ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2017'AN

ROJANE

*Li Artemêtana Wanê, ji ber ku pêşî lê nayê girtin Cihoka Şamranê talûkeyê dide der. Niştecihên taxê gelek caran serî li DSÎ'yê dan, lê belê dîsa jî tu tevdîr nehatin girtin. Niştecihên taxê ji vê rewşê nerazî ne.

*Ji bo gerînendeyê nûçeyan ê DÎHA'yê Omer Çelîk ku 157 roj in girtiye û der barê wî de tu îdianame nehatine amadekirin, bi derpêşkirina binpêkirina madeyên 3, 5, 10 û 13'emîn ên PMME'yê parêzerên wî bi "daxwaza lezgîn" serî li DMME'yê dan.

*Li Ceyhanê aşê ku di sala 1996'an de hat çêkirin, 51 sal in li hemberî fabrîkayan li ber xwe dide. Ethem Abaci ku aş ji malbata wî jê re maye, anî ziman ku li gel hemû zor û zehmetiyan jî ew ê deriyê aşê xwe neqefilîne.

*Li Şirnexê, dest bi rûxandin avahiyên ku der barê wan de biryara rûxandinê tune ye jî hat kirin. Komên girêdayî Wezareta Hawirdorê ji welatiyên ku naxwazin ji malên xwe derkevin re wiha gotin: "Hûn bi ku ve diçin biçin me eleqedar nake. Ev ne pirsgirêka me ye."

*Li Taxa Alîparê ya navçeya Rezanê, bi hinceta fatûreya wan a ceryanê "Kêm e" 4 hezar û 500 lîre ceza li gelek malan hat birîn. Tişta ecêb ew e ku li hin malên ku ceza li wan hatine birîn tu kes najî.

*Ji Misilmanên Dij Kapitalist Zeynep Duygu, hewldan û xebatên sifreyên ruyê erdê nirxandin û diyar kir ku ev keda kolektif nişan dide û dikarin bi hev re û bi tifaqî bijîn. Duygu, anî ziman ku sifreya ruyê erdê remza yekîtî û tifaqiyê ye.

*Dîmenên nû di dosyeya doza 5'ê Hezîranê ya Amedê de cih girtin. Li gor dîmenên MOBESE'yê tevî bersûcê DAIŞ'î Orhan Gonder kesekî gomlekê wî şîn jî dixuyê. Di dîmenan de polîsek bi Orhan Gonder û wî kesî re têkiliyê datîne.

*Dadgehê hinceta 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê ku li nûçegihanê me Mehmet Guleş birî daxuyand. Dadgehê parast ku Guleş "Nûçegihanê ajaneseke ku bi xuyanga legaliyê fealiyetên îllegal bi rê ve dibe". Dadgehê ji bo Guleş wiha îdia kir: "Ziman û jargona wî ya nûçeyên ku radigihand, dema tevî mijarên wan tên nirxandin diyar dibe ku bersûc endamê çapemeniya rêxistina çekdarî ye."

*Li gorî daneyên MEYA-DER’ê ya bi KHK’ê hat girtin ev nêzî du salan e li gelek bajaran zêdetirî 269 cenazeyên endamên YPS û HPG’ê radestî malbatan wan nayên kirin. Hevserokê MEYA-DER’a Amedê Hasan Pençe diyar kir ku 269 cenazeyên kesên di şerê li bajar û bejahiyî de jiyana xwe ji dest dane, li nexweşxaneyan û goristanên bêkesan tên rawestandin.

*Li kuçe û kolanên taxên azadkirî yên Reqayê bêyî tirs û xof dengê zarokan bilind dibe. Jinên ku kincên rengîn li xwe kirine hevcinsên xwe yên ku ew rizgarkirina hembêz dikin ji jiyana nû re dibêjin "Ehlen-merhaba”.

HERÊMÎ

*Li Wanê, xweyîkerên heywanan ku bi hatina biharê re heywanên xwe birin mêrg û zozanan, niha jî dest bi qusandina pez kirin.

JÎNGEHA KEDÊ

*Karkerên çandiniyê ku her sal ji Mereşê ji bo li nav erd û baxçeyan bixebitin tên Ceyhanê, ji ber betaliyê gilî û gazincan dikin. Ji karkerên ku ji ber cihê razana wan tune ne û li avahiyên vala radikevin Arcem Guneş, got ku di mehekê de ew carekê tenê çûye kar û tenê carekê serê xwe şûştiye.

ANALÎZ

*Di krîza Qeterê de hemû hêzên navnetewî û herêmî bi riya daxuyaniyên dîplomatîk pozîsyonên xwe diyar kirin. Hemû hêz li gorî berjewendiyên xwe yan piştgirî dan Qeterê, yan jî li dijî Qeterê derketin. Dewletên ku ewil Qeterê parastin dewleta tirk û Îran bûn. Lê hêzên wekî Almanya û Fransa jî nêzîkatiyên nerm nîşan dan. Rusya nîşan da ku krîza Qeterê Rusya eleqadar nake. Amerîka daxuyaniyên nakokiyî dan. Lew, Serokê Amerîkayê Donald Trump li dijî Qeterê daxuyaniyên tund dan, lê Wezîrê Têkîliyên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson jî daxuyaniyeke nerm da.