ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2017'AN

ROJANE

*Piştî ku qeyûmê tayînî Şaredariya Agiriyê bû Navenda Çandê ya Sema Yuceyê girt, mamosteya kurdî ya navendê Avşîn Aslan li park, kargeh, qehwexane û malan dersê dide xwendekarên xwe.

*Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû, diyar kir ku "Meşa Edaletê" ya ku CHP daye destpêkirin meşeke watedar e û divê xwedî lê bê derketin û wiha got: "Divê ev meş xwe bigihîne heta Edîrneyê."

*Mîmara Bilind Mucella Yapici, der barê AKM'ê de ku Serokomar Erdogan daxuyandibû ku dê bê rûxandin, axivî. Yapici wiha got: "Ji ber ku tu naecibînî, tu nikarî birûxînî."

*Hîndekar Elîf Akdag Goçek, diyar kir ku şer zêde derûniya zarokan xera dikin û dibin sedema travmayên mayînde û wiha got: "Beriya her tiştî teqez divê dawî li şeran bê."

*Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ji bo Kemal Kiliçdaroglû wiha gotibû: "Heke daraz gazî te jî bike, qet neheyirî." Hat diyarkirin ku, bi vê gotinê peyam daye Kiliçdaroglû. Derdorên AKP'ê, îdiaya ku Kiliçdaroglû belgeyên der barê TIR'ên MÎT'ê de dane Berberoglû tînin ziman.

*Di bûyereke li Erdîşê de 2 endamên YPS'ê jiyana xwe ji dest dabûn û di çarçoveya operasyonê de ji welatiyên bi navê Cafer Hezer (45) û bavê wî yê 80 salî Alî Hezer hatibûn girtin. Hat gotin ku Cafer Hezer ji sedî 80 astengdar e û ev 3 meh e di girtîgehê de ye.

*Welatiyên ku li gundên Avzerk, Xirabsork û Şerefxanê yên girêdayî Serayê ne û li sînorê Îranê, diyar kirin ku qereqol û qaleqolên li ser sînor ji bilî xizanî û mirinê pêvtir tiştekî nadin welatiyên herêmê. Gundiyan got ku, bi lêkirina dîwar dê mirin û xizanî zêdetir bibe.

*Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê, biryara dadgeha herêmî ya der barê mirina Nîhat Kazanhanê 12 salî ku li Cîzirî bi guleya polîsan hatibû kuştin de, pesend kir. Dadgehê dest nîşan kir ku, cezayê ku li polîsên bersûc hatiye birîn li gor usûl û qanûnê ye.

*Li Babê, dewleta tirk bi hemû sazî û partiyên xwe projeya qirkirine dimeşîne. Diyanet, MHP û Arteşa Tirk kurd û ereban ji heremê derdixin û weke mala xwe bikar tînin.

* 20'ê Hezîranê roja Penaberên Cîhanê hatiye qebûlkirin. Bi minasebeta vê rojê Rêveberê Komeleya Pira Gelan Yildirim Şahin, xwest ji bo penaberan rêyên bi ewle bên vekirin û penaber karibin bi riyên ewle derbasî welatên din bibin.

*TJA, dê der barê binçavkirina aktivîstên xwe de li avahiya DBP'a Bajêr a Amedê daxuyaniyê bide. (12.00)

EKOLOJÎ

*Şîrketên bazirganiyê, bi sedan karên keviran li Çiyayê Amanosê vekirin û çiya bi kanên keviran kun kunî kirine. Ji ber bi sedan karên keviran hatin kolandin, hemû qadên çandiniyê, dar û ber hişk bûne. Şîrketên kanên keviran, di fermiyetê de li şûna kanên keviran wekî kana madenê şirketê vedikin û bi awayekî korsan dînamîtan diteqînin.

JIN

*Jinên ku beşdarî atolyeya xweparsitinê ya Rêxistina Jinê ya Mor Dayanişmayê dibin, li kuçe û kolanan hîn bêtir bi xwe bawer in û ewle ne. Her wiha bi atolyeyê hişmendiya ku jin di warê fizîkî de ji mêran qelstir in jî serobino dibe.

POLÎTÎKA

*Rêveberên PSK û Tevgera Azadiyê banga "Yekîtiya Netewî" ya KNK'ê nirxandin.

ÇAND Û HUNER

* Hunermenda operayê Mizgîn Tahir demek dirêj e li Amedê xebatên hunerî dide meşandin. Hunermenda jin piştî li Pale Hunerê konserek da, der barê rewşa hunerê û kevneşopiya çanda kurdî de nêrînên xwe anî ziman. Mizgînê aşkera kir ku her ku diçe çand ji koka xwe dûr dike û xwaziya xwe bi salên borî yên bi şevbuhêrkan derbas dibû anî.