ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2017'AN

ROJANE

*Du darên ku ji hilweşandina taxên Ayazma û Şahîntepe ku di bin navê "veguhrandina bajêr" de hatin rûxandin mayî, malovaniya zarokên ku hayê wan ji tu tiştî tune ye dikin. Her wiha bermayiyên avahiyan, toz û xubar qet ne xema wan e.

*Piştî 4 salan şûnde der barê 192 kesên ku ji ber tevlî çalakiyên Geziyê bûne de îdianame hat amadekirin. Ji 24 rûpelên îdianameyê 23 jê ji lîsteya navan pêk tê. Dozger doza 80 sal cezayê girtîgehê kir.

*Muslum Albayrak ku ev 30 sal in li Rihayê hostetiya tembûran dike, diyar kir ku ji ber tembûrên ku li fabrîkayan tên çêkirin êdî raxbet ji bo tembûrên ku ew bi keda destan çêdikin nemaye. Her wiha Albayrak anî ziman ku, ew tim bi hêviye ku dê rojekê şagirtek ji bo hînbûna vî pîşeyî li deriyê wî bixe.

* Di cejnan de serdanên goran êşa cizîriyan zêdetir dike. Malbatên 12 kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatin şewitandin û kuştin, nexwedî kêlikekê ne jî ku hêstirên xwe li ser bibarînin.

*Piştî hevdîtina 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve, tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê sepandin tam 5 cejin li dû xwe hiştin. Herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de hevdîtineke "bizorê" pêk hatibû û ji wê demê heta niha tu agahî ji Ocalan û hevrêyên wî nayên wergirtin.

*Hat îdiakirin ku mêrên ereb û tirkmen ku bi boneya Cejna Remezanê di Deriyê Sînor ê Oncupinar ê Kilîsê de derbasî Ezazê bûne ji bo şer hatine desteserkirin û her wiha yên kurd jî hatine girtin û ew xistine girtîgehan.

*Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Ûgûr Bûrakmak ê YPS'î ku tevî kekê xwe Erkan Bûrakmak di Adara 2016'an de jiyana xwe ji dest da biryara "zevtkirinê" da û her wiha dadgehê jî biryara "anîna bi darê zorê" da.

*Dr. Selçuk Mizrakli, diyar kir ku Sûr hiş, dîrok, çand û bîra gelan e û bi rûxandin û talankirinê endezyariya nijadî tê kirin û wiha got: “Wekî qada jiyanê li vir nanerin. Wekî qada kerameta muteahîdiyê û feraseta 'Ez çi qas bêtir kar û sûdê ji wergirim' nêzîk dibin. Wekî qada bazirganiyê û endezyariya nijadî nêzîk dibin."

*Li Amedê di çarçoveya operasyona siyasî de nûner û rêveberên TJA, KCD, DBP, HDP, HDK'ê jî di nav de 26 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin û ji vana 16 jê hatin girtin. Prz. Şivan Cemil Ozen, der barê sedema girtina siyasetmedaran de diyar kir ku ji ber nasname û xebatên xwe yên siyasî hatine girtin.

Huqûqnasên beşdarî "Meşa Edaletê" bûn, dest nîşan kirin ku ku ji bo edaletê bibînin ew tevlî meşê bûne û divê hîmê bêedaletiyê bê dîtin.


*Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, dê beşdarî bernameya cejnê ya li Şirnexê bibe.

*HDP'a Bajêr a Amedê dê li Goristana Deriyê Mêrdînê serdana gora siyasetmedarê kurd Vedat Aydin bike.

*"Meşa Edaletê" ya ji aliyê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ve hat destpêkirin di roja 11'emîn de didome.

*HDP'a Bajêr a Stenbolê dê di çarçoveya cejnê de serdana goristanan bike. (10.00)

*HDP'a Bajêr a Êlihê dê serdana goristanan bike. (16.00)

POLÎTÎKA

*Parlementera HDP'ê Feleknas Ûca, bi awayekî tund bertek nîşanî girtina 16 siyasetmedarên ku li Amedêê hatin girtin da. Ûca, dest nîşan kir ku operasyonên ku niha tên birêvebirin berdewamiya operasyonên KCK'ê ne.

JIN

*Nûrsel Yildirim bi cilsê kevirên bi bêhn çêdike û bi vî awayî debara xwe û 5 zarokên xwe dike. Yildirim got ku, tenê daxwazek wê heye, ew jî cihekî ku karibe rihet lê bixebite vebike.