ROJEVA 03'Ê TÎRMEHA 2017'AN

ROJANE

* Li Akdenîza Mêrsînê piştî Qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin, Arife Suzer wekî Midûra Jinan tayîn kir. Arîfe Suzer, piştî hat ser kar, ji Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê xwest hesabê medya civakî yê 28 jinên di serdema DBP'ê de dixebitîn lêkolîn bike.

* Welatiyên Sîlopiya yên Lijneya Wezîran der barê wan de biryara xerakirinê derxist û Dadgeha Şewira Dewletê biryar parast bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Welatiyan diyar kirin ku dixwazin wan perçe bikin û bikin biyaniyên hev. Welatiyan destnîşan kirin ku ew warên xwe tek nakin.

*Plansazê Bajar Akin Atauz, xerakirina Sûrê rexne kir û xwest Sûr ne weki Toledo, wekî Sûrê bimîne. Atauz, wiha got: "Kesên digotin 'Em dê Sûrê bikin Toledo' em dibêjin Vir Sûr e. Divê weki Sûrê bimîne.

* Esnaf Hidir Aydur ji bo Nuriye û Semîh bijîn dikana xwe girt û ji Enqere ber bi Stenbolê ve derket rê. Aydur 19 rojin 300 kîlometre dê dimeşe û li Edaletê digere. Aydûr, anî ziman ku tiştek bi Serê Nûriye û semih were berpiriyar dewlet e.

* Navenda çand, dîrok û baweriyê Girê Xerabreşkê ku heta 11 hezar û 500 sal temenê wê heye, bi sedema yekîneyê kolandinê û firmaya barkirine endamên "FETO" ne 15 mehin deriyê wê li ziyaretan hatiye girtin.

* Dozgerê Komarê yê Çewlikê îdîanameya 4 kesên li Gunde Simsor ê Çewlkê hatin girtin u şandin Girtîgeha Tîpa Tîpa T a Wanê amade kir û da Dadgeha Cezayên Giran a Çewlikê. Dozger gotina şahidê nepen "Kara" a 'Min bihist' wekî delîl qebûl kir. Dozger rengê kesk, sor û zer ê li malê hat ditin jî wekî delîla sûc pênase kir.

* Xerakirina Sûrê hem warên dîrokî û çandî tune dike, hem jî pîşeyên sedan salan ku li nava kolanên Sûrê bi ruh dibe tune dibe. Esnaf Huseyin Diril, diyar kir ku bi xerakirina Sûrê re pişeyê kal û pîrên xwe yên 130 salin li kolanen Sûrê zindî bû winda dike.

*Girtiyê nexweş Atîlla Coşkun ê tumor di mejiyê wî de heye, ger ku neyê dermankirin dê kor bibe. Bavê Atilla Coşkun Tevfik Coşkun, anî ziman ku kurê wî neyê dermankirin dê kor bibe û xwest bê dermankirin.

*Koma Parlamenterên Jin a Meclîsê ya HDP'ê tekildarî rûniştina doza Figen Yuksekdag a 4'ê Tîrmehê dê li meclîsê civîna çapemeniyê pêk bînin. (11.00)

* Çalakiya kedkarên hatin îxrackirin dê bi silogana "Em karê xwe paşve dixwazin" li Kolana Yukselê berdewam bike. 13.00/18.30

* Înisiyaitfa Rojnamegerên Azad bi armanca rapora bîlançoya Hezirane aşkere bikin dê li Şaxa ÎHD'e ya Amede daxuyaniyê bide çapemeniyê (11.00)

JIN

* Cîgira Hevşaredarên Akdenizê Sabahat Gençtarih Cebe, diyar kir ku hemû projeyên aborî, civakî û parastina kedê jinê yên di serdema wan de hatibûn amadekirin, ji aliyê Qeyûm Hamdî Bîlge ve hatin betalkirin.

* Girtiyê nexweş Atîlla Coşkun ê tumor di mejiyê wî de heye, ger ku neyê dermankirin dê kor bibe. Bavê Atilla Coşkun Tevfik Coşkun, anî ziman ku kurê wî neyê dermankirin dê kor bibe û xwest bê dermankirin.

* Koma Dayikên Gerok, tora şikandina rola "Dayikbûnê" ava dikin. Kom, armanc dike ku jinê bixe nava jiyana civakê û piştevaniya wê xurt bike. Sazumankara Komê Gulşah Koçak, diyar kir ku jinên sewicî û zarokên wan hene, ji jiyana civakî qut dikin û wiha got: "Em dixwazin vê hişmendiyê bişkînin"

JINGEHA KEDÊ

*Hevserokê Şaxa Hêjmar 2'an a Genel Îş'a Amedê Hasan Hayrî Eroglu, diyar kir ku sal bi sal zarokên di kar de dixetin û jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Eroglu, anî ziman ku zarokên li Sûriye ji şer direvin û tên Tirkiye di karê înşaetan de wekî makînê dixebitin. Eroglu, anî ziman ku piştî 2016'an 56 zarok di karê înşaete de mirine.