ROJANE
* Zarokê 13 salî Rezzan Qasim Xidir piştî ji destê DAIŞ'ê rizgar bû, bi hinceta sîxûrê DAIŞ'ê ye PDK'ê ew ragirt. 3 sal e malbata Rezzan ew nedîtiye û ji ber wê gelekî bi fikar in. Malbatê aşkera kir ku Fermandarê Hêzên Pêşmerge yên Êzidî yê Şengalê Qasim Şeşo zarokê wan li gel xwe ragirtiye.
*Di bin navê "veguherandina bajêr" de rûxandina li Sûrê didome. Ji bo ji malên xwe dernekevin niştecihên taxê li ber xwe didin. Lê yên herî zêde li ber vê rewşê dikevin zarok in, çimkî dê rûxandin ne qada lîstikê û ne jî kuçeyan bihêle.
*Mêrsîniyan li hemberî gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê ku di civîna G-20'ê de ji bo Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demirtaş gotibû "terorîst" dan. Mêrsîniyan got ku ev gotinên Erdogan Mûssolînî, Franco û Hîtler tîne bîra mirov.
*Necmettîn Gulşen ê 77 salî ku ji bo debara xwe li Efelerê tevî kurê xwe li kuçeyan kaxez û naylonan berhev dike wiha balê kişand ser piroziya kedê: "Dibe ku bêhna çopê ji destê min bê, lê ez dizanim ku bêhna kedê ji min tê."
*Welatiyên gundê Şermikê yê navçeya Şemrexê ku şîrketa Etî Bakirê dixwaze li ser erdên wan maden û gubreyê derxîne dest nîşan kirin ku her çi qas huqûq û desthilatdarî li ne li cem wan be jî, ew ê li ber xwe bidin.
*Li ser sînorê Reyhanli liv û tevgera leşkerî muhtemela êrîşên li dijî Efrînê zêde dike. Vîlayên ji aliyê TOKÎ û ÎHH'yê ve li ser sînor hatine avakirin 30 kîlometre dûrî qereqolên El Nusrayê ne. Ev herem bi roj bêdeng e û bi şev jî kesên çekdar di navbera vîlayan û qereqolan de diçin û tên.
*Keyayên taxên Bahçelîevler û Kamberiyeyê yên Rihayê aşkera kirin ku her diçe hejmara zarok û ciwanên ku heşîşê bi kar tînin zêde dibe û xwestin rê li ber vê bê girtin. Keyayê taxa Kamberiyeyê Abdurrahman Şahap wiha got: "Êdî zarokên 10 salî jî heşîşê bi kar tînin."
*Welatiyê bi navê Halîl Karataş 12 sal e nexweşê masûlkeyê ye, ji ber xizaniyê dermanan peyda nake. Karataş da zanîn ku ji ber êşên ku dikişîne, xwestiye xwe bikuje. Bav Şemsettîn Karataş jî karkerê demsalê ye, ji ber ku sîgorte û karekî wan ê bi rêk û pêk tune, gelekî tengasiyê dikişînin.
* 2'emîn rûniştina doza 34 komkujiya ciwanên SGDF'ê yên di 20'ê Tîrmeha 2015'an de hatin kuştin, dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê dîtin. (09.00)
* Rûniştina doza Parlamentera HDP'ê Çaglar Demirel dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
* 3'emîn Rûniştina doza 4 jê girtî 51 siyasetmedarê kurd dê li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
* Tutuklu HDP Hakkari Milletvekili Abdullah Zeydan hakkında açılan ve güvenlik gerekçesiyle Hakkari'den Diyarbakır'a nakledilen davanın 2’nci duruşması Diyarbakır 5. Ağır Ceza Mahkemesinde görülecek.( 11.00 )
* Mezopotmya Kadın Gazeteciler Platformu, Gazete Şujin ve kadın gazetecilere yönelik artan tehdit ve tacizler yönelik İHD Diyarbakır Şubesi'nde basın toplantısı düzenleyecek.(11.00)
* Komeleya 78'an, dê têkildarî salvegera berxwedana zindana Amedê ya 14'ê Tîrmehê ku rojiya mirinê dest pê kir, dê gora Ali Çiçek a Yenîkoyê ziyaret bikin û qurnefilan dînin ber Girtîgeha tîpa E ya Amedê. Piştre dê li Salona Konferansê Vedat Aydin ya DBP'a Amdeê bernameyê pêk bînin. (11-12-13.00)
*Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, dê der barê gef û tacîzên ku li hemberî Gazete Şûjin û rojnamegerên jin zêde dibin li avahiya Şaxa ÎHD'a Amedê daxuyaniyê bide.(11.00)
**Baroya Amedê dê ji bo dîtina kiryarên Tahîr Elçî û lezandina dosyeya lêpirsîna wî li ber Edliyeya Amedê çalakiya xwe ya heftane bidomîne. (13.30)
JIN
*Komeleya Jinên Hildiberînîn a ANKA'yê, li dijî her cure cudaparêziyan li hemberî jinan hewl dide ku di warê civakî, çandî û aborî de piştevaniya jinan bike. Avakara komeleyê Devrîm Kocabaş wiha got: "Jina hêzdar pêşerojeke hêzdar."
*Emîne Ozek a 47 salî ku li Silopiyayê zêrên xwe firotin û dest bi çêkirina şîraniyê kir wiha got: "Divê çavê meriv ne li destê mêr be. Bila çavên wan li destê me be."
ABORÎ
*Sekreterê Giştî yê 2'yemîn ê Komeleya Veguhêzkaran a Tirkiyeyê Hakki Başman, anî ziman ku li gor salên berê her diçe qezenca wan kêm dibe û wiha got: "Li Tirkiyeyê tenê meriv li rewşa veguhêzkaran binihêre dê bê fêmkirin ku rewşa aboriyê nebaş e." Ajokarê TIR'ê Mûstafa Barbaros jî, dest nîşan kir ku ji ber zem û bacan êdî ew tiştekî qezenc nakin.