ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2017'AN

ROJANE

*Bi salan e Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di şert û mercên tecrîdeke giran de tê girtin. Amediyan, li dijî vê tecrîdê bertek nîşan dan û diyar kirin ku, tecrîd pêkanîneke dermirovahiyî ye. Amediyan wiha got: "Tenê kesek heye dikare welat ji vê çiravê xelas bike; ew jî Birêz Ocalan e."

*Parlementoya Ewropayê, rapora der barê "hilawistina" muzakereyên endamtiya Tirkiyeyê qebûl kir. Prof. Dr. Cengîz Aktar, vê raporê nirxand û dest nîşan kir ku divê êdî di warê muzakereyan de hêviya tiştekî ji Yekîtiya Ewropayê neyê kirin. Aktar wiha got: "Êdî deftera endamtiyê hat girtin."

*Reqqaya Kevn ku bi sûrên dirêjahiya wan 11 kîlometre û bilindbûna wan 7 metre ne dorpêçkiriye, ji aliyê şervanên QSD'ê ve hat dorpêçkirin. Yek ji fermandarên ku operasyonê koordîne dike Bilind Serêkaniyê, got ku ji ber sivîlan ew bi hesasî tevdigerin û ew tax bi tax bajêr rizgar dikin.

*Li Cizîrê ji ber germahiyeke zêde her roj bi hezaran welatî berê xwe didan parkên li qeraxa Çemê Dîcleyê. Lê niha di bin navê "restorasyonê" de şaredariyê dest bi rûxandina van parkan kir.

*Seroka Komîteya Mafên Karkeran Catelene Passchier, diyar kir ku ji bo îxracan "terorîzm" wek hincet tê nîşandan û wiha got: "Ma mumkun e ku li welatekî evqas kedkarên cemaweriyê terorîst bin?"

*Kongreya Awarte ya DBP'ê dê li Enqereyê li Otela Neva Palasê bê lidarxistin. (10.00)

* 9'emîn kongreya Asayî ya KESK'ê dê li Otela The Green Parkê ya Enqereyê pêk bê. (09.00)

* Çalakiya kedkarên bi KHK'ê ji kar hatin dûrxistin a Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" dê bidome. (13.30/18.00)

* Meşa Edaletê di roja 25'an de dê bi mîtinga li Qada Maltepe bi dawî dibe. (18.00)

JÎNGEHA KEDÊ

*Serokê Şaxa DÎSK'ê ya Mêrsînê Kemal Goksoy, li dijî rakirina "Qanûna Betlaneya Hefteyê" bertek nîşan da û got ku, îktîdar her roj bi pêşnûmayeke nû koletiya hevçerx dike qanûn. Pisporê Perwerdehî û Rêxistinbûyînê yê Tum Koy Sen'ê Sedat Başkavak jî wiha got: "Divê sendîka bi awayekî hevpar bitêkoşin."