ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2017'AN

ROJANE

*Dayikên Aştiyê yên Silopiyayê ji bo yekîtiya netewî wiha bang kirin: "Heta ku em nebin yek, em ê tu carî ji nav çirava ku jê re dibêjin Rojhilata Navîn dernekevin."

*Hat diyarkirin ku, ji ber ku kurd e Omer Can ku li Qereqola Hudûd a Gorentaş a Yayladagiya Hatayê leşkeriyê dike fermandarên wî lê dane û ew derb kirine. Kekê wî Hasan Can got ku, der barê jiyana birayê wî de şik û gumanên wan hene.

*50 roj in Yekîtiya Avdaniyê ya Battalgaziyê avê nade Taxa Dîlekê. Ji ber vê rewşê li taxê darên mişmişan ên hişkbûne. Cotkaran wiha bertek nîşan da: "Yekîtiya avê welatiyan mexdûr dike. Heke wisa biçe dê cotkar dev ji çandiniyê berdin, dê mişmiş hişk bibin. Jixwe em tiştekî qezenc nakin û bi ser de jî pirsgirêka avê heye."

*Di dema OHAL'a 12'ê Îlonê de hatibû xwestin ku li girtîgehan "kincên tektîpî" li xwe bên kirin, lê belê bi berxwedanên mezin ev pêkanîn bi paş ve hatibû kişandin. Lê belê piştî gotinên Erdogan ên di vê der barê de, wezaret ji bo vê pêkanînê ket nav liv û tevgeran.

*Rojnamager Hasan Cemal têkildarî qedexeya derketina kolanan a Farqînê de bi Hevşaredara Farqînê Zuhal Tekiner re hevpeyvîn çê kiribû. Ji ber gotina "Êdî em ne bi tenê ne" ku Tekînerê di hevpeyvşnê de bi kar anîbû, doz lê hatibû vekirin û sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê, bi hinceta ku hinceteke zagonî û têrdelîlî nehatiye nîşandan biryara dadgeha herêmî xera kir. Di doza ku nû hat dîtin de Tekîner beraet kir.

*Girtiyê nexweş Kemal Avci ku di 11’ê Tîrmaha 2016’an de cezayê wî hat taloqkirin û ji girtîgeha Sîlîfkeyê hat berdan, di 7’ê Tîrmehê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Birayê Avci Huseyîn Avci diyar kir ku birayê wî anîn sînorê mirinê û paşê ew berdan. Bira Avci wiha got: “Ji bo ku girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest nedin, çi ji destê me bê divê em bikin.”

*Li Girtîgeha Wanê, pêkanînên di meriyetê de, şertên tîpa "F" derbas kirine. Zextên li ser girtiyan tên meşandin bi awayekî korsan dikevin meriyetê û şertên girtigehên Tîpa F derbas kirine. Girtî ji gelek mafên xwe yên zagonî û hiqûqî bê par tên hiştin.

*Hiqûqnasên li Amedê bi minasebeta 1'emîn salvegera OHAL'ê ku bi deh hezaran mirov ji cihê xwe koçber bûn û bi sedan mirov hatin kuştin, diyar kirin ku hikûmetê OHAL kiriye wekî rewşa asayî û xwestin bi lezgînî OHAL'ê rakin. Hiqûqnasan, anîn ziman ku OHAL tu pirsgirêkên civakê çareser nake û dijberî vê yekê pirsgirêkan kûrtir dike.

* Çalakiya kedkarên li Kolana Yukselê dê di roja 252'an de berdewam bike.

* Rûniştina doza Parlamentera HDP'ê Gulser Yildirim a girtî tê darizandin dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdîn bê ditin. (09:00)

* Rûniştina doza gerînendeyên nobedar ên Rojnameya Ozgur Gundem Can Dundar û Veysi Altay dê li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)

* Rûniştina doza akademîsyenên danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin, Esra Mungan, Meral Camcı, Muzaffer Kaya û Kivanç Ersoy dê li 13'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)

* Midûra Karên Nivîsan ya Kovara Ozgur Halkê Hulya Karakaya, dê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)

* Rûniştina doza nûçegîhanê DİHA ya hat girtin Muhammet Dogru dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sakarya bê dîtin. (16.00)


POLÎTÎKA

*Parlementera HDP'ê û huqûqnas Meral Daniş Beştaş, anî ziman ku guherîna rêznameya hundurîn di asasê xwe de pêşniyareke ku mudaxileyî destnedayîna kursiyê ya parlementeran dike û wiha got: "Ev rêznameyeke antî-kurd e. Bi vê re mafên kurdan tên qedexekirin."

JÎNGEHA KEDÊ

*Huseyîn Duman, li Wanê bi karê înşaet û hemaliyê debara xwe dike. Duman got ku 70 roj in wî tu kar nekiriye û betalî zaf zêde ye.

ÇAND Û HUNER

*Derhêner Cabbar Alp, der barê tiştên ku di dema qedexeya derketina derve li Sûrê qewimîn de bi navê "Anons" fîlmek çêkir. Alp wiha got: “Armanca me ew e ku em dengê anonsên li Kurdistanê ragihînin hemû cîhanê.”

ABORÎ

*Îsal jî hêviya ku esnafên Antalyayê ji turîzmê dikir, berba bû. Esnafan nûçeyên der barê başbûna rewşa turîzmê de derewandin û gotin ku "Berî ku dewlet bêje 'rewşa tûrîzmê baş e' bila bê li halê esnafan mêze bike." Esnafan piştrast kir ku êdî tûrîzm baş nabe û tu hêviya wan nemaye.