ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2017'AN

ROJANE

*Remzî Kars ku bi firotina tizbiyan debara xwe dike, ji ber westdariya kar gilî û gazinc kirin û her wiha parast ku tizbiyên kehreba û yên kevirên oltiyê kêrdar in.

*Li Edeneyê xizanên ku li hemberî germahiya hewl didin xwe hênik bikin, dema qenal an jî golekê bibînin xwe davêjinê û bi vî awayî bi mirinê re rû bi rû dimînin. Di 14 salên dawî de 273 kes fetisîn.

*AYM'ê der barê mirina Mehmet Denîz ku di sala 2008'an de li Erdîşê ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dabû, biryara ji nû ve destpêkirina lêpirsînê da.

*Mehmet Alî Çaglar ku li Gundê Elîzêrê yê Pirsûsê yê li ser sînorê Kobaniyê ye çêbûye, mezin bûye û meletiyê dike wiha got: "Heke mayinan jî bi cih bikin, têlên bi cilêt jî bi cih bikin, dîwar jî lê bikin dê nikaribin pêwendiya me ya dilî qut bikin."

*Nûnerê MEYA-DER'ê yê Meletiyê Yûsûf Bûlût, anî ziman ku li ser piraniya cenazeyên YPG, HPG û YPS'iyên ku tînin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê şopên îşkenceyê hene. Bûlût, got ku li ser cenazeyan şopên şewatê hene û gelek jê nayên naskirin.

*Endama Meclîsa Dayika Aştiyê ya Stenbolê Meryem Soylu ya girtî ji ber nexweşînê bi mirinê re rû bi rû ye. Keça Soylu, Emîne Kaya jî wiha got: “Ji ber şertên girtîgehê nexweşînên dayika min zêde bûne. Bila dayika min bê berdan.”

*Endama Projeya Şopandina di Medyayê de Peyvên Nifrînê Pinar Ensarî, gotinên tundî û nifrînê yên di medyaya herêmî de zêde bûne nirxandin. Ensarî, diyar kir ku berê di medyaya neteweyî de gotinên nifrînê zêdetir bûn, lê niha di medyaya herêmî de gotinên nifrînê zêdetir bûne. Ensarî anî ziman ku ger rê li ber neyê girtin, dê ev zimanê lîncê pêş bixe û xwest edîtor baldar û hişyar bin.

*Der barê Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî û rêveberê komeleyê Hasan Yalçin de ji ber ku der barê Rêveberê DBP'a Şirnexê Hurşît Kulter ku demeke dirêj agahî jê nehatin wergirtin daxuyanî dabûn bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dozgeriya komarê der barê lêpirsînê de biryara neşopandinê da.

* 6'emîn rûniştina kuştina 2 polisan a Serêkaniyê dê li 2'emin Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê dîtin. (09.00)

* Rûniştina doza kuştina Hrant Dînk de li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)

* 2'emîn rûniştina doza kuştina Berkin Elvan dê li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)

* Nobeta Edaletê ya parêzeran ku ji bo piştgiriyê bidin parêzerê girtî dê di hefteya 14'an de li ber Edliya Stenbolê berdewam bike. (11.00)

* Rûniştina doza 46 parezerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji "Doza sereke ya KCK'ê" tên darizandin dê li 19'emîn Dadgeha Cezayen Giran a Stenbolê bê dîtin.(14.00)

* Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş dê li 4'emîn Dadgeha Asliye ya Amedê bê dîtin. (14.00)

* Meşa Edaletê di roja 22'an de berdewam dike. (08.00-18.00)

* Malbatên Roboskê dê di hefteya 288'an e li ser gora xizmên xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00)

* Çalakiya kedkarên hatin îxrackirin dê li Kolana Yukselê ya Enqere berdewam bike. (13.30-18.00)


ÇAND Û HUNER

*Helbestvan Rêdûr Dîjle serpêhatiya xwe ya helbestnivîsandinê û pirtûka xwe ya duyem Kêsekê vegot. Dîjle diyar kir ku, hîn jî kurdî bi êrîşan re rû bi rû dimîne û li hemberî tabela, rojname û herî dawî li hemberî peykeran jî êrîş çêdibin. Dîjle anî ziman ku mebest ji rûxandina peykerê ramanwerê kurd Ehmedê Xanî binpêkirina ziman û gelekî ye.

*Albuma hunermend Ayşe Şewaqî ya yekemîn "Şîr û Kef" bi etîketa Kom Muzîkê derket.

EKOLOJÎ

*Ji ber qedexeyên li herêmê êdî tu kes serdana Gola Xerdelanîsê ku li gundê Kotranîs ê Colemêrgê ye, nake.

JÎNGEHA KEDÊ

*Karkerê petrolê Onur Ulu ku wî ji karê wî avêtin, 45 roj in ji bo vegere karê xwe bi tena serê xwe di çalakiyê de ye û got ku ew dê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomîne. Ulu di heman demê de girêdayê Sendîkaya Petrol Îşê ye û ji ber bêdengiya sendikayê bi bertek e.