ROJANE
*Cengîz Zaza Akbaba, bavê Mîrazê 7 mehî ku tevî dayika xwe Gulîstan Dîken Akbaba ev 4 meh in di girtîgehê de ye, li Parka Demokrasî ya Maçkayê ji bo hemû zarokên di girtîgehan de ne doza edaletê dike. Akbaba, got ku heta ku edalet cihê xwe nebîne ew ê li kuçeyan bin.
*Bi desptêkirina betlaneya dibistanan, bi hezaran zarok ji ber xizaniyê ji neçarî berê xwe didin nav zeviyan, atolyeyên pîşesazî û tekstîlan. Zarokê bi navê E.D. wiha got: "Heke firsend bê dayîn, ez ê niha dev ji kar berdim û vegerim dibistanê."
*Welatiyên li gundên Çelê dijîn, anîn ziman ku li wî aliyê sînor xizmên wan hene û li hemberî dîwarê ku dê li ser sînor bê lêkirin bertek nîşan dan.
*Îdianameya der barê xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK'ê hat Girtin, Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan de hat amadekirin. Îdianameya ku piştî 9 mehan şûnde hat amadekirin ji 3 rûpelan pêk tê û dê danişîna yekemîn di Cotmehê de be.
*Şebekeya qenalîzasyonê ya ku bi 2 milyon û nîvan li Taxa Şahînler a navçeya Eyyubiyeyê hat xerckirin çewt hatiye çêkirin û ji ber vê welatî neçar man ku ji xwe re koncalên fosseptîk bikolin. Ji herêmê bêhneke giran tê.
*Li xeta sînor a Kilîs û Karkamişê ku di bin venêrîna TSK'ê de ye û li navenda bajêr gelek wesayîtên bêplake digerin û ji ber vê gel diqilqile.
*Li qada ku nêzî Balafirgeha Şerafettîn Elçî ye, xebatên kolandinê tên kirin. Çavkaniyên herêmî, diyar kirin ku xebatên ji bo pista firînê ya balafirên şerî hatine destpêkirin.
*Hat ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê, girtî 24 saetan rastî çewisandinan tên û pîvanên leşkerî li wan tên ferzkirin û her wiha rastî mudaxileyên dijwar ên komeke ku ji gardiyan û leşkeran pêk tê tên.
*Qoseriyan bertek nîşanî rakirina peykerê Ugur Kaymaz ê bi 13 guleyan hatibû kuştin da û wiha gotin: “Dema rakirin ji gel nepirsîn. Ev peykerekî aştiyê bû. Ji peykerên zarokên me jî ditirsin."
* Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, dê têkildarî xistina wekîltiya Figen Yuksekdag, li navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)
* 2'emîn rûnşitina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin. (14.00)
* KCD û Platforma Ji Xerakirina Sûrê re Na dê bi tevlêbûna akademisyen, plansazên bajar, parlamenter, saziyên sivîl ên civakî û ekolojistan bi ser navê "Ji Heskîfê heta Sûrê em talankirina dîrok, çand û xwezayê rawestînin" pêk bînin. (10.00 - 17.00)
* Akademîsyen û kedkarên perwerdehiyê dê çalakiya xwe ya li kolana Yukselê berdewam bikin (13.00)
POLÎTÎKA
*Bi awayekî fiîlî Meclîs ber bi dawiya salê ve hat. Di vê serdemê de herî zêde HDP û CHP pirsgirêk xistin rojevê. CHP'î 11 hezar û 79 pêşniyazname û HDP'î jî 3 hezar û 661 pêşniyazname dan. Herî zêde Sezgîn Tanrikûlê û Omer Fethî Gurerê CHP'î pêşniyazname dan.
ABORÎ
*Turîzmvanên ku ji ber westdariya aborî bi rojên zor û zehmet re rû bi rû mane, hêviyek wan jî Cejna Remezanê bû, lê cejn jî nebû çare. Kardêrên li Kûşadasiyê ku yek ji navendên turîzmê ye, diyar kirin ku cejn hat lê belê hîn jî rezervasyon tune ne.
*Li Wanê esnaf bêyî serfetih derabeyên xwe datînin. Serokê Komeleya Galerîvanên Otoyan Îsmet Înan wiha got: "Heke tevî veberhênaniyan aştî jî tune be, dê veberhênanî bi tena serê xwe bi kêrî tiştekî jî neyên. Tekane çareserî ev e."