ROJANE
* Gelê Lîcê di 5 meh û 10 rojên 2017'n de 50 roj di bin dorpêç û qedexeya derketina derve de derbas kirin. Li 7 navçeyên Amedê di nava 5 mehan de 28 caran qedexeyên derketina derve hat îlan kirin û 101 rojan berdewam kir. Tenê li gunden Lîcê 11 caran qedexeya derketina derve hat îlankirin û 50 rojan di bin dorpêç û qedexeya derketina derve de derbas kirin.
* Bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu li 70 emdamên Meclîsa Şaredariya Wanê, ji ber piştî erdheja 2011'an qadên vala kirin park û dar çandin, der barê wan de lêpirsîn hat vekirin.
* Endamê Komîsyona Pişeaziyê ya Meclîsa Tirkiyeyê yê CHP'î Tacettîn Bayir, diyar kir ku divê der barê pêşnûmeya zeytûnan de Komîsyona Çandiniyê binirxîne û wiha got: "Cara 7’emîn tinin rojeva meclîsê û dixwazin vê pêşnûneyê di meclîsê re derbas bikin. Kî zorê li we dike?. Pêşnûmeya ku 6 caran hat redkirin hûn çima israr dikin? Ger ku ev keştî nokî avê bibe hûn dê tev biçin."
* Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi armanca şewirmendiya gelê Sûrê dê sifreya ruyê erdê li Ben û Senê raxin û fitarê bidin gelê Sûrê.
* Serokê Şaxa Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal (PSAKD) a Amedê Cafer Koluman, bertek nîşanî fezlekeya der barê Osman Baydemîr de hatiye amadekirin da û got: "Osman Baydemir li gorî hiqûqa elewiyan cemxane ava kir. Ji ber vê yekê fezleke di heqê wî de amade kirin. Fezlekeya ji bo Baydemîr tê wateya nenaskirina elewiyan."
* Serokê Odeya Esnaf û Sinetkaran ê Geverê îrfan Sari bertek nîşanî dîwarê di navbera Gever û Îranê de tê lêkirin da û wiha axivî: "Di hemû şîn û dawetan de çûn û hatina herdu aliyan hene. Ev yek bi awayekî fermî pêk tê. Ev tişta ku bi pasaportê pêk tê bi lêkirina dîwar dê kêm bibe. Yanî ji aliyê kurdan ve tiştekî ku nayê qebûlkirine."
* 6'emîn rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Berê Figen Yuksekdag dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê dîtin. (10.00)
POLÎTİKA
* Fermandarê YBŞ'ê Zerdeşt Rêvîn pilan û pirojê li ser Şengal û gelê wê nirxandin. Revîn, anî ziman ku ji ber PDK nikare êzîdîyan ji cihe wan derxe, planen perçekirinê dixe meriyetê.
ABORÎ
* Karkerê xurdevaniyê ku bi şev û roj dixebitin û bermahiyan kom dikin, diyar kirin ku bi şev û roj dixebitin, lê êdî nikarin bi xurdevaniyê debara xwe bikin. Karkeran anîn ziman ku serê kîloyê 150 quriş qezenç dikin.
* Ji ber krîz û polîtîkayên şer ên li bajarên kurdan sektora sewalkariyê ber bi tunebûnê ve diçe. Xwedîkerên ku ji karê xwe bêhêvîne, diyar kir ku dema ji Kurdistanê sewal neyên sewalkarî tune dibe û wiha gotin: “Êdî xwedîkerî jî nema. Ji ber şerê li Kurdistanê û bûhayê firotina sewalan girane, sewalkarî tune bû.”
JINGEHA KEDÊ
* Li Îzmirê kedkarên perwerdehiyê yên di 29'ê Kanûnê de tev li çalakiya berdana kar bûbûn rastî cezayê “Birîna meaş" û “rawestandina kidemê" hatibûn. Kedkarên perwerdehiyê ku rastî ceza hatin û îtîraz kirin, Dadgeha Îdarî îtiraza wan qebûl kir û ceza betal kir.