ROJANE
*Qeyûm bi nedana avê, DEDAŞ jî bi nedana ceyranê welatiyên Nisêbinê ceza dike. Li navçeya Nisêbinê ku tîna germê digêje 50 pîleyan welatî li dijî bêavî û ceyranê di ber xwe didin.
* Rençberên îsotan yên Antalya bi tonan îsot di serayan de bê nefes hiştin û rewiqandin. Ji ber îsot di serayan de bê bêhn û okjîjen man tev rewiqîn û şewibîn
*Rêvebera HDP'ê ya Mêrsînê Raziye Soner a ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê serbest hat berdan, zext û tundiya li girtîgehê vegot. Soner, diyar kir ku leşker ji jinên girtî re dibêjin "Hûn terorîst in. Hûn îşkenceyê heq dikin. Divê hûn qebûl bikin." û zextan li girtiyan dikin.
* Dozger ji Serokê meclîsa Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Celalettin Birtane ku hat girtin re bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" heta 15 sal cezayê girtîgehê xwest.
*Girtiyê nexweşê losemiyê Nihat Baymiş piştî hat sînorê mirinê we serbest berdan. Baymiş, ji ber ku êdî dema dermankirina wî derbas bûye nikare derman bibe û roj bi roj rewşa wî xerab dibe. Malbatê banga hestiyariyê kir û xwest yên xwîna wan lê tê bila alîkarî bidin wan.
*Gelê Amedê piştgirî da "Nobeta Berxwedanê ya "Deklerasyona Çareseriya Demokratîk" a HDP'ê. Amediyan xwest HDP kolanan neterikîne û diyar kirin ku dê heta dawî li kolanan piştgiriyê bidin HDP'ê.
* 1'emîn rûniştina doza 11 jê girtî 17 endam û rêveberên Rojnameya Cumhuriyetê dê li 27'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.00)
* Şaxa SES'ê dê bi tevlêbûna Serokê Şaxa SES'ê ya Edeneyê Dr. Kerem Altiparmak li ser OHAL û pêkanînên OHAL'ê panelê pêk bîne. (15.00)
* Çalakiya kedkarên Kolana Yukselê ji bo piştgiriyê bidin Nûriye Gulmen û Semih Ozakça yên 138 rojin di çalakiya grevê dene dê di roja 258'an de çalakiya Kolana Yukselê berdewam bikin. (13.00-18.00)
POLİTİKA
* Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, dê di Koma HDP'ê ya Meclîsê de têkildarî geşedanên dawi civîna çapemeniyê pêk bîne. (10.30)
JIN
*Li cîhanê diyeta ji bo "normên xweşikbûnê" ya bi zayendiya civakî tê teşekirin her diçe zêde dibe. Li welatê Moritanya jî zor li jinan tê kirin ku li gorî kevneşopiya “Gavage” tev bigerin û qelew bibin.
JINGEHA KEDÊ
* Qeyûma Sîlopya 113 karker ji kar dûr xist û piştî karker ji kar dûr xist 10 rojan ew zêde dan xebitandin. Qeyûmê heqê 10 rojan ê 113 karkeran neda wan. Karkerên ku 10 roj heqê xwe nesitendin doza tazmînatê vekir.