biryara dadgehê jî, ji hêla Koma BESA'yê ve înşeata otela bêruxset didome. Li herêma ku înşeata otelê lê didome, derket holê ku qismeke behrê hatiye tijekirin. Her wiha bêdengiya rayedaran jî bû cihê nerazîbûnan.