ROJANE
*Botanê 3 salî bi mehan e diya xwe Nezehat Kaya ku di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ye nabîne, piştî ku bi riya telefonê bi diya xwe re diaxive bi saetan digirî. Botan tevî diya xwe 3 mehan di girtîgehê de ma û dema bavê wî ji girtgehê hat tehliyekirin ew jî hat "tehliyekirin".
*Meşvanên Edaletê ku rojê 20 kîlometre rê dimeşin li ber strana "Bekle Bîzî Îstanbûl" (Li Benda Me Be Stenbol) ber bi Stenbolê ve dimeşin.
*Yek ji fermandarên Ceyş El-Siwar ku tevlî "Cenga Mezin" a li Reqqayê bûye, Ehmed Sûltan Ebû Erac der barê dagirkirina Efrînê ya di rojeva Tirkiyeyê de ye wiha got: "Armanca sereke ya Tirkiyeyê dagirkirina Îdlîbê ye. Ji bo vê li ser sînor hin koman jî perwerde dike û dê ji bo êrîşê wan ber bi herêmên me ve bişînin."
*Bi dehan leşker û fermandar tam şevekê îşkence li Muhammed Ûçakçiyê ji Amedê ye û li Çerkezkoya Tekirdagê leşkeriyê dikir kirine. Ji ber îşkenceyê lebatên Ûçakçi texrîb bûne û gelek deverên canê wî reş bûne û şikiyane. Piştî îşkenceyê Ûçakçi ji leşkeriyê fîrar kir.
* Bîrdariya di serdema OHAL'ê de 39 rojin di bin çavan de axivî û sûcê xwe qebûl kir. Bîrdariyê îtîraf kir ku sûcê ramanê kiriye.
*Baroya Amedê dê ji bo dîtina kiryarên Tahîr Elçî û lezandina dosyeya lêpirsîna wî li ber Edliyeya Amedê çalakiya xwe ya heftane bidomîne. (13.30)
*Hevgirtiyên TJA'yê dê li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin a avahiya DBP'a Bajêr a Amedê ji bo Zeyep Kinaci çalakiya bîranînê li dar bixe. (14:00)
* Piştî girtina Wekîlê CHP'ê Enîs Berberoglu "Meşa Edaletê" ya li Enqereyê destpêkir û dê heta Stenbolê bimeşe, di roja 16'emîn de berdewam dike.
* Platforma Hewldana ji bo Demokrasiyê dê di çarçoveya "Meşa Edaletê" de li avahiya Tum Bel-Senê ya Kocaeliyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)
* Piştî li Nexweşxaneya Dewletê ya Erxaniyê bûyera îstismara zayendî rû da, dê der barê bûyera îstismarê de bi beşdariya partiyên siyasî li ber nexweşxaneyê daxuyanî bê dayîn. (13.30)
EKOLOJÎ
*Li Çaltilidereyê, li ser erdê avî destûra çêkirina projeya Herêma Pîşesaziyê ya Çêkirina Yat û Lotkeyan hat dayîn. Derket holê ku di dayîna raporê de tiliya Serokê AKP'a Navçeyê ya Narlidereyê Aslan Bîlgî heye.
ÇAND Û HUNER
*Pêşangeha "Afîşên Sovyetê yên ku li dijî faşîzmê têdikoşin" didome. Bi boneya100'emîn salvegera "Şoreşa Cotmehê ya Sovyetê", di pêşangehê de hemû afîşên ku berê dihatin bikaranîn û hatine jibîrkirin û yên ku roja îroyîn tên bikaranîn hatine berhevkirin û tên pêşandan.
ABORÎ
*Esnafên bazara ku li Taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Hevrişîmê tê danîn, diyar kirin ku krîza aborî ya ku ji ber şert û mercên OHAL'ê kûrtir bûye esnafan ber bi xizaniyê ve dibe.