ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2017'AN

ROJANE

*Girtîgeha Tîpa T ya Jinan a Tarsusê piştî hat avakirin, bi binpêkirinên mafan ket rojevê. Şaxên ÎHD'ê yên Mêrsîn û Edeneyê binpêkirinên mafan û îşkenceya leşker û gardiyanan rapor kirin û hat gotin ku hêzên dewletê bi gotinên wekî "Em we li vir bikujin dê ruhê kesî nebihîse" gef li jinên girtî xwarine.

*Hevserokê HDP'a Bajêr a Mêrsînê Mehmet Mîrze Soylemez, bertek nîşanî daxuyaniyên hikûmeta AKP'ê yên der barê amadekariyên êrîşa li dijî Efrînê nîşan da û wiha got: "Heke li dijî Efrînê êrîş çêbibin, em ê vê êrîşê wek êrîşeke li dijî Amedê bihesibînin."

*Serokê Odeya Bijîşkan a Edeneyê Doç. Dr. Alî Îhsan Okten, li hemberî germahiya zêde hişyarî kirin û diyar kir ku heta ku pêdivî pê tune be, divê welatî dernekevin derve, xwarinên rûnî nexwin û zêde zêde tiştên avî bixwin û vexwin.

*Adem Şîliyê ku li Sêrtê di dema serdgirtina malê de hat girtin, wiha behsa wê kêliya serdegirtinê kir: "Polîsan ez derb kirim û perdeya guhê min qetandin. Paşê hemû polîsên taybet ji malê derketin û kamerayê vekirin. Bi nazikî li derî dan û gotin 'gelo em dikarin bên hundur'."

*SAMER'ê di dema pevçûn û qedexeyên derketina kolanan de bi 4 hezar û 144 kesan re hevdîtin çêkir û ji sedî 94.5'ê beşdarvanan li dijî "îstîmlaqkirina lezgîn" in. Koordînatora SAMER'ê Yuksel Genç, got ku rûxandina niha berdewamiya qedexeyên derketina kolanan e.

* Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bal kişand ser hewldanên Tirkiye yên ketina Efrînê û wiha got: "Êrîşa li dijî Efrînê em dê wekî êrişa li dijî Amedê bibînin. Ger Tirkiye têkve Efrînê dê winda bike. Dê dîsa dest vala vegere. "

*6'emîn rûniştina doza 2 polîsên di 22'ê Tîrmeha 2015'an de li Serêkaniyê hatin kuştin dê 6'ê Tîrmehê bê dîtin. Li bendê ye ku dozger mutalaa bide. Parêzerê bersûcan Eyyup Sabri Tînaş, diyar kir ku xuya ye dê kuştinê tev li kuştina nediyaran bikin û lê dê ji aliyê hikûmetê ve diyar be.

* Li Mêrsînê welatî bi nobetê piştgirî didin Meşa Edaletê. Welatiyan beşdarî çalakiyêbûn wiha got: “Ji bo edalet ji nû ve bê sazkirin divê hemû kes piştgiriyê bide.”

*Meşa Edaletê ji Enqere ber bi Stenbolê ve dest pê kiribû bi tevlêbûna gelek beşên cuda yên civakê di roja 21'emîn de didome.(08.00-18.00)

* Çalakiya karmendên bi KHK'ê hatin dûrxistin ku ji aliyê Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên 119 rojin di greva birçîbûnê de ye ve hatibû destpêkirin li Kolana Yukselê dê bidome. (13.30-18.00)


JIN

*Jinên îstismar, tacîz û tundiya mêr şermezar kirin, diyar kirin ku îstismar û tacîza mêr her qadê jiyanê tev li hev dike û diherimîne destnîşan kirin ku ew dê ji înadê re kolanan terk nekin û wiha gotin: "Em bêtir derkevin kolanan û bêtir seri rakin. Em serê xwe xwar nekin."

EKOLOJÎ

*Serokê VANÇEB'ê Cevdet Altindag, diyar kir ku şaredariya DBP'î tim hewl dida ku pirsgirêka çopê çareser bike, lê tim pirsgirêka çopê ji aliyê Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê dihat rawestandin û wiha got: "Heke wezaret di wext de kirarî bikirinan dê çopa ku li ser 40 donimî belav bûye niha li ser 2-3 donima bûna."

JÎNGEHA KEDÊ

*Li navçeya Silopiyayê ku germahî di ser 50 pileyî re ye, karkerên înşeatê ji bo debara xwe ji serê sibehê heta êvarê li ber kelekela havînê ji mecbûrî dixebitin.