ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2017'AN

ROJANE

* Komên çete yên ASA ku ji 15’ê Tîrmehê ve êrîşî Efrînê dikin, hat payîn ku 28 endamên ASA hatin kuştin. Li gor îdîayên Tirkiyeyê, dinava wan de 5 leşkerên tirk jî hene û nekarîn 15 birîndaran ji heremê derbixin. Tirkiyeya ku hawara xwe gihand Rûsyayê û di encama navbenykariya Rûsyayê û YPG’ê de hin birîndar û cenaze hatin teslîm kirin û pêvçûn bi dawî bû.

*Li Colemêrgê ji wan zozanên ku nehatine qedexekirin yek jê jî Zozana Olediriyê ye. Bi hilatina rojê re bêrîvan dikevin rê û rojê du caran pezên xwe didoşin û pê penêr çêdikin. Bêrîvan, tam hefteyekê penêrê xwe di nav ava sar de diparêzin û paşê li ser pişta hesp û hêstiran dikin û dişînin gund.

*Kampa penaberan ku li Terolarê hat çêkirin, hem tehdê li elewiyan dike hem jî ji ber tirsa ku dibe qetlîam çêbibin welatiyên elewî gundên xwe diterikînin û ber bi Ewropayê ve direvin.

*Şeyhmûs Gokalp û Mehmet Orak, li dijî binçavkirina bijîşkên ku parêzvaniya mafên mirovan dikin bertek nîşan dan û gotin ku, bi van pêkanînan gef û gur li civakê tên xwarin.

*Di ser OHAL'ê re salek derbas bû. Di salekê de li Herêma Egeyê 6 hezar binpêkirinên mafan qewimîn. Her wiha li heman herêmê hejmara kuştinan jinan û mirinên karkeran du qat zêde bûn.

*Şaxa ÎHD'a Amedê dê "Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan a 6 Mehên Ewil ên Sala 2017'an ên Li Herêmê" li avahiya şaxê bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkere bike. (12.30)

*Komîsyonên girtîgehan ên şaxên ÎHD'ên Stenbol û Wanê, dê der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daxuyaniyan bidin. (12.00-13:30)

*Baroya Amedê, ji bo dîtina kiryarên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî yê li Sûra Amedê hat qetilkirin û ji bo lêpirsîn bi awayekî lez û çalak bê birvebirin dê li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide. (13.30)

* Çalakiya kedkarên ku karê xwe paşve dixwazin dê li Kolana Yukselê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.30/18.00)

POLÎTÎKA

* Parlamenterê HDP'ê Prof. Dr. Mîthat Sancar. bal kişand ser guhertina rêziknameya navxweyi ya meclîsê û wiha got: "AKP bi vê guhertinê di milê bîrdozî de dişibe MHP'ê. Bi van guhertinan kurdan dikin hedef."
*Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, balê kişand ser êrîşên qeyûman ên li hemberî nirxên çand û hunera kurdî û wiha got: "Divê gelê kurd nirxên xwe radestî feraseta faşîzan û qetlîamker a AKP'ê neke."

*Hevserokê DBP'a Bajêr ê Amedê Zekî Baran der barê "Komcivîna Yekîtiya Netewî" ku li Silêmaniyeyê hat lidarxistin de axivî. Baran, dest nîşan kir ku ji bo lidarxistina Kongreya Yekîtiya Netewî ew ê heta dawiyê bixebitin û dê ev xebat li ser dika dîrokê cihê xwe bigirin.

EKOLOJÎ

*Li gel birayara "rawestandina rêveçûyînî" a Daîreya 5'emîn a Dadgeha Bilind, biryara "Dijî mewzûata îmarê û li ser qadên SÎT'î nayê çêkirin" a Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Îzmîrê û biryara "rûxandinê" ya Şaredariya Bodrûmê jî, li Gerîşê turbîna 4'emîn a RES'ê tê çikandin.

ÇAND Û HUNER

*Sransaz Mudî Stançêk ku ji 15 saliya xwe ve bi hunerê re mijul dibe, ev saleke bi dîtina nota yên ser tableteke xwedî rabirdûyeke 3 hezar û 400 salî ye û aîdî Huriyan e, dest bi stranên dîrokî kir. Strançêk destan û buyerên dîrokî dike stran.