ROJANE
*Qeymeqam Tolga Togan ku wek "qeyûmê fiîlî" tayînî Şaredariya Rezanê bûye, ji bo tazmînatên kidem û îxbarî yên 38 karkerên ku ew ji kar derxistin ji Walîtiya Amedê "nêrîna huqûqî" xwest. Walîtiyê jî bersiva "derfetên ku tazmînatên kidemî û îxbarî bên dayîn tune ne" da.
*Binkeyên leşkerî yên di navbera Kilîs-Îslahiyeyê de tim bi guleyan Kantona Efrînê tacîz dikin. Şêniyên gundên li ser sînor bertek nîşanî vê rewşê dan û diyar kirin ku, îhtimala tevgerîna leşkerî ya ber bi Efrînê jî wan nerihet dike.
*Fahriye Gunduz Yildirim, dayika Medenî Yildirim ku di dema protestoya çêkirina qaleqolên li Licê de bi guleya leşleran mir, di 4'emîn salvegera mirina kurê xwe de axivî û wiha got: "Yên ku bera Medenî dan diyar in, yên ferman dan jî diyar in; lê li holê ne sûcdar heye û ne jî cezayek."
*Weqfa Manastira Mor Gabriel lîsteya cihên pîrozwer ên 8 gundên Nisêbînê ku dewrî Serokatiya Karên Diyanet, xezîne, şaredariyên Mêrdîn û Nisêbînê hatine kirin eşkere kir. Weqfê diyar kir ku ew ê lîsteya hemû cihên hatine dewirkirin amade bikin. Her wiha gelê suryanî jî bertek nîşanî vê biryarê da û diyar kirin ku ev tunekirina dîrokê ye û ew ê li dijî vê biryarê bi tapo û delîlan serî li cihên hewcedar bidin.
*Meşa Edaletê di roja 14'an de berdewam dike. Meşvanên Meşa Edaletê diyar kirin ku divê meş tenê bi Maltepe neyê sînordarkirin û heta Edîrneyê bidome.
*TIR'ên ku ji Qeter û Siûdê tên û barê wan mohrkirî, di Deriye Sînor ê Karkamişê re derbasî Cerablusê dibin. Ajokarê TIR'ê Ali İnan, diyar kir ku barê çimento û hesin bi awayekî vekirî derbas dikin, lê barê din mohrkirî ne û ew nizanin barê çi ye. Înan, anî ziman ku ji sedî 90'ê barê TIR'ên wan mohrkirî ne û ji Siûdî Erebîstan û Qatarê tên.
*Polîsê ajokarê maşîna zirxî S.K. ku di 10'ê Sibata 2013'an de ciwanê 19 salî Şahîn Oner kuşt, piştî 4 salan şûnde hêj nû derdikeve pêşberî dadger.
*Li Reqqayê "Cenga Mezin" didome. Di roja 23'yemîn a operasyonê de "Cenga Mezin" ji objektîfa dihaber'ê bi wêneyan bi her awayî dixuyê.
*HDP'a Bajêr a Stenbolê dê der barê rûxandina ku li Sûrê didome li avahiya bajêr daxuyaniyê bide.(13.00) BI DÎMEN
*Meşa Edaletê di roja 14'emîn de didome.
JIN
*Karkerên demsalî yên jin ku li nav zeviyan keda wan tê xwarin wiha gotin: "Xwediyên erdan her cure zilmê li me dikin, lê belê çi dibe bila bibe divê jin li ber xwe bidin. Bila li dijî feraseta mêrî bitêkoşin. Li vî welatê ku her roj jin lê tên kuştin divê em jî wisa bitêkoşin."