ROJEVA 10'Ê TÎRMEHÊ 2017

* Serokatiya Daîreya TOKî li navçeya Sîlopî ya Şirnexê welatiyên ku xaniyên wan ji aliyê hikûmetê ve hatin xerakirin, beriya referanduma 16'ê Nîsanê xwediyê konutan diyar kirin. Lê hêj konut teslîmî xwediyan nekirine. Konûtên teslîm kirin jî bê av û ceyran teslîm kirin. Malbatên li konutên TOKÎ bi cih bûn jî diyar kirin ku av û ceyrana konutan tune ye.

* Farîs Mîşte yê ji Sûriyeyê behsa şerê navxweyî yê li welatê xwe kir û aşkera kir ku li welatê wan şer, bombe, êş, heye, lê nan û av tune û wiha axivî: "Gel ne ji DAIŞ, Nusra û OSO'yê, ji YPG û YPJ'ê bawer dike. Ji ber ku YPG cudahiyê nake, hemû gelan diparêze."

* Dê 4'emîn Rûniştina doza 10'ê Cotmehê ya Enqereyê li 4'emîn Dadgaha Cezayê Giran a Enqereyê dewam bike. Dê rûniştin du rojan dewam bike.

* Di 3'ê Cotmaha 2016'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê di maşîneyeke zirxî de gule hatibû barandin, di êrîşê de Serhat Buldan, Rahmî Safahali, Necdet Îzozu û Aydin Tumen hatibûn qetilkirin. Doza ku ji ber "ewlehiyê" neqlî Amedê kirin, dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (09.30)

* Li Îzmîrê di 16'ê Nîsanê encamên referandûmê hatibûn şermezarkirin, Kazim Kizil ê belgefîlman dikişîne jî di nav de 7 kes hatibûn girtin, doza ku 24 kes tên darizandin dê rûniştina yekemîn bê dîtin. (10.00)

* Rêxistinên ciwanan bi dirûşma "Ji bo Pirsûsê edalet ji bo her kesî edalet" dê li Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)

* Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ya ji bo vegerin karên xwe di roja 124'emîn de ye, çalakiyên li derve jî di roja 244'an de berdewam dike. (13.30-18.00) BI DÎMEN E

POLÎTÎKA

* Serokomar Tayyîp Erdogan Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wekî "terorîst" hedef dabû nîşan, welatiyên Amedê bertk nîşanî axaftinên Erdogan dan û aşkera kirin ku kesekî 6 milyon deng girtibe, ew ne "terorîst" e û gotin ku "Kesên li Cizîrê zarok qetilkirin terorîst in."

* Berdevkên partiyên çepgir û sosyalîst aşkera kirin ku êrîşeke hikumeta AKP'ê ya li dijî Efrînê şibandin êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê û aşkera kirin ku dê ev êrîş bi gelan bide windakirin.

ÇAND Û HUNER

* C. Bríd Nicholson ê jiyana Emma Goldman nivîsî, got ku "Emma Goldman: Hêj Xeter e". Pirtûk wergera wê ya tirkî hatiye kirin, ji Weşanên Amarayê derket.

* Muzîkjenên ku li kolanên Mersînê stran digotin, piştî îlankirina OHAL'ê stranên kurdî li wan hatin qedexekirin. Muzîkjenan anîn ziman ku ew van astengiyan nas nakin û dê li kolanan stranên xwe azad bistrên.

CIVAK

* Projeya "Her der dibistanên havînê yên zarokan e" ji hêla komek xwendekarên zanîngehê ve hatiye vekirin, di sala 3'yemîn de armanc dikin ku li 52 bajarên welat belav bibin. Mamosteyên bi dirûşma "Cîhaneke din pêkan e" ketine rê, ev tişt gotin: "Ji bo avakirina cîhanek nû, tenê rêyek heye ew jî zarok in. Em bi wan re dikarin vê pergalê biguherînin."