ROJEVA 08'Ê KANÛNA 2016'AN

ROJEV

*Parlementerê HDP'ê yê berê û huqûqnas Hasîp Kaplan, guherandina Qanûna Bingehîn a ji bo Pergala Serokatiyê ku tê diyarkirin AKP û MHP li ser li hev kirine nirxand. Kaplan got,"Qanûnçêkirin, birêvebirin û daraz li ber yek destî kom dibin" û anî ziman ku, divê li dijî vê muxalefet bi awayekî yekgirtî tevbigere.

*Ji parêzerên Şaxa ÎHD'a Stenbolê Huseyîn Bogatekîn diyar kir ku, malbateke ji Bedlîsê ji bo cenazeyê keça xwe ya di pevçûnên li herêmê de jiyana xwe ji dest daye werbigire bi Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê re hevdîtin pêk aniye, lê peywirdarekî dozgeriyê gotiye, ji niha û pê ve ji bo cenazeyên hatine tespîtkirin wê li malbatan neyê gerîn.

*Ozal Korkmaz ê dema alîkarî ji gelê Kobaniyê yên ji ber şer mexdûr bûbûn dibir birîndar bû û bêyî tedawiya wî temam bibe hat girtin, niha li girtîgehê terkî mirinê hatiye kirin.

*Wê yekemîn rûniştina doza bi tawanbariya "Biçûkxistina hikûmeta Komara Tirkiyeyê" der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdagê de hat vekirin, li 11'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Edeneyê pêk bê. (09.30)

*Heyeta ji Serokê Partiya Çep a Swêdê û parlementerê wê pêk tê, wê koma ji Rêxistina HDP'a Bajr û Endamên Meclîsê yên Partiyê pêk tê, ji bo serdana Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wê li ber Girtîgeha Edîrneyê daxuyaniya çapemeniyê bidin. (10.30)

*ÎHD ji bo balê bikêşe ser cinayetên karî wê li Şaxa ÎHD'a Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê bide.(12.00)

*Wê li Stenbolê xwendekarên zanîngehê, Komeleya Hîndekarên Zanîngehê (UNÎVDER) û gelek sazî, ji bo bertekdayîna li dijî îxrackirin akadenîsyenan û betalkirina hilbijartina rektoran, li Qada Beyazit çalakiyê li dar bixin. (13.00)

*Wê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê bi rêya SEGBÎS'ê, ji ber axaftinên xwe yî derbarê dozgerê Wêranşarê, îfadeyê bide. (16.00)

POLÎTÎKA

*Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan têkildarî tecrîda li dijî hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de got, tecrîda niha li dijî Demîrtaş pêk tê, ne tenê li dijî Demîrtaş li dijî bi milyonan hilbijêrên ku deng dan HDP’ê pêk tê.

JIN

*Li Seferîhîsarê, 7 jinên ku bi ruhekî kolektîf di sala 2010'an de Kooperatîfa Pêşketina Çandinî ya Seferîhîsar Hidirlikê avakirin, niha hejmara endamên wê xwe gihandiye 85'an. Jinên di bin banê kooperatîfê de cih digirin, bi piştevaniyeke komunal hem di warê maddî hem jî di yê manewî de azadiya xwe pêk tînin.

*Li Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê gardiyanên mêr bi rasthatinî dikevin qawîşên jinên girtî û heqaretî girtiyan dikin.

ÇAND Û HUNER

*Pirtûka helbestan "Helîna bi agir, vejîna bi avê" a çîroknûs Muruvvet Yilmaz derket. Yilmaz di pirtûka xwe de li ser; xaka Mezopotamyayê ya warê evîn, hez, bereket, berxwedan, şaristaniyê ye radiweste.

JÎNGEHA KEDÊ

*Li Mêrsînê karkerên narinciyeyê dest nîşan kirin ku, ew beramberiya keda xwe wernagirin û wiha gotin:"Nan buha ye, yewmiye kêm e."

*Li Kolika Semsûrê, cotkarên ku bi pereyekî zêde serayên xwe avakirin ji ber bi xesarê serayên xwe bi rê ve dibin û jinên karker jî ji ber rojê bi 30-35 TL'yî dixebitin, ji rewşa heyî bi gilî û gazinc in.