ROJANE
*Yek ji warê herî germ jî Cizîr e. Ji bo xwe hênik bikin welatî zêde Qeşembeşê dixwin. Her wiha zarok jî bi firotina Qeşembeşê di warê aborî de piştevaniya malbatên xwe dikin.
*Li Edeneyê sendîka û partiyên siyasî piştevaniya xwe ya ji bo "Nobeta Berxwedanê" ku HDP li Amedê bi dirûşmeya "Em nesekinin, bidin sekinandin, faşîzmê rawestînin" da destpêkirin ragihandin. Sendîkayan wiha got: "Ji bo Tirkiyeyeke bê şidet, biedlaet û azad em ê li kuçeyan bi hev re bitêkoşin."
*Welatiyan, diyar kir ku li gel astengî û dorpêça polîsan jî ew piştevaniya çalakiya "Nobeta Berxwedanê" ya parlementerên HDP'î dikin û wiha gotin: "Parlemnterên me ne bi tenê ne. Em ê ji dora vê parkê neçin. Li dijî neheqî û derhuqûqiyê em bang li hemû gel dikin."
*Şirketa Etî Bakirê, teblîxat ji niştecihên gundê Şemikayê re şand û ji wan xwest ku heta 31'ê Tîrmehê gund vala bikin. Lê belê, li gel vê rewşê qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin bûye jî riya gund çêdike. Niştecihên Şemikayê gotin ku ew ê dev ji gundê xwe bernedin û wan fêm nekiriye ka ji bo çiq eyûm riyê çêdike. Gundiyan diyar kir ku, hebe tune be qeyûm ji bo şîrketê rê çêdike.
*Li Rihayê, Muharrem Yildirim ku 40 sal in etariyê dike, bi pêlîstokan tiştên kevnare dikire.
*Li Qursa Qur'anê ya Zarokan a Îmam Buharî zarokekî zarokeke din îstismar kiribû. Li gel vê bûyer û rewşê, hîna jî qurs vekiriye. Welatiyan bertek nîşanî bêdengiya raya girştî da.
*Piştî erdhejê li Bodrûmê hemû rezervasyona hatin betalkirin û ji ber vê yekê otelên li herêmê jî vala man. Turîzmvan hêviya xwe ji sala 2017'an jî birîn. Turîzmvanan da zanîn ku erdhejê bandoreke neyînî li ser tûrîzmê kiriye. Serokê Komîteya Pîşeyî ya Kargeriya Yatan a Odeya Bazirganiya Behrê ya Tirkiyeyê Tunç Kurtoglu wiha got: "Rêwîtiya şîn di serdema xwe ya herî xirab de ye."
*Penaberên sûriyeyî yên li Basmanê bi cih bûne, li aliyekî dibin hedefa gotinên nifrînê, li aliyê din jî ji ber hebûna DAIŞ, El Nusra û komên Hizbullahê bi fikar in. Penaberan diyar kir ku ew ji zilma şerê li Sûriye reviyan û hatin ketin nava zilma li Tirkiyeyê.
*Cotkaran derpêş kir ku Gerînendetiya Çandinî û Sewalvaniyê ya Nivsêbînê li ser feramana Walîtiya Mêrdînê bi hinceta “Di çarçoveya OHAL’ê de kesên nêzikbuna wan bi terorê re heyî” hesabê destekê yê 83 cotkaran bloke kiriye.
EKOLOJÎ
*Şaredariya Samandagê ya CHP'î li qada cihnişînî navenda komkirina çopê ava kir. Niştecihên Taxa Sûtaşiyê, bertek nîşanî vê rewşê dan û ji bo tenduristiya zarokên xwe, xwestin navenda çopê bê rakirin.
ABORÎ
*Esnafên li Çarşiya Kaleîçî ya Antalyayê, îsal jî hêviya xwe ji turîzmê birîn. Esnafên Kaleîçiya dîrokî diyar kirin ku, îsal hejmara turîstên ku ji Ewropayê dihatin ji sedî 82 ketiye.
ÇAND Û HUNER
*Zarokên Romen, li kolanên Mêrsînê distrên û debara malbata xwe dikin. Welatiyên li kolanan jî bi kelecan û eleqeyek mezin li wan temaşe dikin. Lê balkêş e ku hunera zarokan ji temenê wan mezintir e.