ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2017'AN

ROJANE

*Li Reqaya ku hêzên QSD'ê wê zad dikin, Fatma Hesen a 18 salî çarşefa li ser xwe avêt û wiha got: "Ez vê tarîtiyê ji ser xwe davêjim."

*Girtiyê nexweş Mahsûm Arslan ragihand ku ew li bendê bû ku wî bibin nexweşxaneyê, lê belê ev du carin ku tê sirgûnkirin.

*Berî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bê kirin, Projeya Hilberandina Berên Alternatîf hatibû destpêkirin. Niha li bajêr di çarçoveya vê projeyê de 145 welatî sîran diçinîn.

*Tirkiyeya ku dibêje kurd li Sûriyeya Bakur demografiyê diguherînin, niha li Cerablûs ku tevî komên OSO'yê lê bi cih bûye, tirkmenên ku ji welatên cuda aniye bi cih dike. Veguhêzkarek wiha got: "Min bi xwe 150 malbat veguhastin Cerablûsê." Heman veguhêzkar dest nîşan kir ku, serê her malbatekê 300-400 dolar meaş jî tê dayîn.

*Hunermendê şano û sînemayê Genco Erkal ku tevlî Meşa Edaletê bû, balê kişand ser çewisandina li ser hemû civakê û wiha got: "Tiştên diqewimin ber bi raperînê ve dibe." Erkal, diyar kir ku heke serdana Demîrtaş bê kirin dê baş be û divê teqez eniyeke demokrasiyê bê avakirin. Erkal, got ku ev pêkan e û balê kişand ser encamên referandûmê.

*Panaberên ji ber zilma TSK û OSO'yê ji bajarê Cerablusê hatin Tirkiyeyê, diyar kirin ku li Cerablusê îşkence û bê ehleqî gelek zêde ye. Mamosteyê cerablusî anî ziman ku Tirkiye garana barbaran xistiye Suriyeyê û li Suriyeyê kaos çêkiriye. Welatiyê cerablusî diyar kir ku komên Mertalên Firatê li talanê weliyan dixin û destdirêjiya jinan dikin.

* Malbatên leşker û polîsên ku di dîrokê cuda de ji aliyê PKK'yiyan ve hatin desteserkirin, dê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê daxuyaniyê bidin. (12.00) BI DÎMEN

* Rêveberên HDP'a Bajêr a Stenbolê û navçeyên wê, dê li PTT'yên herêmê kartan ji girtiyên siyasî û rojnamegerên girtî re bişînin. (14.00)

* Rûniştina doza Rojnameya Ozgur Gundemê ya 9 rojnamegerên ku Nivîskar Asli Erdogan û Zimanzan Necmiye Alpay jî di navde dê li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)

* Rûniştina doza Hevserokê DBP'ê yê Amedê yê berê Ali Şimşek dê li 5'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)

* Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal Gani Kaplan, Sekreterê Giştîye komeleyê Turgay Ozkan, Jimargirê Giştî yê Komeleyê Onur Kaya û û Sekreterê Çandê Aydın Birkan Ozkan û Cîgirê Serokê Giştî yê Federasyona Bektaşiyên Elewî Bulent Kaya, dê Hevseroka Giştîya HDP'ê Serpil Kemalbay ziyaret bike. (11.00)

* Parêzer ji bo piştgiriyê bidin hempîşeyên xweyên girtî dê di hefteya 12'an de çalakiya "Nobeta Edaletê" li ber Edliya Stenbolê ya Çaglayanê berdewam bikin. Parêzer dê piştre biçin Parka Maçka "Nobedarê Edaletê" ziyaret bikin. (11.30)

* Nobeta Edalete ya li Parak Demokrasiyê ya Maşka di roja 8'emîn de dê bidome. (12.00)

* 3'emîn rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş dê li 7'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê bê dîtin. (14.00)

EKOLOJÎ

*Li Aydinê, Raûf Ozkuzcu ku bi çewliga xwe ya ekolojîk li hemberî JES'an têdikoşe, pêdiviya xwe ya ceryanê jî bi panelên enerjiya tavê bi cih tîne. Okuzcu, got ku ji bo ew enerjiya santralan bi kar neyîne û nebe hevparê texrîbata xwezayê wî serî li vê riyê daye.

*Li Dersimê, tirtûlên ku li gor sala çûyîn îsal hejmara wan zêdetir bûye, li herêmên daristanî daran dagir dikin.

JÎNGEHA KEDÊ

*Bi germbûna hewayê re, pirsgirêkên karkerên demsaliyê jî zêde dibin. Karkeran dest nîşan kir ku ji ber germê û kelmêşan ew nikarin di konan de rakevin.

*4 perwerdekarên ku li hemberî îxracan dest bi çalakiyê kirin, 105 caran hatin binçavkirin û 100 hezar lîre cezayê pereyî li wan hat birîn. Li gel ewqas girtin û cezayê pereyî jî 4 kedkarên perwerdehiyê di roja 120'emîn a çalakiya xwe de biryar dan ku çalakiya xwe li Yukselê bidomînin.

ABORÎ

*Li herêma Çukurovayê pembûyê ku rençberan berê bi navê "Zêrê spî" bi nav dikirin êdî heqê keda wan dernaxe. Rençber li şûna pembû êdî neçarin gulberojan biçînin. Serokê Şaxa ZMO ya Edeneyê Semih Karademir, diyar kir ku êdî lêçûna pembû zêde ye û hatina wî kêm e û ji ber vê yekê rençberan dest bi çandina gulberojan kiriye.