ROJANE
*G.B. ku îsal ji Girtîgeha Vekirî ya Jinan a Bozkûrtê tehliye bû, dest nîşan kir ku li girtîgehê li gel muameleyeke nebaş girtî heta 12'ê şevê bi beramberiya 5 lîreyî tên xebitandin. Serokê Baroya Denîzliyê Mujdat Îlhan jî, parast ku li girtîgehê hilberîneriyeke cidî heye û ev ber bi markebûnê ve diçe. Îlhan got ku, wan xebata bi darê zorê nebihîstiye.
*Di 24'emîn salvegera Komkujiya Madimakê de, elewiyan li hemberî komkujiyên nû banga têkoşînê kir û diyar kirin ku dê daxwaza wan a "Ji bo her kesî edalet" tim û tim bidome.
*Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê roja hevdîtina vekirî ya girtiyên PKK'î û DAIŞ'î xistine heman rojê û her wiha tê xwestin ku li heman cihî hevdîtinê çê bikin. Serokê Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Edeneyê Parêzer Tûgay Bek bi girtiyan re hevdîtin çêkir û wiha got: "Li qada hevdîtina vekirî hevdîtin li girtî û xizmên PKK'î û DAIŞ'iyan tê ferzkirin. A rast ev amadekirina zemîna provakasyonekê ye."
* Parlamentera CHP'ê Zeynep Altiok, ya Sûr ziyart kir, diyar kir ku li hikûmeta AKP'ê Sûrê wekî "Veguhertinek harîka" dide xuyakirin, lê veguhestina bajarvaniyê ya Sûrê ji ya Kadikoyê kambaxtir e.
*Li Kuçeya Hunerê ya navçeya Rêya Hevrişîmê, hosteyên ku zêdeyî 30 sal in li cihwarekî 10 metrekareyî bi kişikê dilîzin, kişikê tewsiyeyî ciwanên ku eywanên okeyan tije dikin kirin.
*Ji ber "şahidên nepen" ên xeyalî yên wek “Günbatımı”, “Gümüş”, “Poyraz”, “İskender”, “Asya”, “Vatan”, “Pamuk” li Şirnex û navçeyên wê bi sedan kes di girtîgehan de ne. Her wiha beyanên şahidên eşkere yên wek R.D., M.E.T., S.B., M.Ş.İ., A.G., M.I. ku di îşkenceya polîsan de îfade dane jî ji aliyê dadgehê ve esas nayên girtin. Bi raporan jî piştrast bû ku M.Ş.Î. ku li ser birayê xwe îfade dabû û gotibû "Endamê YPS'ê" ye, berastengê zihnî ye.
*Waliyê Stenbolê destûr neda dozger der barê 8 bersûcên bûn sedema kuştina Xwendekara Zanîngehê Şule Îdîl Dere. Tenê ji bo kesekî destûr da dozê veke. Parêzerê Dere Prz. Mehmet Can Sezgin, bertek nîşanî helwesta walî da û diyar kir ku Waliyê Stenbolê xwe dixe xûna dadger û wiha got: "Ev ne karê walî e."
*Bavê girtiyê nexweş Îdris Başaran Mehmet Emin Başaran, diyar kir ku roj bi roj rewşa kure wî xerab dibe û Wezîre Dadê û Serokomar berpirsiyare jiyana kurê wî ye.
* Meşa Edaletê di roja 18'an de didome. (08.00-18.00)
* Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê dê têkildarî xerakirina taxên Alipaşa û Lalebeyê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk binin. (13.00)
* Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça di roja 116'an de berdewam dike. Ji piştgiriya wan çalakiya kedkaran a li Kolana Yukselê jî didome. (13.30-18.00)
* Bi minasebeta Komkujiya Sêwasê dê li gelek navendan daxuyanî bê dayîn.
ABORÎ
*Piştî ku bazirganiya sînor hat astengkirin, welatiyê bi navê Akîf Yildiz li gundê Çiliya Jêrîn ê navçeya Ebexê çewligeke mirîşkan çêkir û bi hêkên van mirîşkan debara malbata xwe ya 5 kulfetî dike.
EKOLOJÎ
*Malbata Ozkan eşkera kir ku 15 sal in ew li dijî alavên kîmyewî çandiniya organîk dikin. Malbatê ev pîşe ji kal û pîrên xwe wergirtine û wiha got: "Ji bo xwarineke bi tenduristî, divê zebzeyên organîk esas bên girtin."
ÇAND Û HUNER
*Muzîkjen Hannah Berger ku bi ermenkî, kurmancî, kirmnackî, farisî, tirkî, îbranî û latînî distrê felsefeya muzîka xwe jî wiha pênase kir: "Muzîka bi zimanên cuda mirovan digihîne hev."