ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2017'AN

ROJANE

*Bi rêziknameyeke nû peyva aştiyê li pênaseya hin polîsan hat zödekırın. Kesên xizmên wan ji aliyê polîsan ve hatin kuştin, li hemberî vê rewşa bertek nîşan dan. Hevjînê Pinar Gemsîzê, Yaşar Gemsîz wiha got: "Heke dixwazin samîmiyeta xwe bi me bidin bawerkirin, divê hevrûyê sûcên ku heta niha kirine bibin." Sebla Arcan a ÎHD'yî jî vê guhertinê wek "hewldana jibîrkirina sûc" nirxand.

*Îsal di dîrokên cuda de gelek caran li hin gundên Licê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin û ji ber van qedexeyan bi qasî du mehan welatî nikaribûn tevbigerin. Welatiyan diyar kir ku, êdî ew nikarin sewalvanî û çandiniya ku debara xwe pê dikin bikin û wiha gotin: "Jiyana girtîgehê bi me didin jiyîn."

*Di şewata ku 5 sal berê li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê derketibû 13 kes miribûn. AYM der barê bûyerê de biryara "Mafê jiyanê hatiye binpêkirin" dabû, lê belê heta niha di lêpirsînê de bi qasî serê derziyê jî pêşveçûyîn çênebûye.

*Ji ber ku di salên 90'î de cerdevantî qebûl nekirin malbata Dogan ji neçarî koçî Nisêbînê kiribû, lê niha li vir careke din hat mexdûrkirin. Înzaver Dogan ku her du çavên wî nabînînin û di dema qedexeyê de mala wî hat rûxandin, 18 meh in meaşê wî yê berastengiyê hatiye birîn û her wiha 2 zarokên wî hatine girtin. Malbatê banga piştgiriyê kir.

* Baroya Amedê, dê serdana malbata Pakîze Hazar ku li Licê wesayîta zirxî ew eciqand û jiyana xwe ji dest da, bike. (11.00)

*HDP, ji bo balê bikşîne ser rewşa parlementerên girtî dê li ber AYM'ê daxuyaniyê bide. (11.30)

*Berkîn Elvan ku di dema çalakiyên Geziyê de polîsan ew kuşt, dê li Okmeydaniyê li cihê ku gule lêket bê bibîranîn. (11.30)

*HDK, dê binçavkirina 17 kesên ku di operasyona li hemberî siyasetmedarên kurd de li Amedê hatin binçavkirin bi daxuyaniyekê şermezar bike. (12.00)

*Şaxa ÎHD'a Rihayê dê der barê girtina parlementeran de li avahiya xwe daxuyaniyê bide. (13.00)

*Parêzerên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demirtaş, Fîgen Yuksekdag û siyasetmedarên kurd, dê li Otela Hîllê ya Taksîmê daxuyaniyê bidin. (13.30)

*Baroya Amedê, ji bo dîtina kiryarên Tahir Elçî û lezandina dosyeya lêpirsînê dê li ber Edliyeya Amedê çalakiyê li dar bixe. (13.30)

POLÎTÎKA

*Parlementerê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, di dema betalkirina destnedayînan de bi van gotinan CHP hişyar kiribû: "Nekevin vê dafikê, dê dora we jî bê." Onder, got ku girtina Berberoglû jî di nav de CHP hemû hovîtiyên hatin kirin destek kirin. Onder, anî ziman ku ew li bendê ne ku CHP bangeke xwerexnedayînê di xwe de dihebîne û muxalefeta civakiyî zexm dike bike.

*Endamê Dîwana Serokatiya KCD'ê Mûsa Farisogûllari, diyar kir ku rêza wan ji bo referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Federe heye, lê belê ev biryar di xwe de hin kêmasiyan dihebîne. Farisogûllari, dest nîşan kir ku divê beriya referandûmê hemû hêzên kurdan ji bo xebatên yekîtiya netewî ku KNK ji bo wan bang kiribû bên gel hev.

ÇAND Û HUNER

*Hunermend Tahîr Bozkûrt, bi navê “Mende - Çar Demserre Dêrsim’de Manenî" albuma wêneyan ku çîroka extiyarên li gel polîtîkayên koçberiyê jî Dersimê neterikandin amade kir. Bozkûrt wiha got: "Heke ew jî biçin em ê dest vala bimînin. Divê em vegerin wê erdîgariya ku em pê dizanin."

*Dengbêj Naîf Munisî ji zarokatiya xwe heta niha dengbêjiyê dike û di zarokatiya xwe de ji bo bibe dengbêj tim tevgeriyaye. Munîsî, gihaşt meqseda û mirada xwe got ku dengbêjî çanda gelê kurd a herî qedîm e û heta sax be ew ê dengbêjiyê bike.

ABORÎ

*Sewalvanên rihayî, ji ber zêdebûna buhayên êm û kayê êdî nikarin tevbigerin. Li gel vê rewşê hikûmet jî, ji dêvla ku piştevaniya wan bike, dixwaze bi îthalata heywanan çareseriyê peyda bike. Sewalvanan diyar kir ku, ev rêbaz buhayên goşt zêde dike û ji ber vê sewalvan êdî nikarin heywanan xwedî bikin.

JÎNGEHA KEDÊ

*51 roj in çalakiya karkerê Fabrîkaya Goran a Bonyê Hakan Gurses didome. Gurses, anî ziman ku di warê aborî de ew ditengije lê belê dîsa jî ew ê dev jê bernede. Gurses, got ku tenê daxwaza wî mafên wî yên kesîdeyî û vegera ser kar e.