ROJEVA 04'Ê TÎRMEHA 2017'AN

ROJANE

*Parêzer Mesût Beştaş ku 27 sal in parêzeriyê dike, pêvajoyên ku heta niha dîtine berawirdî hevdu kir û got ku OHAL'a îroyîn hîn bêtir sîrayetî civakê dike û pêkanînên wê ji yê rêveberiya awarte jî wirdetir in.

*Piştî ku MEB'ê li her dibistanê mecbûriyeta vekirina mescîdê ferz kir, teroriya tekamûlê ji mufredatê derxist û biryara vekirina Lîseyên Îmam Xetîbê yê nû dan, li gelek derdoran bû cihê bertekan. Seroka Şaxa Egîtîm-Sen'a Edeneyê Seçîl Sonmez balê kişand ser perwerdehiya bîrdozî ya girêdayî îktîdarê û Serokê PSAK'ê Şukru Şahîn jî nêzîkatiya dewletê ya cudahiya navbera olan şermezar kir.

*Dr. Selma Gungor, têkildarî germahiya zêde ya demsala havînê, xwest ku kes saet di navbera 11:00 û 15:00'an de dernekeve derve û zêde av bê vexwarin û mast bê xwarin.

*Endamên DAIŞ'ê yên li ser sînorê Altinozu û Yalyadagi yên Hatayê re derbasî Tirkiyeyê bûn, tê îdiakirin ku dê êrîşên bombeyî pêk bînin. Kesekî ku berê bazirganiya sînor dikir, aşkera kir ku endamên rêxistinê bi rêk û pêk di sînor re tên derbaskirin û piştrast kir ku beyî xebera çawîşên pispor û fermandarên qereqolê, çivîk jî li ser sînor re nafire.

*Meşa Edaletê di roja 20'emîn de ye. (08.00-20.00)

* Rûniştina doza cînayeta Rojnameger Hrant Dink dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayanê bê dîtin. (10.00)

* Rûniştina doza Gerînendeya Giştî ya Nobedar a Ozgur Gundem Îhsan Çaralan, Faruk Eren, Celal Başlangıç, Ertugrul Mavioğlu, Fehim Işık, Oncu Akgul û Omer Agin dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)

* Navenda Giştî ya SES'ê dê li navenda giştî bernameya Peymana Tomarî (TÎS) aşkere bike. (11.00)

* Rûniştina doza Gerînedeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê yê berê Huseyin Aykol dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)

* Rûniştina doza Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê ku wekîltiya wê hat xistin Figen Yuksekdag dê li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin. Hezar parêzer dê dozê biparêzin. (11.00/14.00)


JIN

*Kovara Kadin Emegî (Keda Jinê) ku bi awayekî kolektîf tê derxistin, wargeha hemû jina ye. Endama Kolektîfa Kadin Emegiyê Ozge Kamîloglû bang li hemû jinan kir û wiha got:“Em dîroka mêran bavêjin kêlekekê û ya xwe binivîsin."

ÇAND Û HUNER

*Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstikên xwe yên dawî bala civaka kurd kişand ser xwe û şanogerên kurd bi lîstikên wekî "Dawiya Dawî" û "Qirix" li ser rêya Îzmîrê ne. Lîstikvana jin Berfîn Emektar da zanîn ku ew ê lîstikên xwe pêşkêş bikin û wiha axivî: "Em dixwazin hişmendiya mêtingeriyê aciz bikin."

ABORÎ

*Esnafên sanayiya Pirsûsê ji ber qeyrana aborî hatine asta ku deriyên dikanê xwe biqefilînin. Esnafan li dijî daxuyaniyên “Aborî di rewşek baş de ye” nerazîbûn nîşan dan û gotin rewşa ku ew tê de ne nayê dîtin.