ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2017'AN

ROJANE

*Rojnamger
-Nivîskar Şaban Îba, derpêş kir ku wê girtina parlementerên CHP'ê bi girtina Enîs Berberoglû re sînordar nemîne. Îba, diyar kir ku CHP "muxalefeteke kontrolkirî" dike û wiha got: "Pêşî divê CHP xwe ji vê rewşê xelas bike."

*Li Colemêrgê ji ber valakirina gundan û qedexekirina zozanan, her ku diçe sewalvanî kêm dibe û ji ber vê welatî xweşikî nikarin hiriyê peyde bikin.

*Zarokên girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş ku tedawiya wî nîvco hat hiştin û dubare ew birin Girtîgeha Şakranê û li hucreyeke yekkesî tê ragirtin, wiha bang li rayedaran kirin: "Bavê me yê nexweş berdin."

*Hilbijêrên CHP'î yên di "Nobeta Edaletê" de cih digirin li dijî girtina Parlementerê CHP'ê Enîs Berberoglû bertek nîşan dan. Hilbijêran, "Meşa Edaletê" wek biryareke derengmayî nirxandin û gotin ku, dîsa jî ji bo gavavêtinê ne dereng e.

*Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, rêveberiya girtîgehê 2 meh in ku ji girtiyê nexweş Ensarî Bor re dibêje "li benda dora xwe bisekine" û bi vî awayî sewqî nexweşxaneyê nayê kirin.

*Li Kolana Yukselê polîsan şidet li Kezban Saçilik kiribû û her wiha polîsekî jî pehîn li ser çavê wê xistibû. Serokatiya Meclîsê diyar kir ku ev pêkanîn ne li gor Rêznameya Hundurîn e û pêşniyaznameya ku di vî warî de hat dayîn nexist rojevê û îade kir.

*Zarokên Sûra ku tam 103 rojan bû hedefa tang û topan, hîn travmaya şer ji ser xwe neavêtine, niha bi gefa rûxandinê re bi dûrxistina ji kuçeyan re rû bi rû ne. Ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Elvan Koçer ku ji bo zarokan çalakiyên piştevaniyê li dar dixin wiha hişyar kir: "Veqetîna ji kuçeyan, hepskirin e."

*Pakîze Hazar ku dema ji bo meaşê xwe yê extiyariyê bistîne çû Licê, wesayîta zirxî ya polîsan ew eciqand û kuşt. Xwişka wê Hasret Yaşarer ku bi tesadufî bû şahidê eciqandina xwişka xwe, ragihand ku polîsan kisîkek reş daye wê û jê xwestine ku lebatên xwişka xwe yên li hawirodorê belavbûne berhev bike.

*Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin dê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê cara 638'emîn bên cem hev. (12.00)

*Li Amed û Îzmîrê dê xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan çalakiyên xwe yên heftane li dar bixin. (12.00)

* Rêxistina CHP'ê ya Îzmirê bi armanca piştgiriyê bidin Enis Berberoglu û meşa Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kılıçdaroglu dê li Qada Cumhuriyetê ya Îzmirê kom bibin û ber bi Stenbolê ve dest bi meşê bikin. (10.00)

* Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Semih Ozakça û Nuriye Gulmen ku 101 rojin didome dê li pêş PTT'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bide û Serokwezîr re faksan bişîne.
(11.30)

* Komisyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'êya Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê çalakiya “Rûniştina F" pêk bîne. (13.30)

* Kedkarên cemaweriyê bi armanca piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên 101 rojin di çalakiya greva birçîbûnê dene, dê li Kolana Yukselê çalakiya rûniştinê berdewam bikin. (13.30-18.00)

*

POLÎTÎKA

*Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Bariş Yarkadaş wiha got: "Li dijî faşîzmê divê hemû hêzên demokrasiyê li eniyeke yekbûyî bên cem hev."