ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2017'AN

ROJANE

*Rojnameger Ertûş Bozkûrt balê kişand ser girîngiya yekîtiya netewî ya kurdam û wiha got: "Heke kurd yekîtiya xwe ya netewî çêbikin, dê azadiya xwe mîsoger bikin."

*Endamê Parastina Bajêr a Stenbolê û Pisporê Herêmî yê AGFE ya Tirkiyeyê yê berê Cîhan Ûzûnçarşili, diyar kir ku di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de mafê hêwirandinê wek mafekî sereke hatiye parastin û wiha got: "Îskan û dagiriya derqanûnî jî di nav de mafê tu kesî tune ye ku bê û jîngeha we bi ser we de birûxîne."

* Radyoya Dengê Çika ku dibe dengê Gelê Êzîdî piştî bombebaranê ji nûve ket meriyetê û dest bi weşanê dike. Rêveberê Radyoya Dengê Çira Murad El Xaltî, diyar kir ku radyo deng û awazê gelê Êzîdî ye.

* "Cenga Mezin" ku QSD ji bo rizgarkirina Reqqayê dabû destpêkirin di roja 40'emîn de ye. 2 şervanên QSD'ê ji bo 50 sivîlên di avahiya ku DAIŞ'ê agir berdayê de xelas bikin mirin dan ber çavê xwe û ber bi sivîlan ve çûn. Dema sivîl rizgarkirin herdu şervan birîndar bûn.

*Li Taxa Mûradiye ya navçeya Eyyûbiye ya Rihayê ji ber ku li nav kuçeyan mazgal nehatine bicihkirin, zarok di nav ava bermayî de dilîzin û ji ber vê bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ne.

*Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, dê di salvegera hewldana darbeyê de der barê êrîş ûçewisandinên li hemberî rojnamegerên jin û binpêkirinên mafan de li avahiya Şaxa ÎHD'a Stenbolê daxuyaniyê bide. (14.00)

* Dayikên Şemiyê, bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 642'yemîn de li qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)

* Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 440'emîn de bi silogana “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" dê li avahiya ÎHDê ya Amedê çalakiya rûniştinê pêk bînin. (12.00)

* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 391'emîn de çalakiya rûniştinê pêk bînin. (13.00)

* Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD'ê dê di hefteya 277'emîn de çalakiya "Rûniştina F" pêk Bînin. (13.30)

JIN

*Gazete Şûjin ku ji ber bûyerên îstismara zayendî derdixîne holê tim dibe hedefa tehdîdan, daxuyand ku ew ê li hemberî gefan tu carî serî netewîne. Nûçegihana ajansê Şehrîban Aslan, got ku ew ê li hemberî îstismarên zayendî bêdeng nemînin û tim bûyerên bi vî awayî teşhîr bikin.

JÎNGEHA KEDÊ

*Hevserokê Şaxa Genel Îş'ê ya Amedê Hasan Eroglû, bertek nîşanî gotinên Serokomar Erdogan ên "Niha em bi saya OHAL'ê destûra cihên ku tehdîda wan a grevî heye nadin" dan û wiha got: "Grev ne tehdîd e, ew maf e ku bi hilberîneriyê bi dest ketiye."