ROJANE
*Rêxistina Sukur El Cebel ku di nav komên TSK'ê yên "Mertala Firatê" de cih digire, di hesabên xwe yên civaka medyayî de dîmenên zarokên ku temenên wan di navbera 10-15 salan de ne û li mizgeftê tên perwerdekirin parve kirin.
* Tirkiye hem li navxweyî, hem jî di asta welatên herêmê de di nava qeyranê de ye. Tirkiye li gel vê qeyranê amadekariya êrîşî Efrînê bike dike. Tirkiye bi êrîşa li dijî Efrînê tenê kurdan nade hemberî xwe, di heman demêde hêzên derve yên li ser polîtîka şer xwe plan dikin jî dide hemberî xwe.
* Piştî rizgarkirina Şengalê civaka êzidî dest bi perwerdehiya zimanê zikmakî kirin. Yek ji mamosteyên perwerdehiyê Xelef Sîncara wiha got: “Me jî xwest em zarokên xwe bi fikir, çand, zimanê zikmakî û sinca êzîdiyatiyê perwerde bikin.”
*Li serayên ku berî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bê kirin ketin fealiyetê, di sala 3'yemîn de jî hilberînerî tê kirin.
*Jinên ku tevî malbatên xwe ji şerê li Sûriyê reviyan û hatin li kampên Elbeylî û İslahiyeyê bi cih bûn ketin nava tora fuhûşê. Hat diyarkirin ku ev fuhûş wek çerxekê tê dubarekirin. Hat ragihandin ku jinên ku di bin navê "Zewicandin" û "xebata li nav erdan" ji kampan tên derxistin, ji aliyê çeteyên fuhûşê ve li qeraxên otobanan û pavyonan tên xebitandin.
*Prof. Dr. Beyza Ustun der barê rûxandina Sûrê de axivî û ji bo piştevaniyê bang li her kesî kir. Ustun wiha got: "Heke em li cem gelê Sûrê bin, ne ji dûra ve heke em bên vir û li cem wan bin, em ê wek ciwanên ku di sala 2013'an de nehiştin hîn bêtir daristan bên jêkirin gelê vir biparêzin."
*Şêniyên Bajaroka Tuzla ya Edeneyê li dijî xwedîdernektina perava xwe nerazîbûn nîşan dan û gotin ku pêwîste rayedar demildest ji bo peravê gav biavêjin.
*Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim dê li Meclîsê civîneke çapemeniyê li dar bixe. (12:30)
* Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî û Yapı Yol Sen, dê têkildarî Meşa Edaletê civîna çapemeniyê pek bîne. (14.00)
* Çalakiya ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên 113 rojin di grevê dene dê li Kolana Yukselê çalkaiya xwe bidomînin. (13.30/18.00)
*Meşa Edaletê di roja 15'emîn de didome.
JIN
*Jinên ku li Deşta Edremîtê li nav erdan dixebitin, tim bi çewisandinên çawîş an jî xwediyên erdan re rû bi rû dimînin. Jinan got ku, ew ê li hemberî vê sefaleta ku mehkûmî wê hatine kirin tim bitêkoşin.
*Li Mêrsînê gelek jin bi xişr, toqe û stûmalên ku bi destan çêdikin û disêwirînin debara xwe dikin. Hayriye Keser wiha got: "Bi saya vî karî hîn bûm ku divê meriv li ber kesî serê xwe netewîne û dest veneke."
EKOLOJÎ
*Qadên dîrokî û ekolojîk yên ku li Çiyayê Başparmak ku xwedî dîrokeke 8 hezar salî ne, pêşkêşî sermayedar û madenvanan kirin. Nûnerên EKODOST 3 sal berê ji bo herêm wekî Parka Neteweyî bê ilankirin serî li Wezareta Bajarvanî û Derdorê dan, lê hêj bersiv nehatiye dayîn.