ROJANE
*Li Qelqeliyê, ji ber ku berkazên Bendava Serdoşabiyê xitimîne, 3 sal in av naçe 4 gundan. Ji ber vê rewşê, li herêmê 20 hezar donim erd nayê çandin. Welatî li hemberî DSÎ'yê nerazîbûn nîşan dan.
*Her roj gelek balafirên şerî ji Binkeya Jetê ya Sereke ya Hêzên Hewayî ya 2'yemîn a Amedê radibin û datînin. Ji ber vê gelek teqereq û xirecir çêdibe û ev hengame jiyana welatiyan tarûmar kiriye.
*Esnafên ku bixwazin li navçeya Eyyûbiyeyê kargehê vebikin, şaredarî di bin navê "Bexşê" de zêdeyî hezar lîreyî ji wan distîne. Dema esnaf vî pereyî nedin, nikarin ruhsetê bistînin. Şaredariyê wiha got: "Şaredariya me nû ye, pêdiviya me bi vî pereyî heye."
*Ber bi navçeyên Hatayê yên cîranê Sûriyeyê sewqiyatên leşkerî zêde dibin. Li hin gundan ji bilî gundiyan destûra tu kesî nayê dayîn ku biçin û bên û her wiha hat derpêşkirin ku li avahiyê 2-3 qatî yên li ser sînor rêveberên El Nûsrayê dimînin.
*Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya li Reqayê bi hemû beza xwe didome. Di operasyonê de bi sedan kes hatin rizgarkirin. Şêniyê Reqqayê Abdulah Mihemed ku jinek Êzidî kirîbû lîstika DAÎŞ'ê vegot. Mihemed, anî ziman ku DAÎŞ'ê jinên êzîdî li bazara Reqayê difirotin."
* Rûniştina doza TIR'ên MÎT'ê dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)
* 1'emîn Rûniştina doza Rojnameger Nedîm Turfent ê 13 mehin girtî ye dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê bê dîtin. (10.00)
* Bi tevlêbûna Serokên TMMOB'ê dê li Navenda TMMOB'ê civîna çapemeniyê bê li darxistin. (11.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser rewşa Sûrê dê li avahiya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)
* Kedkarên perwerdehiyê bi armanca piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe yên hatin îxrackirin dê li Kolana Yukselê di roja 218'an de çalakiya xwe bidomînin. (13.30-18.00)
* Rêxistina HDP'ê dê li Navçeya Sûrê li Ben û Sen'ê sifreya Ruyê Erdê dîne û xwarina fitaran bide welatiyên Sûrê. (19:50)
POLÎTÎKA
*Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wiha got: "Ji bo şikandina wê tirsa ku bi girtina me xwestin li civakê belav bikin bişkînim bi taybetî min bêtir berê xwe da huner û wêjeyê. Peyama ku dixwazim bi vê yekê bidim ev e; em di hucreyên xwe yên di girtîgehê de ji tirsan narehilin. Moralê me baş e, em bihêz in û natirsin."
JIN
*24 jinên Soma, bi salogana "Xweliya Komirê bêhna sabûnê" li Çiyayê Xweliyê li dijî komirê mala sabûnê avakirin. Jin bi vê hewldanê dixwazin aboriya alternatif pêş bixin.
JÎNGEHA KEDÊ
*Li Westanê karkerên çandiniyê, bi beramberiya 40 lîreyî rojê 12 saetan dixebitin. Li nav erdê ku ji zarokan bigire heta extiyaran dixebitin, tam 6 mehan tevrik û eşêfiya kartol, xiyar û xasan tê kirin.
ABORÎ
*Mehmet Sangûr ku li Taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Hevrîşîmê kewarên xwe yên mêşan danîne erdekî beyar, diyar kir ku ew her sal diçûn zozanên Pirneşîn, Terpinêr û Porsê yên Miksê, lê belê îsal ji ber "qedexeyê" ew nikarin biçin.
*Xwediyên otelên ên li herêma Kiz Kalesî ya navçeya Erdemliyê otelan didin xebatê, ji ber ku kêmbûna tûrîstan tengezar in. Karmendên otelan sedena nehatina tûrîstan jî bi polîtîkaya desthilatdariyê ve girêdan û aşkera kirin ku almanan gotiye ku 'Em ê li welatekî ku serokê wê ji me re bêje Nazî û faşîst, em ê çi bikin.'
*Komîsyona Pîşesaziyê ji bo zagona têkildarî baxçeyên zeytûnan bikin qadên kan û pîşesaziyê di rojê pêş de kom dibin. Beriya komîsyon kom bibe, rençberên zeytûnan bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew naxwazin baxçeyên bihiştê bikin qadên kan û sanayê û wiha gotin: "Bila baxçe û bihiştên me neyên jêkirin garî. Em sanayê naxwazin."
EKOLOJÎ
*Li ser riya 60 kîlomtreyî ya di navbera navenda Şirnex û navçeya Qilebanê de ye, ji aliyê DSÎ'yê ve çêkirina bendavan didome. Ji ber ku serê 10 kîlometreyan bendavek tê çêkirin, robar zuha dibin.
ANALÎZ
*Ji bo mijara hemû nakokî, pêvçûn, qûtbûn, tevlîbûna komên çeteyan, nîqaş, lihevkirina dewletên navneteweyî bi taybetî Rûsya û Amerîka ya li ser herêma Şehbayê bê fêmkirin, pêwîste mijara girîngî û stratejîkbûna Idlibê bê fêm kirin. Lewra bikeneke encamên hemû nakokî û nîqaşan li ser vê heremî kom dibe.
ÇAND Û HUNER
*Hunermenda karê çînî Yekbûn Yaş ev 12 sal e li Amedê hunera çînî li îcra dike. Di neqşên Yaşê de rengên gelek neteweyên li ser axa Mezopotamyayê hene û neqşên wê wekî mozaîka neteweya demokratîk e.