ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2017'AN

ROJANE

* Di bin baneya Wezareta Karên Hundir de Navenda Koordînasyona Lezgîn û Ewlehiyê (GAMER) hat avakirin. GAMER ji protokolên JÎTEM û EMASYA yên berê hatin avakirin û belavkirin bêtir berfirehtir e.

*Gulbeyaz Karaer piştî ji Girtîgeha Sîncanê tahliye bû, der barê rewşa Nuriye Gulmen ku di greva birçîbûnê de ye agahî dan. Karaer da zanîn ku Gulmen bertek nîşanî daxwazên ji bo bidawîkirina greva birçîbûnê daye û wiha axivî: "Dema dibêjin dev ji greva birçîbûnê berde, ev hêzê nade min. Ev axaftin hêzê dide aliyê din. Dawiya wê mirin be jî ez ê çalakiya grevê bi dawî nekim."

*Ev 3 meh in ku li herêma Şirnexê operasyonên leşkerî didomin û her diçe ev operasyon tên berfirehkirin. Her wiha çêkirina "riyên ewlehiyê" jî bi lez û bez didome.

*Li Reqqayê bi hezaran sivîlên ku wê tarîtiya 4 salan a DAIŞ'ê ji ser xwe avêtin, li gel mirin û birîndarkirinê jî tevlî QSD'ê bûn bi hêstirên çavên xwe û bi gotinên "Ehlen", "Xwedê we biparêze" ber bi armanca xwe ya azadiyê ve diçin.

*HDP, dê komcivîna xwe ya vê hefteyê li Parka Ekîn Cerenê ya li navçeya navendî Peyas a Amedê ye li dar bixe û pişt re dê dest bi "Nobeta berxwedanê" ya hefteyekê bike. (12.30)

*Şaxa ÎHD'a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser pêkanînan "kincên tektîp" û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dê li ber Girtîgeha Metrîsê daxuyaniyê bide. (12.30)

*Koordînasyona Doza Cûmhûriyetê, dê "Nobeta Ji Bo Rojnamegeran Azadî" bide destpêkirin. (12.30)

JIN

*Seval Alyurek ku ji bo rê li ber zewaca di temenên biçûk de bigire 13 sal in "serê bûkan" ên keçên biçûk çênake û got ku ew niha amadekariyên "Platforma Bila Zarok Neyên Zewicandin" dikin.


EKOLOJÎ

*Her çendî çêkirina HES'an li ser Newala Alakiriyê ji hêla dadgehê ve hat qedexekirin jî, HES'a 5'emîn hat çêkirin. Dildara Xwişk/Biratiya Newala Alakirê Tugba Gunal diyar kir ku jiyana xwezayî û zindîwerên di newalê de tê tunekirin, ji ber wê ew ê têkoşîna xwe ya li dijî HES'an dewam bikin.

ÇAND Û HUNER

*Albuma ewil a hunermend Olgûn Eren bi navê "LIV"ê ji Kom Muzîkê derket.

JÎNGEHA KEDÊ

*Serokê Odeya Bijîşkan a Edeneyê Alî Îhsan Okten diyar kir ku bi bernameya “Veguherîna di tenduristiyê de” ya AKP’ê serlêdana ji bo nexweşxaneyan û bijîşkan 5 qat zêdetir bûye û wiha got: “Li welatên Yekîtiya Ewropayê rêjeya kesekî/e ku ji bo bijîşkiyê serlêdanê bike ji serî 8 e, lê li cem me rêjeya ji sedî 10.2’ye û ev her roj zêdetir dibe."

EKOLOJÎ

Li Êlihê Newala Îluhê ev 50 sale pirsgirêkên wê nehatine çareserkirin. Ev newal bandorek neyînî l ser derdor û şêniyên derdorêdike. Her roj qirêjî li newalê zede dibe û hemû sozên ji bo islahkirina newalê hatin dayîn jî pêk nehetine.