ROJANE
*Endamê Desteya Rêveberiya Redkarên Wijdanî Ahmet Demîrsoy, KHK'ya Jimare 691'ê ku hikûmet ji bo "qaçaxên leşkeriyê bişîne leşkeriyê" derxist nirxand. Demîrsoy, got ku bi tu awayî ew ê neçin leşkeriyê û divê bi sedhezaran kes li dijî vê biryarê derkevin.
*Abdullah Gorenê ku li Silopiyayê hostetiya tiştên textîn dike, her çi qas wek berê arezûya ji bo dergûşên textîn tune be, lê dîsa jî wan çêdike. Yekane daxwaza Goren ew e ku, çêkirina van dergûşên ku di çêkirina wan de madeyên kîmyewî nayên bikaranîn, hînî hin kesan bike.
*Berî Riha bibe şaredariya bajarê mezin, Îdareya Taybet a Bajêr bêyî bedêl cihê navenda kongreyê tahsîsî Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê kiribû. Dema Serokê Odeyê Sabrî Ertekîn bi tawanbariya "FETO"yê hat girtin, Şaredariya Halîliyeyê jî got "derqanûnîtî" heye û xwest navend bê îadekirin. Lê dema xizmê Serokê Şaredariyê wek qeyûm tayînî odeyê bû, "derqanûnîtî" hat jibîrkirin û şaredarî bû hevparê odeyê.
*Leşkeran bi îdiaya "Di ser re HPG'î derbas dibin" pira daliqandî ya li gundikê Derava Talê yê girêdayî gundê Talê yê Colemêrgê ye, rakirin û avêtin Zapê.
*Li Şirnexê piştî qedexeya derketina kolanan ku 246 rojan domandibû gelek tax hatibûn serobinokirin. Dîmenên rûxandina van taxan ên bi peykê hatine kişandin derketin holê.
*Piştî ku cenazeyên PKK'yiyên di pevçûnên li herêma Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dan radestî malbatên wan nekirin, zêdeyî 50 malbat serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dan. Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku Tirkiye peymanên navnetewî û qanûna xwe ya bingehîn bin pê dike û aqûbeta cenazeyan pirsî.
*Li Lîcê bi tevlêbûna deh hezaran leşker, polîs û cerdevanan operasyon didome. Leşker zarê li welatiyan dike ku gund û mezrikên xwe vala bikin. Leşkeran gefa "Çandinî û mahsulên xwe rakin. Em dê hemû çiyê bişewitînin" li welatiyên Lîcê xwar.
*Xwendekara Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ku li Wanê teza Lîsansa Bilind li ser zarokan amade kir, diyar kir ku li her kolan û her kuçeyê zarokên karker hene û piraniya wan zarokên koçber û xizan in.
* Meşa Edaletê di roja 23'an de berdewam dike.
* Çalakiya kedkar û akademisyen Semih Ozakça û Nuriye Gulmen destpêkirine di roja 121’an de berdewam dike.
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, yekem car derdikeve pêşberî dadgehê. Rûniştina Demîrtaş dê li 35’emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Enqereyê bê dîtin. (10.00)
* KESK dê 9'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Otela The Grean Park pêk bîne. (10.00)
* Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk, dê li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê derkeve pêşberî dadger. (10.00)
* 3'emîn rûniştina doza parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
* Şaxên DÎSK EMEKLİ-SEN yên Stenbolê dê li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)
POLÎTÎKA
*Partiyên kurdan ên li Amedê, der barê civîna ku dê li di çarçoveya xebatên Kongreya Netewî de li Silêmaniyê bê çêkirin de axivîn. Partiyiyan balê kişandin ser girîngiya civînê û gotin ku, di pêvajoyeke wisa de yekîtiya netewî bivênevê ye.
*Dawiya hefteyê dê 4'emîn Kongreya Asayî ya DBP'ê bê li darxistin û dê di vê kongreyê de hevserokên giştî yên serdema nû bên hilbijartin. Sebahat Tûncel ku bi mehan e girtiye dê dîsa hevserok be.