ROJANE
*Welatiyên li Stenbolê yên li herêma ku Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş lê hat hilbijartin wiha bertek nîşanî Serokomar Erdogan ku ji Demîrtaş re gotibû "terorîst" dan: "Kesê ku nikare ji DAIŞ'ê re bibêje 'terorîst' bi vî awayî xîtabî rewşenbîran, jinan û hilbijartiyan dike. Hemû kesên ku Tayyîp wan wek 'terorîst' îlan kiriye wijdanê me ne. Erdogan û AKP bi xwe terorîst in. Erdogan, bi vî awayî dixwaze xwe bişofîne."
*Li Cizîrê yek ji bivênevêya sohbetên welatiyan jî dendikên şebeşan e. Her wiha ev dendikên şebeşan ku wek ên Kelandî û Qelandî tên binavkirin, ji bo zarokan jî çavkaniya debarê ye.
*Tevî komên OSO'yê amadekariyên planên êrîşan ên TSK'ê yên li hemberî Efrînê didomin. Çavakniyên YPG'ê diyar dikin ku ji gundên di bin venêrîna TSK û OSO'yê de ne tim bi obus û fuzeyan gundên Efrînê tên bombekirin û di navbera hêzan de mesafeyeke bi qasî 300 metreyî maye.
*Nivîskar-sînemager Îlhamî Bakir, li dijî rûxandina peykerê Ehmedê Xanî bertek nîşan da û wiha got: "Rûxandina peykerê Ehmedê Xanî tenê ne êrîşeke fizîkî ye. Êrîşeke li hemberî nirxên wî, çanda wî, hunera wî ye."
*Koçberên sûriyeyî ku ji ber şerê li welatê xwe ji mecbûrî koçî Tirkiyeyê kirin û tim wek koz tên bikaranîn, li gel birçîbûnê li vir jî şert û mercên wan ne kêmî yên li Sûriyeyê ne. Li koçberên sûriyeyî ku hema bêje heqê xwarina wan bi wan re tune ye, 200-300 TL fatûreya ceryan û avê tê birîn.
*Der barê aktivîstê aştiyê Yannis Vasilis ku nêzî 3 mehan e girtiye nîv rûpel îdianame hat amadekirin. Parvekirinên Vasilis yên civaka medyayî "sûc" hatin hesibandin.
* 18'emîn Rûniştina doza komkujiya Soma ku 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dan dê li Dadgeha Cezayên Giran a Akhisarê bê dîtin. (09.00)
* Rûniştina doza parlamentera HDP'ê Leyla Zana dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-10.30)
* Rûniştina doza hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran, dê li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (11.00)
* ÎHD dê li navenda giştî ya ÎHD'ê têkildarî binçavkirina parazvanên mafên mirovan civîna çapemiyê pêk bîne. (11.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Wanê dê têkildarî rewşa girtiyan û girtîgehan daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)
* Akademîsyen û kedkarên ji kar hatin dûrxistin dê li Kolana Yukselê çalakiya xwe ya "Em karê xwe dixwazin" berdewam bike. (13.30/18.00)
JIN
*Jinan bertek nîşanî qetilkirina jinan koçber a ducanî ku li Sakaryayê bi awayekî hovane hat qetilkirin da. Jinan eşkere kirin ku ev wehşet bi destê dewletê pêk hatiye û huqûqnas, medya û siyasetmedar jî kiryarmm vê hovîtiyê ne û wiha gotin: “Ev şideteke pergaliyî ye.”
EKOLOJÎ
*TOKÎ'yê li Taxa Ûzûndereyê ku bi xwezaya xwe û çanda xwe ya xwemal tê nasîn, çav berda 37 malên ku di nav "qada birîsk" de cih nagirin. Bêyî ku şaredariyên navçeyan projeyên wan binirxînin TOKÎ ket dewrê û ev liv û tevgera TOKÎ'yê welatiyên taxê heyirand. Biryara welatiyan ew e ku ew ê bi tu awayî destûrê nedin ku malên wan bên rûxandin.
*Ji ber şerê li bajarê kurdan, di 9 salan de qadeke 4 hezar û 849 hektar hat şewitandin û bû xwelî. Herî dawî li Licê leşkeran got "Em ê van çiyayan bişewitînin" û ev gotin sinyala qetlîama xwezayê ye. Ekolojîstan bertek nîşan da.
JÎNGEHA KEDÊ
*Li herema Çukurovayê karkerên demsalî li ber germahiyeke zêde jî dixebetin û li gel hemû şert û mercên zehmet jî karker ji bo îdamekirina jiyana xwe li ber xwe didin. Mehmet Oralê 14 salî rewşa karkerên demsalî wiha şîrove kir: “Hewa germ e, lê em neçar in bixebitin.”
ABORÎ
*Esnafên li Çarşiya Sergirtî ya Pêlavkarên Efelera Aydinê li rojên xwe yên berê digerin. Esnafên çarşiya dîrokî yek bi yek derabeyên dikanên xwe digirin û ketine pey derdê ku dê çawa nan û xwarinê bibin malê.