ROJANE
* Yek jî komkujiyên herî mezin jî Komkujiya Geliyê Zîlan e. Kalên îro emrê wan ji nêzî 100 salî ne, hêj wehşetên wan salan wekî îro di xewn û xeyala wan de ye. Ne qêrîna jin û zarokên di komkujiyê de hatin qetilkirin ji guhê wan dertê, ne jî dîmenên talan, şewitandin û rûxandina keda bi hezaran salan li ber çavên wan diçe.
*Derhêner û ekolojîst Şehbal Şenyurt Arinli, ku li Bodrumê hat binçavkirin û hat berdan, diyar kir ku parêzvanên mafên jiyanê wekî "Hêmanên talûke" tên dîtinê û wiha got: "Me weke kesên talûke dibînin û polîtîkayên tirsê belav dikin. Dixwazin hemû qadên ku em bêhnê lê distînin tune bikin."
*Çend roj berê Ajansa Anadolûyê (AA) bi ser navê "Divê Nûçeyên Terorê Çawa Bên Çêkirin" pirtûkçeyek weşand. Lê belê, tişta balkêş ew e ku AA di nûçeyên xwe yên der barê DAIŞ de ku hema bêje li tevahiya cîhanê wek "rêxistina terorî" tê qebûlkirin, têgeha "terorê" bi kar nayîne.
*Li Erxeniyê qalpaxa hesinî ku monteyî cihoka avê nehatibû kirin bi ser Ozkan Yel ê 12 salî de ketibû û Yel ji mirinê filitîbû. Piştî bûyerê malbatê giliyê fîrmayê kir, lê belê hat derpêşkirin ku ji bo malbatê ji giliya wê vegerînin cendirmeyan ji malbatê re gotiye "Ji we 600 lîre û dev ji dozê berdin."
*Li Dersimê ku çar hawirdorê wê bi qereqolan hatiye dorpêçkirin û bi pêkanînên "herêma ewlehiya taybet" hatiye qedexekirin, êdî çûyîna Gola Bûyerê jî ku ciheke pîroz e hat qedexekirin.
*Waniyan bertek nîşanî Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan ku li zîrweya G-20'ê ji bo Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş gotibû "terorîst" dan.
*Welatiyên ku serdana tirbeya ramanwerê kurd Ehmedê Xanî kirin, bertek nîşanî qeyûmê Şaredariya Bazîdê ku peykerê Xanî rûxandibû dan.
*Aydin Taş, bavê leşker Sefter Taş ku DAIŞ'ê ew şewitand, diyar kir ku 22 meh in ku wî agahî ji lawên xwe nestendiye û her ku serî li rayedarên dewletê dide bê bersiv tê hiştin. Bav Taş got ku wî lawê xwe daye dewletê, divê dewlet jî hesab bide wî.
*Abdullah Solmaz ku piştî qedandina cezayê xwe yê girtîgehê hat berdan, îdareya girtîgehê jê re got "nasnameya te winda ye" û nasname nedanê. Solmaz ku li gel hemû hewldanan nasnameya xwe wernegirt hîn jî di pergala UYAP'ê de girtî dixuyê.
*Şêniyên gundê Dêzê bi sed zehmetiyan, li tekane herêma ku qedexe lê tuneyî dendikên kerengan berhev dikin û difroşin bazirganên Herêma Federal a Kurdistanê. Dendikên kerengan hem di çêkirina qehweyê de û hem jî wek çerezan tê xwarin. Kîloya wan 28-30 TL'yî ye.
*Koçberên sûriyeyî ji bo karibin debara xwe bikin û bijîn, neçarin hemû kar û barên giran bikin. Karkerên jin û ciwan ên sûriyeyî ku li herêma Çukurova karên zeviyan dikin li şûna qaseyeke îsot, 3 qaseyên îsotan didin pişta xwe. Karkerê sûriyeyî Ahmod, diyar kir ku rojê bi 49 TL kar dike û di şertên pir dijwar de dixebite.
*Şaredariya Cizîrê ya qeyûm tayînî wê hat kirin, di bin navê "Guhaniya baqil" de parka li navenda bajêr rûxand û li şûna wê beton rijand.
*Ajansa Anadolûyê (AA), doza tazmînatê li Parlementerê HDP'ê yê Rihayê û Berdevkê Partiyê Osman Baydemîr vekir. AA, ji ber daxuyaniyên Baydemîr ên der barê encamên referandûmê de doza 20 hezar TL tazmînata manewî li Baydemîr vekir.
* Çalakiya kedkaran a li Kolana Yukselê ku Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên 125 rojin di greva birçîbûnê dene dane destpêkirin di roja 246'an de berdewam dike.
* Rûniştina doza Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak ku bi îdîaya “Heqaret li Serokomar" kiriye hat vekirin û heta 4 salan ceza tê xwestin dê li 9'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê bê dîtin.(10.00)
POLİTİKA
*Serokê Giştî yê OSP Sinan Çiftyurek, diyar kir ku êrîşên pêkan ên li dijî Efrînê dê bê encam bimînin û çawa ku kurd li Kobanê xwedî derketin dê li Efrînê jî xwedî derkevin.
ABORÎ
*Li Edene û Antalyayê zebeş û betêxên ku nayên firotin li nava zeviyan xera dibin. Bi hezaran dolim bostanê zebeş û petêxan xera bûn. Cotkarên bostanan petêx û zebeşên xerabe didin sewalan. Cotkar difikirin ku wê çawa zirara xwe çareser bikin û deynê gubre û mazotê bidin.