ROJANE
*Yagmûr Şeker, keça Îsmet Şeker ku yek ji wan kesên ku li Pirsûsê hat qetilkirin, diyar kir ku di destê bavê wê de şekir hebû û wan wî wisa bi rê kiriye. Keç Şeker wiha got: "Her tişt bi Pirsûsê dest pê kir û heke Pirsûs bê ronîkirin dê her tişt derkeve holê. Ew roj ji bo min roja bê bavîtiyê ye. Ne 2 sal 200 sal jî di ser re derbas bibin em ê bibêjin edalet û edalet."
*Di ser qetilkirina 33 ciwanên endamên SGDF'ê ku li Pirsûsê hatibûn qetilkirin re 2 sal derbas bûn, lê belê hîn jî di dozê de geşedanên berbiçav çênebûne. Parêzera dozê Sevda Çelîk Ozbîngol got ku tê xwestin ku dosye bê bersûc û kiryar bê hiştin.
*Kedkarên tenduristî û perwerdehiyê yên li Êlihê diyar kirin ku desthilatdarî hewldana darbeyê ji bo xwe veguherindiye firsendekê û bi îlankirina OHAL’ê bi awayekî zêde êrîşan dibe ser hêlên muxalif û bi vî awayî bingeha îxracan hatiye amadekirin.
*Mehmet Cemal Belûş gund bi gund û kolan bi kolan digere û etariyê dike. Bi sabûna kizwanan tiştên xurde ji welatiyan dikire. Belûş got ku di heman demê de ew bi vî karî ahenga ekolojiyê jî diparêze.
*HDP, ji bo çareseriyê ji pirsgirêkên "kangrenbûyî" yên Tirkiyeyê re peyde bike û di pêvajoyên pêş de ji bo vê yekê bihevkariyî bitêkoşe, plana deklarasyoonekê dike û dê vê deklarasyonê li Stenbolê aşkere bike.
* Mehmet Cemal Belûş gund bi gund û kolan bi kolan digere û etariyê dike. Bi sabûna kizwanan tiştên xurde ji welatiyan dikire. Belûş, diyar kir ku bi vî karî ahenga ekolojiyê jî diparêze.
* Welatiya gunde Şemikê Bedia Yener (60) ya hevjînê wê û birayê wê di madenê de bi penceşêrê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku malek wê li Sûrê jî hat ruxanindin û niha jî dixwazin mala wê ya li gund birûxînin û wiha got: “Dema em çûn Amedê jî sebra min bê gund nehat. Me bikujin jî em dernakevin.”
*Kedkarên tenduristî û perwerdehiyê yên li Êlihê diyar kirin ku desthilatdaran hewldana darbeyê ji bo xwe veguherindiye firsendekê û bi îlankirina OHAL’ê bi awayekî zêde êrîşî muxalifan dike û îxrac dike.
*Komeleya Mafên Mirovan û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê dê li Navenda Giştî ya ÎHD'ê der barê girtina parêzvanên mafên mirovan de daxuyaniyê bidin. (11.00)
*Federasyona Komeleyan a Dersimê, dê li Şaxa ÎHD'a Stenbolê bi daxuyaniyekê biryara qedexekirina 17'emîn Mîhrîcana Mûnzûrê protesto bike. (12:30)
*Şaxa ÎHD'ê ya Wanê, dê rapora 6 mehên dawî ya der barê binpêkirina mafên mirovan ên li bajêr bi daxuyaniyekê aşkere bike. (13.00)
* Rûniştinadoza Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu û Hevserokê HDP'a Mêrsînê Sadun Dogan jî di navde 15 girtî 34 kesên tên darizandin dê li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê bê dîtin. (10.00)
* 3'emîn Rûniştina doza Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdris Baluken dê li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
* 2'emîn rûniştina doza Kader Ozdemîr a di 26'ê Çile de ji aliyê hevserê xwe Halit Çançin ve hat kuştin dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê dîtin. (14.00)
POLÎTÎKA
*Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû, balê kişand ser bêdengiya ku piştî mîtînga Edaletê xwe daye der û wiha got: "Heke mirov tenê ji CHP'ê hêviya hin tiştan bike, dê ev mirov ber bi depresyonê ve bibe. Divê sosyalîst pêşengiya daxwaza edaletê bikin." Her wiha Hamzaoglû ji bo OHAL'ê jî wiha got: "Divê kesên ku derdê wan bi faşîzmê re heye di 20'ê Tîrmehê de li kuçeyan bin."
*Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, got ku ji bo DBP di serdema xwe ya nû de perspektîfa xweserî û neteweya demokratîk vebêje, dê xebata "ronakbûn û zanistê" bi rê ve bibe. Arslan, dest nîşan kir ku ew ê kadroyên ku dê pêşengiya siyaseta demokratîk bikin bigihînin.
JIN
*Ayten Ozîster, dayika Dîlek Ozîster ku Nîhat Ozîster ew qetil kiribû, ji bo danişîna doza ku dê 21'ê Tîrmehê de bê dîtin û kujerê keça wê bê darizandin banga tevlîbûnê kir. Dayik Ozîster xwest ku êdî ev doza ku 3 sal in didome bi encam bibe û wiha got: "Êdî naxwazim careke din kujerê keça xwe li eywanên dadgehan bibînim."
*Zara Koç, li gel sancûyên wê yên ducaniyê hebûn jî hat binçavkirin û 15 roj şûnde hat berdan wiha got: "Sancûyên min hebûn, lê diviya min li ber xwe bidana." Her wiha Koç, ji bo wan rojên di bin çavan de jî wiha got: "Her kêliyek wek îşkenceyê bû."
EKOLOJÎ
*Şaredariya CHP'î ya Mezitlî ji bo dibistana taybet ava bike 209 dolim qada daristanê ya Taxa Esenbaglarê dewrî MEB'ê kir. Welatiyên taxê yên darê wan hatin birîn bertek nîşan dan.
ABORÎ
*Sinhetkarên li Çarşiya Balikçilar a Antalyayê dimînin, ji ber nebûna kar zaf tengasiyan dikişînin. Esnafan aşkera kir ku ew zehmetiyên krîzê dikişînin û wiha gotin: "Me îsal ji sedî sed winda kiriye."