ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2017'AN


* Malên Gel, ji bo malbatên karkerên demsalî li dijî perwerdehiya 12 salan dibistana havînê vekir. Malên Gel îsal ji bo zarokên karker seferber bûn. Dibistan, dê li Herêma Ege 5 hefteyan zarokên 7- 10 salî perwerde bike.

* Yenî Han a di serdema Komarê de girtîgeh bû, niha tevna cawê Manîsa yê xwedî dîroka 500 salan e dirêse û dihûne. Karsaz Ayşe Çamurlu, ku karê Cawê Manîsa dike diyar kir ku piştî wan bi keda xwe qezenc kir û şûnde êdî baweriya wan ji wan zêde bûye. Çamurlu, xwest jin li şûna betal li malê rûnên divê bi xwe perê xwe qezenç bikin.

* Serokê Komeleya Ronahiya Heviyê ya Mavi Çocuk Utku Kemal Yucel, diyar kir ku çareseriya zarokên bi nexweşiya Losemî "Hucreya Kokê" ye û got "Pêdiviyên nexweşên Lozemî ji we heye û rizkarkirina wan girêdayî me ye. Jiyana wan di damarên me de vaşarî ne."

* Doç. Dr. Pinar Uyan Semercî diyar kir ku zarokên li Edeneyê dema destê wan li kar digire, malbat wan dişîne zeviyan û aşkera kir ku divê Tirkiye di mijara zarokên karker de bi pirsgirêkên xwe re hev rû bibe û wiha got: "Temenê zarokên karker heta 10 û 11 saliyê ketiye."

* Li Qesrê ji bo dahnek heqê xwarina parazvanên Serokê AKP'î Tayyip Erdogan 99 hezar û 692 TL fatûre hat birîn. Xwarin ji şirketa malbata Şaredarê Stenbolê Kadir Topbaş a Muhallebiciyê Qesrê hat xwestin.

* Şaredariya Erdîşê ya bi Qeyûmê hatiye tayînkirin, bi hezaran ton moloz rakir peravên Gola Wanê û gol wêran kir.

* Platforma ji Xerakirina Sûrê re Na, dê li taxa Alipaşa û Lalebeyê bi gel re cejnê pîroz bike. (17.00)

* Çalakiya ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça dê li Kolana Konur a Enqereyê bidome. (13.30-18.00)

* Meşa Edaletê ya ji Enqere ber bi Stenbolê ve di roja 12'an de berdewam dike.

* Nometa Edaletê ya li Parka Maçka ya Beşîktaşa Stenbolê di roja 12'an de didome (12.00)