ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2016'AN

ROJANE

*Avakarê ÎHD û TÎHV'ê Yavuz Onen balê kişand ser rûxandinên sala dawî yên li bajarên kurda û wiha got:"Di hundurê me de Heleb hene; behsa mafên mirovan nayê kirin." Onen, ji ber li dijî binpêkirinan kêm bertek nîşan daye NY'yê jî rexne kir û wiha got:"Veguherî avahiyeke ku piştevaniya polîtîkayên şerî dike."

*Di 10’ê Kanûna 1948’an de heta niha 10’ê Kanûnê wekî Roja Mafên Mirovan a Cihanê tê pîrozkirin. Serokê Giştî yê ÎHD’ê yê berê û Parlementerê BDP’ê yê berê Akin Bîrdal têkildarî 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê de got, îşkence bi awayekî sîstematîk tê meşandin, huqûqa dijminatî li Tirkiyeyê tê bikaranîn û hemû gelên mûxalîf wekî dijmin tên dîtin.

*Li Amedê 3 ciwanên di 24'ê kanûna 2015'an de bi saxî hatin zevtkirin û destê wan hat kelepçekirin û paşê hatin kuştin, der barê lêpirsîna derheqê wan de hatibû vekirin biryara devjêperdana şopanê hat dayîn. Di lêpirsînê de serî li beyanên şahidên bûyerê nehat dayîn û biyara kuştin 'li gor huqûqê ye' hat dayîn.

*Qeyûm Cûnalî Atîlla yê bi tevdîrên ewlehiyê yên awarte tê parastin, rêveberiya şaredariya ya heyî tasfiye kir û ji xizmên xwe rêveberiya xwe yî nû ava dike.

* Cografya cuda bin jî çîrok wek hev in. Drama du malbatên penaber ên li Êlihê bi cih bûne dişibin hev. Yek malbatek ji bajarê Efrînê ya Rojava ya din jî ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê mecbûr mane mala xwe biterikînin.

*Di çarçoveya çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan de, wê dîroka çalakiyên ku dê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Nûnertiya Weqfa Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê, Baroya Amedê û Odeya Bijîşkan a Amedê bên lidarxistin, li Şaxa ÎHD'a Amedê bên daxuyandin. (10.00)

*Wê Tevgera Mafên Civakî, li Hîll Otelê Forma Kanûnê li dar bixe. (11.00)

*Wê Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê di hefteya 611'emîn de dubare li aqûbeta xizmên xwe yî windayî bipirsin. (12.00)

*Wê ÎHD'a Amedê û xizmên windayan di çalakiya xwe yî 409'emîn de li avahiya Şaxa ÎHD'a Amedê dubare bi dirûşmeya "Bila Winda Bên Dîtin, Kiryar Bên Darizandin" bên gel hev. (12.00)

*Wê rêxistinên pîşeyan ên TGC, TGS, Basin-Îş jî di nav de, bi dirûşmeya "Rojnamegerî Ne Sûc e" li ber Girtîgeha Sîlîvriyê daxuyaniya çapemeniyê bidin. (12.00)

* Di çarçoveya bernameyên 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan li gelek navendan bername bên lidarxistin. (10.00-19.00)

*Wê Koordînasyona Piştevaniya Ji Cizîrê Heta Sûrê, wê bi civîna çapemeniyê ya li Otela Hîll'ê re Rapora Şirnexê eşkere bike. (13.00)

*Wê Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD'a Stenbolê cara 246'emîn li Qada Galatasarayê bo Rûniştina "F"yê balê bikêşe şer rewşa girtiyên nexweş. (13.30)

POLÎTÎKA

*Serokê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjöstedt got, “Tirkiye ber bî dîktatoriyê ve tê kişandin" û anî ziman ku, heke bikaranîna hêza polîsan a ji bo tepisandina muxalefetê bidome, wê tu têkilya Tirkiye û Ewropayê nemîne.

JIN

*Raportotora Taybet a berê ya Şideta Arasteyî Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Prof. Dr. Yakin Erturk, zêdebûna êrîşên li dijî mafê jinê wek "Encama serkeftina tevgera jinê" nirxand û li gor wê, serhildan û muqawemeta ku di 30 salên dawî de jin nîşan dane, patrîarkên biçûk û mezin ên pergala mêrî bi awayekî zêde nerihet kiriye. Erturk, ji bo dezgînkirina hikûmeta ku rêxistinên jinan û femînîstan ên wek wê ne hemfikirin jî wiha got:"Yê îtaetê bireşîne, wê îsyanê biçinîne."

*Jinên kadikoyî yên ji bo berên bi keda destê xwe çêdikin teşhîr bikin fikra vekirina Dikana Potlaçê li wan peyda dibe û bi vî awayî jinên ku gelek tiştan hildiberînin, bi saya vê qadê serbixweyiya xwe yî aborî bi dest dixin.

ABORÎ

*Serokê Giştî yê Dev Turîzm Îş'ê Mûstafa Yahyaoglû anî ziman ku, bi krîza balafira Rûsyayê re, li tevahiya Tirkiyeyê zêdeyî 500 hezar karkerên turîzmê bê kar mane, ji van 200 hezar jê li Antalyayê ne û got, di 2016'an di sektora turîzmê de 10 milyon dolar windahî çêbûye.

EKOLOJÎ

* Çewlîka Gaggi ya li qontara çiyayê Karlik ê li gundê Sariyurta Bayindirê di 2010'an de bi awayekî komunal hatiye avakirin jiyanekî ku mirov ji ber ziman, welat û nijadê cuda nayên dîtin tê înşakirin.

SPOR

*Tîma Fûtbolê ya Jinan Diyarbekirspirê ya di Koma 3'yemîn a Lîga 3'yemîn de têdikoşe û li Amedê tîma duyemîn a jina ye got, ew dixwazin derkevin Lîga 2'yemîn û li herêmê bibin duyemîn tîma jinan a herî baş.