ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2017'AN

ROJANE

*Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Cengîz Çîçek wiha got: "Heke bi Ocalan re derfetên hevdîtinê pêkan bûnan dê bigotana 'tê xwestin ku hemû pirsgirêkên kurdan di nav netew-dewleteke biçûk a li Başûr de bên fetisandin.' Dê bigotana 'Divê ji bo hûn mizgîniya azadiyê bidin gelê xwe, divê hûn di warê dê çawa gel pêşeroja xwe, dê çawa çarenûsa xwe tayîn bike de bên gel hev û amadekariyên helwesteke hevpar bikin."

*Bêyî ku li benda biryara Dadgeha Bilind bê sekinandin ji doza ku bi awayekî negirtî dihat darizandin, 23 sal cezayê girtîgehê li Mûcahît Orhan hat birîn. Li gel ku Orhan felcî ye û ji sedî 75 rapora wî heye, dîsa jî nayê tehliyekirin.

*Malbata Şahîn Oner, bi hinceta di kuştina kurê wan de qisûra xizmetî heye der barê îdareyê de doza tazmînata madî û manewî vekiribû. Dadgehê mirina Oner wek qezayeke trafîkê nîşan da û derpêş kir ku di "qezayê" de ji sedî 50 qisûrdar e.

*Li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê, gardiyanan girtiyên siyasî û xizmên wan derb kirin. Her wiha mudurê girtîgehê ev heqaret li malbatan kir; "Hûn terorîst in, bicehimin ji welatê me" û hevdîtina bi malbatan re red kir.

*Li Rihayê kesên rûpoş êrîşî mal û kargehên aîdî koçberên sûriyeyî kirin.

*Li Geverê, Pasaja Îranê ku di warê aboriya navçeyê de pasajeke girîng e, niha bi rûxandinê re rû bi rû ye. Esnafên pasajê anîn ziman ku di dema qedexeya derketina derve de bi hezaran kargeh hatine hilweşandin û qeyûmê ku tayînî şaredariyê hatiye kirin jî dixwaze pasajê xera bike. Esnafan got ku hilweşandina pasajê hilweşandina bi hezaran kesî ye.

* Rêxistina DBP'ê ya Amedê dê têkildarî 4'emîn Mîtinga Asayî ya Enqereyê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bînin. (10.00)

* Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê. dê têkildarî KHK'yan li Şaxa Egîtîm Sen'ê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)

* Çalakiya kedkaran ya ji bo li karê xwe vegerin ku Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên di greva birçîbûnê dene dane destpêkirin, dê di roja 250'an de li Kolana Yukselê çalakiya xwe berdewam bike. (13.30- 18.00)


JIN

*Li Îzmîrê mamosteyekî tecawizê 6 xwendekar kiribû û mamosteya bi navê Saadet Ozkan ev hovîtî derxist holê û tecawizkar 82 sal û 6 meh cezayê girtîgehê xwar. Ozkan da zanîn ku li ku canê xwendekrekê/î biêşe û êrîşeke zayendî pêk were, ew dê li wir bin û mafên zarokên xwe biparêzin.

*Jinên kerker herî kêm rojê 12 saetan di bin kelekela havînê de li nav zeviyan dixebitin. Karkerên demsalî balê kişandin ser newekheviye firsend û heqdestiyê. Jiên karker anîn ziman ku, li gel her tiştî jî dema ew dixebitin bihêz dibin û wiha gotin: “Em jin xwedî li xweza, ked û ava xwe derdikevin."


* 3'emîn koordînasyona herêmê ya TJA , dê li Arnavutkoyê 1'emîn Seyrana Kevneşopiya Piştevaniya Jinan pêk bîne. (08.00)


JÎNGEHA KEDÊ

*Mamosteyên li Agirî bi KHK’ê hatin îxrackirin ji bo debara xwe bikin firin vekirin. Mamoste Fecrî Aydin, diyar kir ku ew li dijî zilmê serî natewîne û ji bo rûmeta xwe nefiroşe nan difiroşe.

ABORÎ

*Tûran Teke ku 10 sal in li Wanê di Newroz, 8'ê Adarê û rojên taybet de kiras û fîstanên jinan didirû, diyar kir ku krîza aborî ku bi OHAL'ê re her diçe kûrtir dibe bandoreke neyînî li karê wan jî kiriye û ev saleke hema bêje hejmara kirîgerên ku tên nêvî nêvî daketiye.

*Cotkarên firengiyan ji ber bayê bakur û erzaniya firengiyan bêzar in. Firengiyên wan nayên firotin tev di nava zeviyan de xera bûn. Cotkaran diyar kir ku nikarin deynê mazot û gubre jî bidin.