ROJANE
*Navenda Hêwirandinê ya Demborî ya li Taxa Terolar a Mereşê, niha bûye navenda îstismarkirina zarokan, întihar û fuhûşê. Xebatkarê kampa penaberan, got ku êvarî saet di 00.00'an de di bin navê paqijiya malan de jinan dibin mehseran û li wir tên firotin.
*Di pêvajoya salekê ya OHAL'ê de li Amedê, bi îdiaya endamtiya cemaetê 897 kes hatin girtin û di lêpirsînên "PKK/KCK"ê de jî 937 kes hatin girtin.
* Salîha Bayram ku berastenga zihnî ye û tevî 4 zarokên xwe li navçeya Rezanê ya Amedê dijî, ji aliyê xwediyê xanî ve ji xanî hat derxistin. Ev 4 roj e malbat li kuçeyan dijî. Ne şaredarî ne jî walî xwedî li mlabatê dernakeve.
*Li Dêrikê 33 kesên bi hinceta “tevlî xebatên çêkirina hendekan” bûne û di rojên cuda yên Sibata 2016’an de hatine girtin, ev sal û 5 meh in ku doza wan nehatiye vekirin. Li gor agahiyên ku parêzeran da, dozgerê Dêrikê 3 car dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê re şandiye, lê her car serdozger ji ber nebûna delîlan dosye bi paş ve vegerandiye Dozgerê Komarê yê Dêrikê.
*Înîsiyatîfa Rojnamgerên Azad û Nûnertiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) a Amedê, dê der barê rojnamegerên ku bi rojane di bin çavan de ne de li Şaxa ÎHD'a Amedê daxuyaniyê bidin. (11.00)
*Odeya Bijîşkan a Amedê ji bo şermezarkirina 11 kesên li Amed, Edene û Enqereyê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin û piraniya bijîşkin dê daxuyaniyê bide. (12.00)
*Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) dê têkildarî salvegera îlankirina OHAL'ê de daxuyaniyê bidin. (11:00-13:00)
*Malbatên 33 sosyalîstên ku li baxçeyê Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûsa Rihayê hatin qetilkirin, dê di 2'yemîn salvegera komkujiyê de li baxçeyê navenda çandê 33 sosyalîstan bi bîr bîn û paşê dê serdana Goristana Kobaniyê bikin. (13.00)
* Çalakiya kedkarên hatin îxrackirin ku di Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên 134 rojin di greva birçîbûnê dene dabûn destpêkirin dê li kolana Yukselê di roja 253’an de berdewam bike. (13.30- 18.00)
JIN
*Wekîla HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, avakara VAKAD'ê Zozan Ozgokçe û Parêzer Mujde Tozbey Erdem, şidet, êrîşên zayendî, kuştin û binpêkirinên mafan ên salekî nirxandin û dan zanîn ku di pêvajoya OHAL'ê de li dijî jin û destkeftiyên wan şer hatiye îlankirin.
*Li gundê Rindikê yê Colemêrgê ku hingivê organîk lê tê çêkirin, jin bi rê û rêbazên berê şimaya ku di sektorên derman, kozmetîk û hwd. de tê bikaranîn vediguherînin şîfayê.
*Şîrketa Etî Bakir a girêdayî Holdinga Cengîzê ji bo derxistina madenê dixwaze dest dane ser gundê Şemika. Jinên gund bertek nîşanî şirketê dan û wiha gotin: “Me ji bo vî gundî bi salan ked da, em dest ji ax, av û gundê xwe bernadin. Bila dev ji gundê me berdin û em ê heta dawî li ber xwe bidin
JÎNGEHA KEDÊ
*Piştî 66 salan şûnde, cara ewil e ku di qada deryavaniyê de karkerên ÎZDENÎZ'ê ketin grevê. Karkeran, diyar kir ku herî zêde welatî piştevaniya wan dikin. Her wiha karkeran got ku, kesên dixwazin piştevaniya wan bikin bila li hejmarên 185 "Hemşeri Hatti" ya şaredariyê bigerin.
EKOLOJÎ
*Li bajaroka Qesrikê Robarê Rîsorê bi çopan hatiye dagirtin û her wiha Keleha Mîr û malên ji dema asûriyan mayî jî wek axuran tên bikaranîn.
*Li Bajarê Antîk ê Magnesia û gelek gor û perestegehên dîrokî ji ber avakirina JES’an bi tune bûnê re rû bi rû mane.