ROJEVA 06'Ê KANÛNA 2016'AN

ROJANE

*Wezîrê Karên Hundurîn Suleyman Soylû bi artêşeke polîsan hat navçeyê. Esnafên Sûrê dibêjin ên beriya wî jî hatin, tenê derdê wan ew bû ku hunera xwe nîşan bidin.

*Parêzerê zarokê girtî yê bi navê K.T, Huseyîn Bogatekîn têkildarî K.T de got, ew di nava salekê de 4 caran hatiye sirgûnkirin û cihê zarokan ne girtîgeh cem dayik û bavên wan e.

*Li Aladagê piştî facîaya ku 11 jê xwendekar û yek jê jî perwerdekar jiyana xwe ji dest dan, çav li tevdîrên ku nayên girtin digerin. Derket holê ku li avahiya qaymeqamtiya navçeyê jî pêlika şewatê tune ye.

*Li Zanîngeha Dîcleyê der barê 18 xwendekarên ku bi meşekê Aydin Erdem ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin bi bîr anîn de, bi daxwaza 90 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin.

*Hevseroka TEV-DEM'ê Ayşe Efendî anî ziman ku, wê komun bi 6 komîte û bi rêya 12 meclîsên bi awayekî pramîtî bi rêxistin bibin û xwe bi xwe bi rê ve bibin.

*Elî Xidro yê ji ber zilma DAIŞ'ê xwe li Dîlokê hêwirand û yê li vir jî debar nekir û dubare berê xwe da Kobaniyê wiha bang li kobaniyan kir:"Bila gepek nanê me yî tisî hebe, lê bila li xaka me bi awayekî azad hebe."

* "Meclîsa Yekîtiyê ya ji bo Demokrasiyê" ji bo rakirina OHAL'ê û rawestandina KHK'an bi navê "Dirêj neke" dê kampanyayekî nû bide destpêkirin.

EKOLOJÎ

*Li qada Bayrakli Salhane ya ku erdê wê wekî pişta masî ye, projeya 14 balexaneyên bilindbûna wan di navbera 26 û 62 qat û 110-200 metreyan de tê guhertin, bûye wekî qumarê û avakirina wan didome. Avahiyên bilind ku bi erdhejên biçûk jî talûkuya wan a hilweşandinê heye çav lê tê girtin.

* Li navende Rihayê bi soza "qada şînahî" AVM ên ku hatine çêkirin niha ji bo avahiyê qadax ên li vê derê di bin navê "tadîlata projeyê" ruhsat tê dayîn.

* Dema xebatê kişfê ya Santrala Nukleer a Akkuyuyê parêzeran ji rayedarên rûsî pirsa "Li Rûsyayê ji ber şaşîtiya hilberînê reaktorek xira bû. Gelo dibe ku li vir jî pirsgirêkekî bi vî rengî çêbibe? Gelo li reaktora li Mêrsînê tê avakirin jî tiştekî bi vî rengî bibe?" bi gotina "dibe, ev rîskekî bazirganî ye" bersivandin.

JÎNGEHA KEDÊ

*Mîthat Guzel ê ku ev nêzî 30 salî ye tevnkeriyê dike, li dezgeha xwe yî ku li hemberî demê li ber xwe dide, êdî nikare xalîçeyên xwe yî bi tevnê çêdike bifiroşe.

ÇAND Û HUNER

*Li ODTU'yê 29'emîn pêşangeha pirtûkan a her sal tê lidarxistin dest pê kir. Wê di pêşangeha îsal de pirtûkên zarokan, ji bo avakirina pirtûkxaneyan a li gundan, wê bi pirtûkên li dezgeha Civata Ragihandinê re bên pevguherandin.

*NÇM'ya ku bi KHK'ê deriyên wê hatin mohrkirin, li nav gel xebatên xwe didomîne. Endamê KOma Pelê Devrîm Ozluk yê di bin banê saziyê de xebatan dimeşîne wiha got:"Huner û hunermend nayên mohrkirin. Em ê li kuçe û qadan hunera xwe bidomînin û ragihînin nifşên nû."