ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2017'AN

ROJANE

*Rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dan nexweşê Wernicke Korsakoffê girtiyê bi navê Kemal Ozelmali ku tim direhile, bîrsarî lê peyda dibe û nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Endamê ÎHD'ê Mehmet Anil, bi bîr xist ku tam 30 sal in ku Ozelmali di girtîgehê de ye û wiha got: "Ne mumkun e ku di van şert û mercan de bijî."

*Meclîsên Na'yê ku di referandûma 16'ê Nîsanê de li eniya "Na"yê hatibûn cem hev, diyar kirin ku ew ê tim bibêjin "ji bo her kesî edalet".

*Civaknas Ayşe Tepe Dogan, diyar kir ku li gor daneyên sala 2012'an de hejmara karkerên zarok ên nav malê 7 milyon û 503 hezar e û ev karkerî li gor xizaniyê zêde dibe. Dogan wiha got: "Divê poltîkayên der barê zarokan de biguherin. Hûn çi qas sedemên xizaniyê ji holê rabikin, hûn ewqasî karkeriya zarokan jî ji holê radikin."

*Tenê dema bi awayekî komî tên kuştin an jî 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê penaber tên bibîranîn. Lê belê, ew penaberên ku ji bo "hêviyê" bi riya dikevin û di rêwîtiyê de can didin, li goristanên "bênav" û "bêkes" tên definkirin û kesekî wan tune ye ku serdana wan bike û wan bi bîr bîne.

*Piştî parlementerên HDP'î, vê carê jî Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû bi ambargoya serdana girtîgehan re rû bi rû ma. Meheke destûra Tanrikûlû nayê dayîn serdana girtîgehan bike. Tanrikûlû wiha got: "Li benda bersova wezaretê me."

*Girtiyên jin ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tên ragirtin, derpêşkirin ku hevalên wan ên sewqî nexweşxaneyê hatin kirin li odeyeke ku kamera lê tune rastî şideta bi devkî û fizîkî hatine.

*Bi girtina parlementerê CHP'î Enîs Berberoglû re nîqaşên "dora girtinê ya CHP'ê ye" zêde bûn. Li gel van nîqaşan der barê 58 parlementerên CHP'î de 211 fezlekeyên cuda hene û dibe ku ev kes bi heman pêvajoyê re rû bi rû bimînin.

* Dadgeha Bilind 150 sal cezayê li 13 siyasetmedarên kurd ku Hevşaredaê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya jî heye, ji Doza Sereke ya KCK'ê dihatin darizandin hatibû birîn xera kir. Dadgeha bilind, tevlêbûna merasima cenazeyên PKK'ê, pîrozbahiyên Newroz û 8'e Adarê wekî xebatên partiyên siyasî pênase kir û sûc nedît.


*Alîgirê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî, diyar kir ku bûyerên mirinê yên ji ber wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran diqewimin wek qezayê nayên pênasekirin. Bîlîcî, got ku tekane sedema van bûyeran ew e ku, hêzên dewletê cesaretê ji OHAL'ê werdigirin.

*Şervanê YPG'yê yê îrlandayî Çiya Demhat, diyar kir ku li Rojhilata Navîn dilê şoreşê li Rojavayê davêje. Demhat, got ku têkoşîna IRA ya ku li Îrlandayê têdikoşe heverastî ya YPG'ê ye û ji ber vê ew li Rojava şer dike.

*Girtiyên ji Girtigeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê Name şandin diyar kirin ku ji ber ew li dijî zilmê û pêkanînen keyfî serî natewînin zextên li ser wan sêde ne. Girtiyan anîn ziman ku piştî OHAL'ê Wezareta Edaletê bi keyfî nêzî wan dibe û zext zêde kirine. Girtiyan anîn ziman ku dixwazin wekî koleyan tev bigerin.

* Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) dê der barê Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça de li Odeya Bijîşkan a Stenbolê daxuyaniyê bide. (12:00)

* Rûniştina doza 17 rojnamegerên di navde Ahmet Altan, Prof. Dr. Mehmet Altan, Nazli Ilicak jî heye dê li 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran Stenbolê bê dîtin. (09.30)

* Rûniştina doza 46 rojnamegerên kurd ên ji doza KCK'ê dên darizandin dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)

* Rûniştina doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê dê bê ditin. (10.00)

* Şaxa ÎHD'ê û Komeleya Pira Gelan dê li Îzmirê bi minasebeta 20'ê Hezîranê Roja Peraberên Cîhanê civînê pêk bînin. (11.00-12.00)

* Heyeta Parastina Bajar a Stenbolê lê li Amedê bi nûnerên saziyên sivîl ên civakî re hevdîtin bikin. (12.00)

JÎNGEHA KEDÊ

*Teknîkera radyoterapiyê Rozerîn Çatak piştî bi KHK’ê ji kar hat îxrackirin, ji bo debara xwe bike li gundê Başîla Yenîşehîrê li ser dolimek zevî dest bi çandiniya sebzeyan kir. Çatak anî ziman ku ji bo teslîmî pergala wan nebe, dest bi çandiniyê kir û wiha got: "Ji ber ku ez karê ax û xwezayê dikim kêfxweş im."