ROJANE
* Nifûsa Stenbolê 14 milyon derbas kir. Her der dibe beton û û her roj înşaetên bilind ber bi ezmanan ve bilind dibin. Endezyar Kubra Ayçiçek, diyar kir ku her roj telefonên glî ji wan re tê û wiha got: "Ji ber înşaetên zêde her roj mirov gilî dikin. Tevi ku peravên li Stenbolê dirêj in jî êdî cihê înşaetan li peravan jî nemaye. Êdî cihê mirov lê nefesê bistine jî nemaye.
* Jinên li Stenbole dijîn, tekildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku heta tecrida li ser Ocalan bidome dê kaos ji bidome. Jinan anîn ziman ku heta Ocalan azad nebe aştî û azadî nayê ser vê axê.
* Heval û xizmên siyasetmedarê kurd Ahmet Demîroglû ku bi saxlemî ket girtîgehê û wek nexweşê pençeşêrê jê derket û piştî derketinê bi demeke kurt jiyana xwe ji dest da, di 3'yemîn salvegera mirina wî de xwestin ku hemû girtî û hikumxwarin nexweş bên tehliyekirin.
EKOLOJÎ
* Şaredariya AKP'î ya Çoruhê ji bo Deşta Çoruhê ku qaden çandiniyê yên bi reketin ji îmarê re veke serî li lîstik û hîleyan dide. Piştî projeya TOKÎ rastî benda dadgehê hat, Şaredariyê vê carê bi navê "Dibistana JÎR'an dest bi amadekariyên îmare dike.
ÇAND Û HUNER
* Şanoger Kemal Ulusoy ê 25 sal berê di NÇM'e de dest bi şanogeriyê kir, diyar kir ku bi tayinkirina qeyûmê dîsa hişmendiya “Qedexekar" a bîrdoziya fermî ji nûve bi ruh bûye. Ulusoy, destnîşan kir ku li gel navendên mezin hatin girtin jî di kargeriyên biçûk de bêtir diafirînin. Ulusoy, ser salên destpêka NÇM'ê bibîr xist û got: "Em dîsa vegeriyan cewherê xwe."
* Helbestvan Erkîn Îlguzer û Resam Sara Îlguzer yên li Gundê Akkoy yê Dîdîmê dijîn, mala xwe kirin kargeriya hunerê. Erkîn û Sara bi helbest û resîmên ku xêz dikin xwezayê nemir dikin.
* Dengbêj Fadilê Cizîrî ku ji ber nexweşiya xwe êdî nikare bistrê diyar kir ku bi hesret e biçe zozanên Faraşînê bistrê .
JÎNGEHA KEDÊ
* Xeratê daran Ayhan Guzel ku bi salan di kargeriya xeratê de xebitî û teşekirina daran debara xwe kir, niha jî ji bo pîşeyê xeratê tune nebe têdikoşe.
ABORÎ
* Esnafên li Şîşlî û Mecidiyekoy ji ber krîza aborî û bazirganiya nayê kirin bi glî û gazinc in. Esnafan diyar kirin ku sedema qeyrana aborî hikûmeta AKP'ê ye. Esnafê 20 salî ku ostetiya saetan dike Fuat Yazici diyar kir ku hikûmet dibêje "Di aboriyê de îstikrar heye" û wiha got: "Dibe ku îstîkrar hatibe welateki din. Lê nehatiye vir.