ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2017'AN

ROJANE

* Piştî Meşa Edaletê ya ji Enqereyê dest pê kir û li Stenbolê bi dawî bû, dê îro şûn ve çi bêkirin, Aktîvîstê Bingeha Edaletê (Adalet Zemini) Cîhangîr Îslam nirxand. Îslam da zanîn ku divê çalakiyeke mezin a ku her kes têde cih bigire bê avakirin û got ku "Divê rêje bê bilindkirin û her kes ji dil xwe tev li bike."


* Karkerên ÎZDENÎZ yên 6 rojin ji bo mafê xwe bi dest bixin ketine grevê gotina Serokomar Erdogan a "Em OHAL'ê ji bo gefa grevê wekî mudaxale dirêj dikin" rexne kirin û wiha gotin: "Gel jî û karker jî dizanin Erdogan dijminê kareran e. Ji ber vê yekê ji doza xwe venagerin. Ger ku mudaxale bikin jî ci pêwist be em dê bikin."

* Girtiyê nexweş ê epîlepsiyê Suat Aşkan ku li Girtîgeha Wanê tê ragirtin, her ku diçe rewşa wî xerabtir dibe. Aşkan ê di hefteyekê de 1-2 car nobetê der bas dike, banga hestiyariyê li sazî û dezgehên mafên mirovan kir ku rewşa girtiyên nexweş ên epîlepsiyê aşkera bikin.

* Ji sala 2012'an ve Şirketa Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holdîngê, li ser axa gundê Şemika karê madenê dimeşîne. Her çendî welatî ji vê rewşê ne razî ne jî şirket dest ji axa welatiyan bernade. Keyayê gund diyar kir ku wan çend caran ekîbên Tapû Kadastroyê jî anîne herêmê û wiha axivî: “Ez bang li berpirsyarên dewletê û Tapû Kadastroyê dikim ku bila werin bi awayek hiqûqî parselên gund ji nûve diyar bikin.”

* Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku çirûska wê di sala 2012’an de li bajarê Kobanê hate vêxistin, di 5 salan de di qada leşkerî û siyasî de serkeftinên mezin bi xwe re anîn. Şoreşê ber bi demokrasîbûnê û avakirina sîstemeke demokratîk gavên mezin avêtin.

* Yek ji rengê baweriyên Mêrdîn Suryanî, bi gefên koçberkirinê re rû bi rû ne. Suryaniyên ku mal û milkê wan hat desteserkirin, niha jî ji wan tê xwestin ku ji ser axa xwe koç bikin. Suryaniyan diyar kirin ku bi desteserkirina mal û milkê wan gef û şantaja koçkirinê li wan tê kirin. Suryaniyan diyar kirin ku bi awayekî veşarî ji wan tê xwestin ku koç bikin.

* Rûniştina doza parlamenterên HDP'ê Dilek Ocalan, Îbrahim Ayhan û Osman Baydemir dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê dîtin.

* Rûniştina doza Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)

* Platforma Ji Xerakirina Sûrê re na, dê têkildarî kampanya bi navê “Sûrîcî cîhana me ya hevpar e em xerakirinê rawestînin" li şaxa EMO ya Amedê civîna çapemeniyê pêk bînin. (11.00)

* 12'emîn rûniştina doza Duygu Şen a li Îzmirê hat kuştin dê li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê bê dîtin. (11.30)

* Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi minasebeta 31'emîn salvegera damezirandina ÎHD'ê, li qada Sultanahmetê daxuyaniyê bide û li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bernameyekê çêke. (12.30-19.00)

* Çalakiya kedkarên ji kar hat dûrxistin ya li Kolana Yukselê dê biddome. (13.30-18.00)

POLİTİKA

* Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) dê di serokatiya Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan de kom bibe. (11.00)

* Lijneya Wezîran dê di serokatiya Serokê AKP'ê Erdogan de li Qesrê kom bibe. (15.00)


JIN

* - Jinên endamê Komeleya Jinên Afrîner a ANKA'yê, di 1'emîn Mîhrîcana Jinên ku Çîrokên Wan Hene de bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Jinên têkoşer, bi hunera xwe beyî ku rawestin kêfxweşiya afrîneriyên xwe dijîn. Jin bi taybetî li ser jiyana wan jinên di malê de hatine hepiskirin û mehkûmê televîzyonê hatine kirin radiwestin, hêstên xwe hêj zêdetir bi afrîneriyê mezin dikin.

* Jina bi navê Armagan Akçaboga ku 2 caran zewicî ye, her du caran jî şidet dîtiye. Akçaboga bi motorsîkletê çay, av, qehwe û dendikan difiroşe û debara xwe dike. Akçaboga ji bo jinên têdikoşin got ku “Zewac ne çareserî ye" û ew hişyar kirin.


CIVAK

* Peykerê ku li bajaroka Qesrikê hatiye avakirin, li gorî hin rîwayetan berhema Împaratoriya Guttiyan, li gorî hin rîwayetan Suyarên Partan û li gorî gelê herêma Şirnexê jî 2 evîndaran kevir kolaye û peyker çêkirine. Peykerê ku li gelî hatiye avakirin bi hezaran salin hebûna xwe di parêze.

* Li gundê Şîrînbulakê yê navçeya Avkevirê, hemû welatî ji ser kaniyekê pêdiviya avê temîn dikin. Welatiyên gund diyar kirin ku 2 salin heman pirsgirêkê dijîn.

*