ROJANE
* Xwendekarên nijadperest li Zanîngeha Egeyê êrîş xwendekarên welatparêz kiribûn, di bûyeran de berpirsyarê Ocaxên Ulkuciyan ê Zanîngeha Egeyê Firat Yilmaz Çakiroglu hatibû kuştin, doza der barê bûyerê de ber bi biryarê ve diçe. Doza ku sosretiyên xwe gelekî zêde ne, beyî ku der barê Nurullah Semo yê di bûyerê de bi birîndarî filitî tu delîlek hebe jî cezayê heta hetayê û 69 sal ceza tê xwestin.
* Parêzer Mehdî Zana Akkaya bi miwekîlê xwe yê li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê re hevdîtin kir, da zanîn ku xwarina kesekî didin 3 kesan, ji 17 kesan re jî rojê kûpe av dikeve. Akkaya piştrast kir ku îşkence, muameleya xirab û hemû tundiya dij mirovî dewam dike, heke zext bi dawî nebin, dibe ku girtî bikevin greva birçîbûnê.
* Bi Qanûna Dadgehên Hiqûqî re tê xwestin ku Gelaleya Pêşnûmeya Qanûnên Di Hin Qanûnan de Guhertinê pêk bînin. Serokê Baroya Edeneyê Velî Kuçuk ev mijar nirxand û ev tişt got: "Bi vê rêyê tê xwestin ku kesekî li gorî dozger tevbigere, bi gotinên xwe divê hêrsa dozger neyne, mafên miwekîlê xwe neparêze jî dibe û 'parêzerê memûr' bînin."
* Zarokê 17 salî B.A., aşkera kir ku polîsan ew li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Esenyurtê li maşîneya zirxî sîwar kirine û ji wî re gotine ku "Eşeda xwe bîne em ê serê te jêkin."
* Li navçeya Geverê di maşîneya zirxî ya dewletê de êrîşê welatiyan kiribû û 4 kes hatibûn qetilkirin. Malbatan aşkera kir ku hêj maşîneyên zirxî welatiyan dikujin û bang kirin ku bila piştgiriyê bidin doza di 10'ê Tîrmehê de li Amedê bê dîtin.
* Bendava Farqînê ku çêkirina wê didome, ger bi dawî bibe dê 150 gund di bin avê de bimîne. Bi avakirina bendavê re dê warên çandî û dîrokî jî tune bibe. Weliyan diyar kirin bi vê bendavê dixwazin herêmê bê mirov bihêlin.
*Welatiyên Amedê li dijî plan û êrîşên hikûmeta AKP’ê yên li hember Efrînê bertek nîşan dan û gotin: “AKP dixwaze bi êrîşên li dijî Efrînê, DAIŞ’iyên li Reqqayê ketine tengavê rizgar bike. Bi van liv û tevgeran tu encaman nikarin bidest bixin.”
* Dayikên Şemiyê, bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 641'an de li qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 439'an de bi silogana “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" dê li avahiya ÎHDê ya Amedê çalakiya rûniştinê pêk bînin. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 390'an de çalakiya rûniştinê pêk bînin. (13.00)
* Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD'ê dê di hefteya 276'an deçalakiya "Rûniştina F" pêk Bînin. (13.30)
* Meşa Edaletê di roja 24'an de didome. (09.00-18.00)
* Înîsiyatifa Ji Girtiyên nexweş re Azadî dê di hefteya 153'an de li Kolana Yukselê çalakiyê pêk bînin. (18.00)