ROJANE
* Şaredariya AKP’î ya Burhaniye piştî şewata bi guman a daristanê dest bi înşakirina şanoya amfi kir. Hat zanîn ku dê li qada ji şewatê hatiye rizgarkirin jî AVM û otoparq bên çêkirin.
* Şoreş Pazarcik ê ku malbata wî ji Qetliyama Mereşê reviya û ew li Kanadayê hat dinê derbarê hatina xwe ya Rojava de wiha got: “Îslama radîkal a ku li Mereşê mirova qetil kir, niha jî li ser axa Suriyê tê zindîkirin. Lê em ê tu carî destûr nedin wan ku gel bên tunekirin.”
* 2’emîn rûniştina doza Rozerîn Kalkan a 10 mehin di yek hucreye de tê girtin, dê 22’ê Hezîranê de bê dîtin. Dayik Razenîn Şerife Kalkan destnîşan kir ku keça wê ji ber nexweşiya xwe nikare cilên xwe bişo û nivîs binivîse.
* Serokê Komeleya Şopek Ozlem Mumcuoglu, diyar kir ku ji bo rê li pêş îstîsmarê bigirin divê li benda bûyerên îstîsmara zayendî nesekinin û wiha got: "Di pergala hiqûqa heyî polîtîkayên bêcezakirinê rêya îstîsmarê vedikin."
* Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, têkildarî "Komxebata Rêxistinbûnê" ya hefteya borî pêk anî nirxandin kir. Hamzaoglu, bal kişand ser meclîsên herêmlî û wiha got: "Armanca me ewe ku em HDK'ê li 81 bajaran bi rêxistin bikin û ava bikin. "
* Dadgeha Cezayên Giran a Zarokan 33 sal cezayê girtîgehê da 11 zarokên 104 rojan li Sûrê asê man û hêj 3 heb jê girtî tên darizandin. Dadgehê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û 36 sal û 8 meh û 20 roj ceza birî. Dadgehê perçeyên şarapnelê yên di bedena zarokê 16 salî F.Y.’de jî wekî delîl nîşan da.
* Li Navçeya Reyhanli ku êdî bûye wekî barageha şer, di 5 salên dawî de aboriya şer hat avakirin. Gelek şîrketên bazirganiyê ji bo çek û muhîmatên şer ji rêxistinên DAİŞ, OSO, El Nusra û Ehrar El Şam yên radikal re bişînin li vir razemenî kirin. Yek ji şîrketên sereke yên li vir zameniyê dike Şîrketa Reyhanli A.Ş. ya ku Parlamenterê AKP'ê Fevzi Şanverdî jî şirîkê wê ye.
* Rûniştina doza nivîskar Ahmet Altan û Prof. Dr. Mehmet Altan, rojnameger Nazli Ilicak û Gerinendeyê Rojnameya Zamanê Ekrem Dumanli jî di navde 17 rojnamegeran dê li 26'emlîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)
* Meşa Edaletê ya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu di roja 5'an de berdewam dike.
EKOLOJÎ
* Li Aydinê ji ber bandora Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) mêşên hingav ên 450 kewarên mêşên hingiv yên Ahmet Camuz tune bûn. Rayedaran bêyî lêkolîn bikin belgeyên sexte amade kirin û wekî lêkolîn kiribin n^şian dan. Mêşvan Camuz, diyar kir ku Midûrê Bajarvanî û Derdorê yê Aydinê gef li wî xwariye û gotiye "Ger ku tu agahiyê bide çapemeniyê em dê zerara te nedin."
* HES'ên Ayrancilarêyên li ser çemê Mûdarê û Bendîmahî hatin avakirin, sulavên wekî harîqeyên herema Rojhilat e zuha kir. Sewalên di çem de dijîn jî mirar dibin.
JINGEHA KEDÊ
* 20'ê Heziranê Roja Penaberên Cîhanê ye. Ji Roja Penaberên Cîhanê re rojek ma. Zarokên penaber ên li Riha di nava şert û mercen giran, keda erzan û heqê kêm de karê giran dikin. Patronê ku zarokê penaber dide xebitandin diyar kir ku zarokê 10 salî ger ku 30 salan di nava baly de bixebite êdî dê pergala wî ya behnê îflas bike.