ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2017'AN

ROJANE

*Prof. Dr. Ahmet Ozer, derbarê biryara “referanduma serxwebûnê” ya li Herêma Federal a Kurdistanê diyar kir ku ev mafê kurdan ê diyarkirina qedera xwe ye û wiha got: “Ji ber helwesta Tirkiyeyê xeyalên Barzanî hilweşiyane û ev hilweşîn ji roja DAÎŞ’ê êrîşî Kerkûkê kiriye heta niha didome.”

*Prof. Dr. Baskin Oran, diyar kir ku yeko yeko berdana zavayan bi xwe re hesta raperînê zexim dike û wiha got: "Newêrin dest bidin lingê siyasî yê darbeyê." Oran, li hemberî berdana zavayan a bi hinceta "xwediyê rûniştgehê" ne jî wiha bertek nîşan da: "Ma rojnamger û parlementerên girtî li bin pirê dimînin?"

*Ji ber operasyona ku li herêma Tendurekê didome û qedexekirina zozanên li Giyadînê, welatî nikarin biçin zozanan û ji ber vê yekê ji neçarî çêreyên gundên din kirê dikin.

*Staja ku dê xwendekara Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Akdenîzê H.S. bikirana, li ser vegotina "Hûn çawa stajê bi van xwendekaran didin kirin" a muduriyeta polîsan hat betalkirin.

*Li Êlihê bi hinceta li ser civaka medyayî nivîsa "I love PKK" parve kiribû, der barê welatiyê bi navê H.A. de doz hatibû vekirin. 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê, bi hinceta ku ev nivîs "şidetê teşwîq nake" H.A. beraet kir.

*Li Cizîrê li qada ku jêrzemînên ku di dema qedexeyan de bi dehan kes di wan de hatin şewitandin û kuştin, niha avahiyên TOKÎ'yê tên çêkirin. Hîn jî li herêmê bêhn tê û ev yek îhtimala ku hîn jî cenaze li herêmê hene xurtir dike.

*Malbatên roboskiyî li dijî astengkirina çalakiya wan a ji bo edaletê bertek nîşan dan û wiha gotin: "Ji bo rawestandina vê neheqî û zilma evqasî dijwar û giran, em ê tim daxuyaniyê bidin."

*Li Rihayê, Hemama Wezîr ku 314 salan şahidiya dîrokê kir, piştî ku hat restorekirin berpêşî rantê hat kirin. Kargerekî bi pêvekan deriyê rantê ya li avahiya dîrokî hinekî berfirehtir kir. Lê belê der barê pêveka vî kargerî de biryara rûxandinê hat dayîn. Li gel biryarê jî, şaredariya AKP'î bi hinceta "kêmasiya xebatkaran" rûxandinê pêk nayîne.

*Yek ji taxên ewil ên Reqayê ku hatin azadkirin Taxa Sebahiyê ye. Malbata ku ji ber hovîtî û zilma DAIŞ'ê ken û bişirîn ji bîr kiribûn, bi mertala parastinê ya QSD'ê careke din ew bişîrîna hatibû jibîrkirin lê ruyê wan peyda bû.

*Nexweşê bi navê Hesen Mirado ku li kampa penaberên êzidî ya li Midyadê dima, ji ber ku bijîşkên kampê lê nenirîn û ji ber ku nikaribû pereyê tedawiyê yê nexweşxane jê dixwest bide mir.

* HDP'a Stenbolê dê li Navenda Pêşandanê ya Bostnciyê 2'yemîn Kongreya Awarte pêk bîne. (11:00)

JIN

*Ji ber sûcên şîdetê yên li dijî jinan di 3 mehên destpêkê yên sala 2017'an de, ji 18 dozan di 5'an de ji zilamê sûcdar re bi hinceta "halê baş" û "tehrîka bêmaf" kêmkirina ceza hat dayîn, ji 2 dozan jî bersûc hatin berdan û jinan diyar kir ku biryar lê li pêşiya şîdetê vedike.

HERÊMÎ

*Piştî erdheja Wanê, TOKÎ'yê li gundê Yûkari Bakraçê avahî çêkirin, lê belê ji bo van avahiyan ne av û ne jî rê hat çêkirin. Ji ber vê gundî van pêdiviyên xwe li gundê ku kîlometre û nîvekê dûrî wan e peyda dikin. Gundiyan wiha got: "Em qediyan lê pirsgirêk neqediyan."

*Krîza aborî û pêvajoya pevçûnî, pişta esnafên bazarê jî şikand. Esnafên ku ji firotinan ne kêfxweş in, xwestin ku demildest aştî çêbibe. Bazarvanan, anî ziman ku kesên ku rewşa wan a aborî nebaş e tên bazaran, lê dema pere tune be xizan jî nikarin bên.

EKOLOJÎ

*Ji sedî 70'yê Bendava Farqînê temam bûye. Heke bendav bê temam kirin dê Geliyê Godernêya dîrokî û 50 gund di bin avê de bimînin. Ekolojîstan bertek nişan da û wiha gotin: "Bîra civakiyî tê tunekirin."