ROJANE
*Di dosyeya lêpirsînê ya Mehmet Erkek ku di sala 2011'an de winda bûbû û 70 roj şûnde cenazeyê wî hatibû dîtin de tu pêşveçûyîn çênebûye.
*Masîpankên ku li Gola Wanê dijîn û di dema zêdebûnê de tersê herkana avê avjeniyê dikin, dema ji mecbûrî ber bi ava şêrîn ve koç dikin, wê rêwîtiya wan a mecbûrî dîmeneke bedew dide der.
*Girtiyên siyasî yên Girtîtîgeha Tîpa E ya Trabzonê, derpêşkirin ku çalakiyên wan ên civakî tên astengkirin û girtiyên ku li dijî lêgerîna tazî dertên tên derbkirin. Her wiha îdareya girtîgehê jî diyarkir ku ev îdia ne rast in.
*Girtiyê 65 salî Mecît Bayraci ku li Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê tê ragirtin, çavekî wî nabîne. Heke Bayraci neyê emeliyatkirin dê çavê xwe yê din jî winda bike.
*Bêhn ji Çemê Firatê ku bi bendavan bend li pêşî hatine danîn, tê. Ji ber ava Firatê ya sekan çirav çêbûne û ji ber vê jî ji kelmêşan derbas nabe. Bêrecûkî bertek nîşanî vê rewşê dan.
* Parêzer, ji bo piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe yên girtî dê "Nobeta Edaletê" di hefteya 10'an de li pêş Edliya Stenbolê çalakiya xwe berdewam bikin. (11.30)
* DÎSK, di salvegera berxwedana 15-16'ê Hezîranê de bi şîara "Em li Tazmînata Kidemê xwedî derdikevin" li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Malbatên 24 welatiyên Roboskê yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan dê di hefteya 285’an de çalakiya "Lêgerîna Edaletê" tevî qedexe û astengiyan li ser goristanê berdewam bikin. (16.30)
* Platforma Ji Xerakirina Sûrê re Na" dê li taxên Alipaşa û Lalebeyê Sifreya Ruyê Erdê dîne. (19.45)
* Rêxistina CHP'ê ya Stenbolê ji bo wekil Enis Berberoglu li Parka Maçka çalakiyê pêk bînin. (11.00)
* Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP),dê bi tevlêbûna hemû rêveberên xwe li Salona Vedat Aydin a Konferansê ya DBP'a Amedê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)
POLÎTÎKA
*Parêzer Cengîz Çîçek ku bû Hevserokê HDP'a Bajêr a Stenbolê wiha got: "Tirkiye dê bi azadbûyîna nîjad û pêkhateyên cuda azad bibe. Temînata vê jî HDP ye. Sedema evqas êrîşan jî ew e ku ji ber vê avaniya homojen di xwe de dihebîne."
EKOLOJÎ
*Serokê Şaxa Komeleya Parastina Xwezaya Tirkiyeyê ya Hatayê Abdûllah Ogunç, anî ziman ku şerê ku li Sûriyeyê diqewime tenê bandorê li mirovan nake. Ogunç, got ku dîwarê ku li ser sînor hatiye lêkirin, qadên jiyanê yên xezalên Kirikhanê zaf teng kiriye.
*Alîgira Hevserokatiya Giştî ya Berpirsa Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun, diyar kir ku bi "Pakêta Reforma Hilberînê" dê gelek qad veguherin qadên maden û pîşesaziyê. Ustun, got ku dema ji bo rantê mudaxileyî ekosîstemê tê kirin, hemû giyanewer bedêla vê yekê didin.
ABORÎ
*Ji ber şerê li Sûriyeyê li navçeyên Hatayê yên nêzî sînor betalî zêde bû. Welatiyên ku bi piranî bazirganiya sînor, çandinî û sewalkarî dikirin, ji ber ku bi şer re xeta sînor hat girtin ji neçarî koçî bajarên wek Antalya û Stenbolê dikin.