ROJANE
*Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay, balê kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û diyar kir ku Ocalan ne girtiyê Tirkiyeyê bû, girtiyê modernîteya kapîtalîst bû û wiha got: "Têkçûna vî şerî dê bi avakirina Modernîteya Demokratîk pêk bê. Avakirina Modernîteya Demokratîk dê li Îmraliyê îşkenceyê têk bibe."
*Welatiyên ku piştî qedexeya Şirnexê malên wan hatin rûxandin, vegeriyan gundê xwe yê 24 sal berê hatibû valakirin û dest bi jiyaneke hevpar kirin. Li gundê ku av û ceryan lê tune ye welatiyan ji nû ve avahiyên xwe çêkirin û karên xwe bi awayekî kolektîf dikin.
*Niştecihên gundê Minyanîş û Zawîte yên navçeya Çelê ku ji ber operasyonên leşkerî êdî hema bêje nikarin çandinî û sewalvaniyê bikin û ji bo çûyîna nav erdên xwe jî destûrê ji qereqolê dixwazin.
*Li girtîgehên ku piştî OHAL'ê tim bi binpêkirinên mafan di rojevê de ne, ferzkirina "lêgerîna tazî" ku wek binpêkirina rûmetê tê diyarkirin didome.
* Welatiyên taxa Ayazma yên Şaredariya Mezin a Stenbolê 10 sal berê xaniyên wan xera kirin û ew li konutên TOKÎ bi cih kirin, diyar kirin ku di bin deynan de hatin hiştin û mexdûr bûne. Berdevkê Gel ê li Dijî Xerakirinê Osman Ozdemir, diyar kir ku bi hinceta aydî xezîneyê ne zevî ji destê wan girtin û piştre dan Alî Agaoglu.
*Der barê 69 kesên ku xwestin di yekemîn salvegera Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de kesên ku li Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin doz hat vekirin.
*Penaberên sûriyeyî, bi dilekî xemgîn cejnê pêşwazî dikin. Jina bi navê Wehîde Farûq wiha got: "Ne cejn ma, ne cîranên ku em li deriyê wan bidin û ne jî zarokên ku ji bo şekiran li deriyê me bidin."
* CHP'a Bajêr a Amedê dê bi beşdarbûyîna Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû li avahiya bajêr civîneke çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Komisyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'êya Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê çalakiya “Rûniştina F" pêk bîne. (13.30)
*Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin dê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê cara 639'emîn bên cem hev. (12.00)
*Li Amed û Îzmîrê dê xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan çalakiyên xwe yên heftane li dar bixin. (12.00)
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Parka Demokrasi ya Edaletê di roja 10'an de didome. (12.00)
* Çalakiya Rûniştinê ya kedkarên bi KHK'ê hatin îxrackirin dê di roja 228'an de li Kolana Yukselê bidome. (13.30/18.00)
* Înisiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê li kolana Yukselê di hefteya 151'an de çalakiya xwe berdewam bike. (18.00)
JIN
*Wênesaz Hacer Salman ku beşdarî "Çalakiya Hizirînê" ya ku li Mêrsînê ji bo Meşa Edaletê hat destpêkirin bû, lêgerîna xwe ya ji bo edaletê bi wêneyên ku çêdike tîne ziman. Salman, diyar kir ku herî zêde pêdiviya jinan bi edaletê heye.
EKOLOJÎ
*Welatiyên gundên Kursunlu, ku zeviyên xwe bi beroş, yendok, teneke û erbaneyan ji şîrketên madenê parastin, diyar kirin ku wan çawa berê destûr neda ku şîrket kanan vekin dê dîsa destûr nedin ku zeviyên wan bên talankirin û wêrankirin.
ÇAND Û HUNER
*Sînemaya Beyoglûyê ku ev 30 sal in li hemberî sînemaya yekdestîbûniyê têdikoşe û hewl dide ku li ser piyan bisekine, niha bi girtinê re rû bi rû ye.
ABORÎ
*Çarşiya Jêrîn ku li Rihayê bi danûstendina xwe ya beriya cejnê nav û deng daye, îsal bêdeng e. Ji cejnê re rojek maye, lê belê hîn jî liv û tevgera cejnê li çarşiyê naxuyê.