ROJEVA 09'Ê KANÛNA 2016'AN

ROJANE

*Wek Dayika Berfo ya bi gotinên xwe yî “Ji ber min digot wê kurê min bê, min derî û kulek vekirî hiştin" di bîra mirovan de ma, gelek Dayikên Şemiyê jî, bêyî bigihên hestiyên zarokên xwe yî hatine windakirin, li jiyanê çavên xwe damilandin.

*Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Dervîş dest nîşan kir ku, bi vekişîna YPG'ê re TSK û OSO êrîşên xwe zêde kirine û got, êrîş temenê DAIŞ'ê dirêj dike, ew bi hêza xwe dikarin bajêr biparêzin.

*Konseya Bajêr a di 2002'yan de li Mêrdînê hat avakirin, yek ji avakarên wê yî berê Serokê Şaxa TTB'a Mêrdînê Kamîran Yildirim bû. Yildirim ragihand ku, ew wek TTB'yê ji Konseya Mêrdînê vekişiyane.

*Li Şirnexê li gel avahî û malên ji ber texrîbat û rûxandinê nayên bikaranîn, welatî ji amûrên hatine şikandin yên nû diafirînin.

*Li Taxa Gungorê ya Geverê 3 malbatên ku di dema operasyonên hêzên dewletê malên wan hatin şewitandin ji ber bêderfetiyê goma pezî û tenûra xwe veguherandin cihê hêwirandinê. Malbata ku ji 11 kesî pêk tê û gelk jê zarokên biçûk in, ji bo careke din malên xwe ava bikin banga piştgiriyê kirin.

*Li Cizîrê hêzên dewletê dibin navê ewlehiyê de dibistan ji xwe re kirine baregeh û li dijî zarokan tacîzê pêk tînin.

*Tirkiye, îsal 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan li gor salên din, qat bi qat bi binpêkirina mafan pêşwazî dike. 'Plana Rûxandinê' ya ku hikûmet di sala 2016'an de li dijî bajarên kurda xist dewreyê, bi awayekî zêde bû sedema binpêkirina mafan. Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî binpêkirinên mafan tenê bi pêkûtiyên li Şirnexê pûxte kir û wiha got:"Di salên 90'î de gund dihatin şewitandin, niha bajar hatin serobinkirin."

* Akademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê lu akademîsyenên ji KOU'yê hatin îxraçkirin ava kirin zîla dersê lê dide. Akademîsyenên ku difikirin zanist tenê li akademiyan na li derve jî dikare bê afirandin diyar kirin ku di jiyana rojane de bêhtir derfetên civakîbûn û siyasîbûnê girtine û ew ê axa xwe neterikînin.

*Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê 6 girtiyên jin ji bo ku di odeya wan de wêneyên rojnameyan hatine ditîn rastî 11 roj cezayê hucreyê hatin.

* Bi hinceta OHAL'ê 4 televîzyon û 7 radyoyên hatin girtin hatin cem hev û Platforma Agahiyek Heye ava kirin û li ser înternetê dest bi weaşê kir. Endamên Platformê diyar kirinku ew ê bêdengiyê bişikênin.

* Di operasyonên ku li dijî şaredariyên DBP'î hatine destpêkirin de ji11'ê îlonê heta niha qeyûm tayînî 41 şaredariyan hat kirin û 55 hevşaredar hatin girtin, 68 hevşaredar jî ji peywirê hat durxistin.

*Wê ÎHD û TÎHV bi munasebeta Hefteya Mafên Mirovan, têkildarî rewşa mafên mirovan a Tirkiyeyê li Navenda Giştî ya ÎHD'ê civînekê li dar bixe. (10.30)

*Wê bavê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Mevlut Yuksekdag û kekê wê Tarik Yuksekdag li Girtîgeha Kandirayê serdana wê bikin. (15.00)

*Wê "Nobeta Azadiyê" ya ji bo rojnameger û nivîskarên girtî yên Rojnameya Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin, li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bidome.(16.00)

POLÎTÎKA

*Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ye, ev 3 meh e tu agahî nayên wergirtin. Piştî hewldana darbeyê ji ber ku agahî nedihat girtin 50 kes dest bi greva birçîbûnê kiribûn û li ser vê birayê Ocalan, Mehmet Ocalan çû giravê û Rêberê PKK'ê peyama "Ger samîmî bûya, dê ev pirsgirêk di 6 mehan de çareser bûbana û wê ewqas mirov nemiranan. Ger dewlet amade be, em dikarin vê pirsgirêkê di 6 mehan de çareser bikin" dabû.

JIN

*Wê di bin banê Şaredariya Akdenîzê de bazara nirxandina keda jinê bê vekirin. (12.00)

ÇAND Û HUNER

*Wênekêşên jin ê li dijî hegemonyaya "Mêr hunermend, jin model" pêşangeha wêneyan a "Bi Çavê Jinê" vekirin, li dijî serdestiya mêrî ya li hemû qadên huner û jiyanê serîhildanê di xwe de dihebîne.

JÎNGEHA KEDÊ

*Mamosteyên nayên tayînkirin, bi anîna pergala mulakatê re hêviya wan î bi destxistina kar her diçe kêm dibe. Perwerdekar Erdal Korkmaz ê zivistanan li kuçeyên Kolikê pirtûkan difiroşe got, ew di demsalên din de jî karkeriya demsaliyî dike.