ROJANE
* Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, diyar kir ku AKP berpirsê xerakirina pêvajoya çareseriyê ye wiha got: "Erdogan ji bo parastina îktîdara xwe mase rakir. Erdogan hebûna îktîdara xwe di xerakirina pêvajoyê de dît."
*Ji ber çalakiya Newroza 2015'an a li Manîsayê, der barê 20 kesî de doz hatibû vekirin. Di îdianameya ku hat amadekirin de nameya Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan ku tê de balê kişandibû ser "Ruhê Eşmeyê" wek delîla sûc hat hesibandin.
*Li Cizîrê di 7'ê Cotmeha 2014'an di dema çalakiyên piştevaniyê yên ji bo Kobaniyê de, Hayri Malgaz ku dema ji lîstika topê ya qada xalîçeyî ber bi malê ve diçû birîndar bûbû û dema diçû nexweşxaneyê polîsan ew derb kiribû û paşê binçavkiribûn. Niha jî 5 sal û meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Her wiha der barê giliya Malgaz ku derheqê îşkenceyê de kiribû jî biryara neşopandinê hat dayîn.
*Kampanyaya îmzeyan ku li hemberî rûxandina Sûrê hat destpêkirin her diçe xurtir dibe. Gelê Sûrê jî balê kişandin ser girîngiya Sûrê. Niştecihan bang kir ku divê pişetvaniya ji bo kampanyayê bê xurtkirin.
*HDP, dadikeve kuçeyan. Dê çalakiyên wê heta 4'ê Mijdarê bidomin. Parlementerên HDP'î dê bi dorê komcivînên xwe yên Meclîsê li Amed, Stenbol, Wan û Îzmîrê çê bikin û dê li van bajaran hefteyekê bi şev û biroj "nobeta berxwedanê" bigirin. Piştî van nobetan, dê bi mîtîngên mezin plana têkoşînê ku çend roj berê hatibû ragihandin bigihîne civakê.
*Hêzên YBŞ'ê di roja 48'emîn a operasyona Reqqayê de daxilî operasyonê bûn. Hêzên YBŞ'ê diyarkirin ku fermana 73'yemîn li Reqqayê hatiye plankirin û wiha gotin: "Herî zêde mafê hêzên êzidî heye ku li Reqqayê şer bikin."
*Ji ber 7 çalakiyên ku beşdarî wan nebûye li girtiyê bi navê Arîf Pelît ku ji sedî 80 şîzofrenî ye, pişta wî şiqitiye û lingê wî yê rastê jî seqet e, cezayê dîsîplînê hat birîn û înfaza wî hat şewitandin.
*Komîsyona Zimanê Zikmakî ya Meclîsa Tenduristiya KCD’ê bi boneya qada tenduristiyê Ferhenga Têgehên Tenduristiyê derxist. Ferhenga ji aliyê Weşanên Aramê ve hat çapkirin.
*Doza Rojnameya Cumhuriyetê ku 11 jê girtî bi giştî 17 kes tên darizandin, sibê dest pê dike. Parêzerê rojnameyê Abbas Yalçin aşkera kir ku di dosyayê de delîleke ku xwe bispêre huqûqê jî tune ye.
*Hevjîna Necmettîn Fendîk ku li Geverê hat qetilkirin Kudret Fendîk behsa jiyana hevjînê xwe kir û wiha got: “Jiyana wî her tim bi êrîş, zilm, tunebûn û koçberiyê re rû bi rû ma. Hêj toza înşaetê ji destê xwe paqij nekiribû wî kuştin. Li ber çavê Efrîn qetil kirin”
POLÎTÎKA
*Krîza di navbera Tirkiye-Almanyayê de her diçe kûrtir dibe. Prof. Dr. Huseyin Bagci, diyar kir ku Almanya berê di nav YE'yê de "parêzeriya" Tirkiyeyê dikir û wiha got: "Heke Almanya bi muameleyek we a Rûsyayê nêzî Tirkiyeyê bibe û ambargoyê bisepîne, dê karê Tirkiyeyê zehmetir bibe."
JIN
*Derûnasa Navenda Jinê ya ÎŞTAR'ê Fahriye Cengîz ku bi KHK'ya Jimare 692'an hat îxrackirin, diyar kir ku bi derûniya tirsê ya ku li nav civakê belav dikin tê xwestin ku jin hepsî malê bên kirin û wiha got: "Li gel OHAL'ê jî em ê tim bitêkşon. Em ê li navenda jiyanê bin û em ê hêzdartir bin."
*Jinên karker li Mêrsînê di bin germahiyeke 50 pileyî de dixebitin. Jinan diyar kir ku em beramberiya keda xwe wernagirin û wiha axivîn: “Heta em ji ser hişê xwe diçin dixebitin.”
JÎNGEHA KEDÊ
*Serokê Şaxa SES'ê ya Edeneyê Muzaffer Yuksel, bal kişand ser hevdîtinên TÎS'ê, îxrac û zextên li ser kedkaran û diyar kir ku ew jiyaneke mirovane û heqê keda xwe dixwazin.